Mîrnişîna Erdelan, desthilatdariya herî demdirêj a Kurdî

Di dîroka nû ya Kurdî de, Mîrnişîna Erdelan wek yekemîn desthilata Kurdî tê danîn. Li gor gelek ji çavkaniyên Dîrokî, desthilata Mîrnişîna Erdelan bo salên 1169 – 1862`an a mîladî vedigere. Her li gorî vê dîrokê, di her du qonaxên dîrokê yên sedsaliya navîn û dîroka nû de, Mîrnişîna Erdelan desthilata herî bi temen a Kurdî bû. Di vê heyamê de jî nêzî 85 kesan ji endamên malbata Erdelaniyan gihêştine desthilatê û rola xwe ya dîrokî dîtine.

Derbarê dîroka derketina malbata Erdelaniyan û damezirandina Mîrgeha wan (Baba Erdelan) nerînên cuda hene. "Meimûn Beg kurê Bîge Beg" (1496-1538)`an Yazdehemîn Mîrê Erdelaniyan, bal kişandiye ser wê yekê ku "Baba Erdelan" damezirînerê mîrgehê nebûye, berî wî jî çend endamên malbata wan desthilatdar bûn lê "Baba Erdelan" ew kese ku di dawiya sedsala navîn de desthilateke xwecihî ya siyasî bo wê malbatê damezirand".

Ji aliyê xwe "Mihemed Emîn Zekî Beg" Baba Erdelan weke damezirênerê hikûmeta Erdelan daye zanîn. Ew dibêje dema êrîşa "Cengîz Xan" de ku Cengîz dest bi ser navçeyên Şarezûr û Erdelanê de girt, li ser fermana Cengîz Xan, Baba Erdelan weke desthilatdarê navçeya xwe ma.

Emanulla Xan ê Erdelan

Ji aliyê din ve eger dîroka vê malbatê û Mîrên Erdelan bo demek dûr an jî nêzîk vegere, tiştekî ji vê rastiyê kêm nake ku kesek bi navê Baba Erdelan, bûye nasnavê wê malbata xwedi dîrok û damezrênerê vê mîrgehê bû. Herweha ew kes di serdema Sasanî û Ebbasiyan de nebûye,ji ber ku çavkaniyên resen behsa hebûna kesekî bi navê Baba Erdelan nakin. Ji ber wê ew kesê bi navê Baba Erdelan hat naskirin di rastiyê de navê wî "Xesrew Xan" bû û derdora sala 1169`an desthilatdarê navçeya Şarezûr û Hewraman bû. Faktora ku alîkariya derketina wî kesî kir ku fermandariya navçeyên Hewraman û Şarezûr bike, peywendiya wan navçeyan li gel dewleta Eyûbiyan bû li Mîsir û Şamê di navbera salên 1146- 1190 ku ji aliyê Sultan Selahedîn Eyûbî ve dihate birêvebirin.

Her ji ber wê di dema desthilatdariya Eyûbiyan de li navçeyê, derfet bo derketina Baba Erdelan û malbata wî çêbû ku bikare desthilateke nîvserbixwe di nava dewleta Eyûbiyan de ava bike. Ev desthilat girêdayî Eyûbiyan bû û di dema desthilata xwe de "Kelha Zelim"ê li navçeya Hewramanê ava kir, ew kire paytexta desthilata xwe û heta ku di sala 1208`an de koça dawiyê kir, dest danîbû ser navçeya Şarezûr û serkêşiya Mîrektiya Erdelan dikir.

Piştî wî kurê wî bi navê "Killoll" li cihê wî rûnişt û di salên 1208- 1231`ê de desthilatdarî kir. Di serdema wî de desthilata vê Mîrektiyê gihaye Seqiz, Zerîn Kemer, Gerûs, Siyako û Kelha Hewlêrê. 

Mîrgeha Xesrew - Cîhê desthilatdariya Xesrew Xan ê Erdelan

Di serdema wî mîrî de êrîşa Moxolan gihaye Kurdistanê û navçeya Erdelan. Wî mîrî siyasetek daye meşandin ku navçeya di bin destê xwe de ji talan û wêrankirinê biparêze. Her ji ber wê xwe nêzî desthilata Moxol kir û baweriya wan bidest anî ku êrîşî ser herêmên di bin destê wî de nekin.

Dema ku "Kolloll" koça dawiyê kir, kurê wî "Xidir" li şûna wî rûnişt û di nava salên 1231- 1264`an de desthilatdarî kiriye. Ew bi yek ji mîrên bexşer (destvekirî) û jêhatî tê naskirin û dibêjin di serdema wî de aramî û ewlekarî li navçeyê hebû.

Piştî Xidir kurê wî bi nave "Elyas" cihê wî digre û di navbera 1264- 1310`an de desthilatdar bû. Ew jî wekî bavê xwe kesekî bexşer û dadmend bû.

Piştî Elyas kurê wî bi nave Xidirê Duyem di navbera 1310- 1345`an de desthilatdar bû û navçeyên "Koye, Herîr, Hewlêr, Rewandiz û Amêdî" li Başûrê Kurdistanê jî xistin bin destê xwe.

"Helo Xan" yek din ji wan mîrên jêhatî bû ku "Kelha Zelim" li navçeya Hewramanê kire paytexta xwe, piştî wî kurê wî "Xan Ehmed Xan" bûye mîr û sala 1634`an de Sine kiriye paytexta xwe.

Paşmayê Keleha Heloxan

Di encama peymana "Zehaw" a sala 1639`an de hêza vê mîrgehê kêm û lawaz bû.

Kelhên Hesenawa, Pilekan, Kelha Merîwanê ji bajarên giring ên mîrgeha Erdelan bûn.

Çavkanî

Çerdeyek Le Mêjûy Kurd – Dr. Keywan Azad Enwer – Silêmanî 2021

Mîrnişînên Kurdî yên Rojhilat – Nûşîrvan Mistefa Emîn – Silêmanî 2006

KURDŞOP
701 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!