Şikefta Şanedar a Kurdistanê, cîhê jiyana mirovên Neandertal

Hanî

Kurdshop -  Şikefta Şaneder yek ji kevintirîn şikeftên dîrokî yên Başûrê Kurdistanê ye. Ev şikeft ne tenê di asta herêmê de wek yek ji kevintirîn şikeftan tê hesabkirin, belkî di asta cîhanê de jî yek ji kevintirîn şûnwarên dîrokî yên ku microvan li wir jiyan kirine, li cîhanê jî tê dîtin. Şikeft li quntara Çiyayê Biradostê li herêma Barzanê ye ku li sînorê navçeya Mêrgesor a ser bi parêzgeha Hewlêrê ye. Di warê hilkeftinê de jî nêzîkî 822 metran li asta derya bilind e û 145 kîlometran li bakurê rojhilatê Hewlêrê hilkeftiye.

Şaneder li beşa jorîn a herêmeke nîv dol hilkeftiye. Deriyê şikeftê bi şêweya sêgoşe ye û bilindahiya vê 18 metr e û 25 metran jî fireh e, ku ronahiya rojê pir bi hêsanî dikeve hundir. Her çiqas ku ber bi bakur ve bimeşî teng dibe, di deriyê hundir yê ketina nav şikeftê de divê bi ser zikê xwe rakevî û paşê têkevî hundir. Li ber deriyê derve yê şikeftê dar û kulîlk hene, Çiyayê Pîrîs û gundê Nezerî li hemberî şikeftê hilkevtine.

Dîroka Şikefta Şaneder

Wek tê zanîn şikefta Şaneder xwedî dîrokeke kevnar e û çendîn dîroknasên Ewrupî û Amerîkî li ser vê şikeftê lêkolîn encam dane û ji bo wan zelal bûye ku dîroka şikeftê vedigere bo nêzîkî 80 Hezar salan berî Zayînê û wek kevintirîn û mezintirîn şikefta Iraqê tê hesibandin.

Di dawiya sedsala 19an de, karkerên li bajêrê Dusseldorf, a Almanya, bi hilkeft hin hestî dîtin. Mamosteyekî biyolojiyê girîngiya wan hestiyan pê hesiya û navê wan kir Neandertal. Peyva Neander ji navê qeşeyekî muzîkjenê Almanî hatiye wergirtin, ku bi Almanî tê wateya dolê û îşare bi vê dolê dike ku hestî wir dîtine, bi vî awayî peyva Neandertal hatiye dîtin, ku îro tê zanîn reha Neandertal di gel mirov û Homo sapîans çend sed hezar sal in hevdemên hev in, û nêzîkî 30 Hezar sal in jî reha Neandertal ji nav çûye.   

Ji sala 1953 heta 1960`î, tîmek Amerîkî di bin çavdêriya pisporê şûnwarnas yê bi navê Ralph Solicki de bi berdewamî şikefta Şanederê vekolîn. Wan karîbûn çendîn hestiyên kevin ên 60 û 3000 salan berê naha bibînin.

Di dema vekolîn û kolandinê de, Solicky têbînî kir ku di qatek li qadên xaliyê de, çend hestiyên Neandertal ên xortan û bihêz li pêş kona şikeftê de, hebûn û hinek hestiyên biçûk ên nêçîran cem van hebûne. Di bin banê şikeftê de jî hestiyên çend kesên êxtiyar hatine dîtin ku bermahiya xwarina van zêdetir bûye li bermahiyên xwarinên xortan.

Vê keşfê girîngiyeke taybet da bi şikefta Şanedarê û di dîroka mirovahiyê de bû mijara lêkolînê û gelek aliyên vê dîrokê yên nenas hatin lêkolînkirin. Dîroka şikeftê bûye beşek li bersiva hin pirsên dîrokî yên zanayan.

Piştî derbasbûna 5 salan, tîmek li Kambirîc a Birîtaniyayê karê şopandin û lêkolînkirina li şikefta dîrokî ya Şanederê encam dan, ku cihê jiyana mirovên Neandertal bûye. Di sala 2018an de, di şikeftê de serê mirovên Neandertalan hatin dîtin.

Di sala 2019an de, heman tîm kolandin berdewam kir û perçeyek din ji hestiyên mirovên Neandertal dîtin.

Li gorî gotina pisporan, vedîtina perçeyên peykerên mirovan ên Neandertalî destkeftek dîrokî û şûnwarî ye û her bi vê sedemê dikarin datayên nû derbarê dîroka şikefta Şanedarê de eşkere bikin.  

Di şikeftê de vedîtina bermahiyên mirovên Neandertal di çend qonaxan re derbas bûye.

Di destpêkê de vedîtina zilamekî Neandertal bû ku bi navê Nandî tê naskirin û ji aliyê lêkoleran ve tê gotin ku temenê wî di navbera 30 û 45 salî de bûye.

Piştire bermahiyên zilamekî din hatiye dîtin ku temenê wî 30 salî tê texmînkirin û 157 cm bejna wî hatiye danîn û sedema mirina wî jî ji ber ketina li bilindahiyê hatiye diyarkirin.

Di bermahiyên Şanedarê yên sêyem de hestiyên zilamekî din ê temen 40-50 salî hatiye dîtin, ku xuya bû ji ber birînên xwe miriye. Tevî hebûna birînan û bêhna bedena wî jî heta du hefteyan jiya ye.

Peyva Şaneder

Şaneder ji du peyvan pêk tê, "Şane" bi wateya şaneyê û "der" bi wateya vebûn an derî; Ku hemî peyv tê wateya "deriyê şaneyê. Hin çavkanî jî dibêjin ji ber vê yekê bi vî navî binavkirine ji ber dişibe bi şaneya hingiv. Nerînên din jî hene ku navê Şanederê bi gundê nêzîk ve girê didin. Nerînek lawaz jî heye ku dibêjin peyva Şaneder tê wateya cihê veşartina padîşahan.

Şikefta Şaneder naha yek ji navdartirîn şûnwarên dîrokî yên Kurdistanê ye û her sal hejmareke zêde ji xelkê Kurdistanê û geştyaran bi armanca dîtina şikeftê û her weha xwendekarên zanîngeh û peymangehan û bi taybetî jî xwendekarên beşa dîrokê bi mebesta geştên zanistî serdana şikefta Şaneder dikin.

KURDŞOP
763 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!