Kom şûnwarên Bêstûnê yên li parêzgeha Kirmaşanê - Beşa 2

Keleha Mad

Şûnwarên Keleha Mad li bakurê rojavayê Çiyayê Bêstûnê hilkeftiye û li gorî lêkolînên şûnwarnasiyê yên di sala 1966an de, birc û dîwarekî wê yê balkêş hebûye. Dîwarên kelehê hişk in û ji kevirên hûr û stûr hatine çêkirin.

Bi sedema vê ku ev asewarên destçêkirî yên ku li vê derê hatine dîtin dişibin asewarên Noşîcan Melayêr û Gûdîn girê Kengaver, tê gotin ku ev keleh girêdayî serdema Madan e. Vedîtina derziyek tûncê ku bo sedsala Heştan a berî zayînê vedigere vê îhtîmalê xurtir dike.

Di vekolîna asewarnasan ya li sala 2002an de, asewarên serdemên cuda yên wekî serdemê Mefrex, serdemê Hexamenişî, serdemê Eşkaniyan û serdemê Îslamê hatine dîtin û ev vê yekê îspat dike ku ev keleha li serdemê Madan de li asta herî avedanî û bihêziya xwe de bûye.

Nexşe kevirê Gûderiz

Nexşe kevirê Gûderizê duyem şûnwareke serdema Eşkaniyan e ku serkeftina Gûderizê duyem ya li ser Mehrdad nîşan dide. Mehrdad şazadeyekî ango kurmîrekî Eşkanî bûye ku li bara Împaratoriya Roma ya mezin bûye û Gûderiz di navbera salên 38-51-ê Zayînî de desthildariya herêmê kiriye.

Di vê nexşa kevirî de, ku dîmenek nezelal a qada şer nîşan dide, tê gotin ku sê şervanên zirxî yên li ser hespan xuya ne ku tê gotin şervanê nîvekê, Gûderiz e.

Di vê dîmenê de Nîck, xwedayê serketinê, tacekê datîne ser serê Gûderiz, di demekê de ku ew bi rimê êrîşî dike ser siwarekî din, ku tê gotin Mehrdadê duyem e û wî li ser hesp dixe erdê. Nivîsa kevirî ya bi zimanê Yewnanî li kêlega vê nexşekevirî heye ku li hundir de behsa şerê Gûderiz û Mehrdad dike.

Nexşekevirê Mehrdad

Nivîsa kevirê Mehrdad, yek ji mezintirîn şahên Eşkan bûye û yek ji kevintirîn şûnwarên desthilatdariya Eşkan e û nirxê wê yê dîrokî gelek zêde ye.

Ev şûnwarên han vedigerin bo salên 110 heta 123an berî zayînê û rast li binê nivîsa kevirê Daryûsê Hexamenşî de cih girtiye.

Nexşê ser kevir bi taybet bi nîşandana desthilatdariyê ji aliyê Mehrdad ve ji Satrapsan (rêveberên herêmî) re, ku her yek ji wan li gorî pêgehên ku hene di rêzê de li dû hev rawestane.

Li ser serê her yek ji kesayetiyên li hundirî vê nexşa kevirî de kevirnivîsek bi destnivîsa Yewnanî heye ku van dide naskirin. Kesê yekem Gûderiz e yekemê li dû Mehrdad de dibe cêhgirê wî be. Û navê kesê duyem li destpêkê ku renge yek ji şazadeyan be.. Kesê sêyem Mîtradat e ku di vê nivîsê de bi nasnavê “Pîpîs Tumînus” ango Emîn Şah hatiye nasîn. Kesê çaremîn jî navê wî Kufasats e.

Ev nexşe kevira han ji bilî ku bi derbasbûna demê re zirareke mezin dîtiye, li serdemê Şêx Elî Xanê Zengene ku Serokwezîrê Şa Sulêmanê Sefewî bûye, beşek bi mebesta çêkirina nivîsa kevirê Şêx Elî Xan, ji nav çûye.  

Kevirnivîsa Şêx Elî Xan

Şêx Elî Xan ku mîrê Kirmaşanê bûye û ji bo avakirina herêmê gelek xebitiye û paşê bûye serokwezîrê Şah Ebbasê Duyem û paşê jî Şah Silêmanê Sefewî ewqas bawerî pê aniye, ku bi navê "Îtmat El-Seltene" binav kiriye.

Nivîsa Kevirê Şêx Elî Xan nivîsa weqifnameya Şêx Elî Xan e ku li ser nexşe kevirê Mehrdadê duyem li hundirî çiyayê Bêstûnê hatiye koladin û hin beşên bermahiyên dîrokî yên serdema Eşkaniyan ji nav çûne.

Karwanseraya Şa Ebbasê Bêstûn

Kerwanseraya Şa Ebbas yek ji şûnwarên bêhempa yên kom şûnwarên Bêstûnê ye ku li ser rêya kevin a Kirmaşan-Hemedanê hilkefitiye.

Karwansera ku rûbera wê 6 Hezar metre çargoşe ye, bi şêweya karwanserayên serdemê Sefewiyan hatiye çêkirin. Çêkirina vê karwanserayê bi fermana Şah Ebbasê yekem ê Sefewiyan dest pê kiriye û bi hewldana Şêx Elî Xan ku li ser nivîsa li ser serê karwanserayê jî xuya dike, bi dawî bûye.

Ev karwanseraya di serdema Nasredîn Şahê Qacar ​​de hatiye nûkirin û di serdema paşatiya Pehlewiyan de bûye embara genim. Piştî damezrandina Komara Îslamî ya Îranê, bo heyama 17 salan bûye girtîgeh û piştre ji aliyê Saziya Mîratê ya Çandî ya Kirmaşanê ve hatiye wergirtin û nûkirin.

Vê karwanserayê çar zîndanên wê hene û li her aliyekî du platformên kevirîn û heft bircên kerpîçan hene û li ser çar dorhêlên derve yên çar bircên ku tenê du ji wan mane, hatiye avakirin. Di sala 2014'an de biryar hate girtin ku şûnwarê han yên dîrokî veguherînin bi oteleke geştyarî ya kevneşopî ya pênc stêrk ku dikare 100 mêvanan bihewîne.

Pira Sasaniyan

Pira Sasaniyan an jî pira Xosrew Perwîz bi dirêjahiya 152.80 metreyan li ser çemê Gamasyav e û 2 kîlometreyan dûrî bajarê Bêstûnê hilkeftiye û bi balkişandin li ser teknîka avahîsazî û çawaniya tiraşîna keviran, kom nîşanên ku li ser keviran bi cih mane nîşan didin ku ev şûnwarên han taybet in bi serdemê Sasaniyan û hinek ji zana li ser vê baweriyê ne ku ev pira beşek bûye ji bendava Sasaniyan.

Di pirê de 10 stûn û 9 çav hene ku bi stûnên 3.14 metran dirêj û 2.70 metran jî fireh hatine çêkirin. Stûnên vê pirê bi şeklê şeşgoşe ji tevlîbûna heriyê û kevirê tiraşî hatine çêkirin, pir li ser platformeke kevirî hatiye çêkirin ku him rê li ber şûştina binê çem digire û him jî asta avê jî rêk dixe. Pir hilweşiyaye û di van salên derbasbûyî de stûnên hesinî danîne ser stûnên kevirî û li şûna pira kevin pireke hesinî hatiye çêkirin.

Pira Bêstûn

Pira Bêstûnê li ser çemê Dîneweriyê hilkeftiye û bi çend navên din wek Pira Şa Ebbasî, Pira Sefewî, Pira Kevin, Pira Nadirava û Pira Dînewerî tê naskirin. Dirêjahiya vê pirê 144 metre ye û di dawiya serdema Sasaniyan de hatiye çêkirin. Û tê gotin ku bi fermana Xosrew Perwîz hatiye çêkirin.

 Li gorî lêkolînan, stûnên pirê di dawiya serdema Sasaniyan de hatine çêkirin û mîna gelek asewarên Sasaniyan koma Bêstûnê ne temam mane û di sedsala 11'an a zayînî de, wate 4 sedsalên piştî hilweşîna Sasaniyan, ev pira han temam bûye. Çavê pêncemîn ê pirê di serdema Îlxaniyan de  hatiye nûkirin û dîsa di serdema Sefewî û Pehlewiyan de hatiye nûkirin.

KURDŞOP
585 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!