Li Dêrsîmê avahiyekî dîrokî yê giştgîr hate dîtin

Ji aliyê xelkê herêmê ve heta naha ew devere wek ‘’Tirbeya Qral’’ dihate bi nav kirin û tirbeyên di kevir de, refiken nav kevir de hatî kolan û stûnên wek dîwar, Odeyên Bûkê bi temamî amajeyên serdema hesinî ne.

Kurdshop – Li Dêrsîm a Bakurê Kurdistanê di wan demên dawî de hin lêkolînên arkeolojîk birêve diçin û li navçeya Pîlemor an jî Pilemûriye ya Dêrsîmê di zinarekî bilind de avahiyekî giştgîr ê pêktê ji Odeyên Bûkê û tirbeyên di kevir de hatine çêkirin û qadên perestgehên vekirî hate dîtin. Hat ragehandin ew dîtinên nû yên serdema Hesin in û li herêmê heta naha avahiyekî waha û nimûneyekî din tine ye.

Li navçeya Pîlemorê ber bi bakur bo başûr ve li ser cîhekî 150 heta 200 metreyan bilindayiyê, di şikêr û zinarekî asê li ser girekî Odeyên Bûkê, 4 tirbeyên di kevir de hatî çêkirin, kevirên bilind de refik, platformên ji keviran, dereceyên di kevir û zinaran de hatî kolan û tûnelên bi qedeme aliyên serekî yê vê avahiya giştgîr e.

Ji aliyê xelkê herêmê ve heta naha ew devere wek ‘’Tirbeya Qral’’ dihate bi nav kirin û tirbeyên di kevir de, refiken nav kevir de hatî kolan û stûnên wek dîwar, Odeyên Bûkê bi temamî amajeyên serdema hesinî ne.

Li gor lêkolînên hatine kirin ev devere piştî hatî çêkirin, di serdema Heleniyan de jî hatiye bikaranîn.

Ji Zanîngeha Bozok a Yozgat a Tirkiyê, Mamostayê Fakulteya Beşa Arkeolojiyê Dr. Serkan Erdogan vê derbarê de ragehand, ew lêkolînên arkeolojik ên hatin kirin de derket ku, ew Odeyên Bûkê ji avahiyekî giştgîr a mezin pêkhatiye.

Dr. Serkan Erdogan diyar kir: ‘’Ev avahiye bingehê wê yê esasî ji 4 tirbeyên kevir ên cuda, dîwarên ji kevir ên mezin, refikên di kevir de hatî kolan, platformên kevirî yên mezin, dereceyên bi kolana kevir ve hatine çêkirin û tûnelên bi li dû hev bi qedeme pêktên. Awayê Odeyên Bûkê eger hinek mirov pênase bike, li ser du platformên kevir ên esasî hatine damezrandin. Di qadeke berfireh de hatine çêkirin û nav xwe de jî gelek avahiyên pir cuda hene. Odeyên Bûkê ji bo arkeolojiya herêmê (Kurdistan) dikare bê gotin xwedî giringiyekî cuda ye. Li ti cîheke din tine û nekropolekî ku ji hemû niştecihiyên din cuda ye (Nekropolis: Di bajarên arkeolojik de ji bo cîhê ku tirbe û tirbeyên komî lê heyî jê re tê gotin nekropol an jî nekropolis). Herwaha liv ê nekropolê, perestgehên ser vekirî jî hene ku dikare bê gotin avahiyeke waha giştgîr li herêmê hemûyê tine an jî nehatiye dîtin.’’

Dr. Serkan Erdogan diyar kir, Odeyên Bûkê ji ber ku tirbeyên kevirî ne, çanda bavsalarî û piştî mirinê jiyan û şopên hin baweriyên din ên olî jî xuya dikin an jî em naha bawer dikin ku wisa ye. Û ragehand: ‘’Odeyên Bûkê dikare bê gotin ku ji bo hin rîtûel ên olî lê bicîh bînin perestgehên ser vekirîne û avahiyên gelek berfireh ên giştgîr in.’’

KURDŞOP
640 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!