Em şehîdên Gelê Kurd Şêx Seîd û hevalên wî jibîr nakin

Di destpêka sedsala borî de dema dinyayeke nû hat avakirin, Gelê Kurd, rastî xiyeneta hêzên mezin û Kemalîstan hat.

Di salên 1920î de bi peyama biratiyê nêzîkatî li Kurdan hate kirin û qaşo dê dewlata nû, ji aliyê Kurdan û Tirkan ve bihatina avakirin.

Lêbelê, wexta di sala 1923an de Komara Tirkiyeyê hat avakirin û piştre jî bi Peymana Lozanê ya navneteweyî hat mîsogerkirin, ne biratî ma û ne jî qewl û sozên ku hatibûn dayîn.

Pêngava ewil ya Kemalîstan; înkarkirina hebûna neteweya Kurd û ji holê rakirina rastiya Kurdistanê bû. 
Piştî vê xiyanetê, mafê Gelê Kurd bû ku li hember vê neheqiya dîrokî nerazîbûn nîşan bide.
Kurdan, jibo di welatê xwe Kurdistanê de bi şêweyeke azad û serbilind bijîn, dengê xwe bilind kirin.

Dewleta Tirk, van daxwazên mirovî û rewa yên Gelê Kurd, bi şêwazeke hovane bersivand û jibo pelçiqandin û fetisandina tevgera azadîxwaz ya Kurd kete nav tevgerê. 

Li Amedê “Dadgehên Îstîklalê” hatin damezrandin ku ti aliyekî xwe yê hûqûqî tunebûn. 
Serok û rêberên bijarte yên Gelê Kurd Şêx Se`îd û 47 hevalên xwe 98 sal berê di rojeke wiha de, ji aliyê vê dadgeha korsan ve bi şêweyeke bêhûqûqî û bi binpêkirina hemû şêwazên hûqûqa navneteweyî bi cezayê îdamê hatin cezakirin û li Taxa Derê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.

Di rastiya xwe de bi bidarvekirina wan, xwestin vîna Gelê Kurd bifetsînin. Bi vê yekê re daxwaza Gelê Kurd ya jiyaneke azad û serbilind hatibû darvekirin. 
Dewleta hov, qîma xwe bi vê yekê jî neanî û bi sedan gund û navçeyên kurdan wêran kirin. Bi hezaran Kurdên sivîl û bêguneh; jin, kal û zarok bi şêweyeke nemirovane hatin qetilkirin. Yên mayî jî, bi sedhezaran bi destezorî ji cî û warên xwe hatin nefîkirin.

Dewleta dagirker ya Tirk, hindî ku ji daxwazên Kurdan ditirsiya, qebrên serokên wan jî, ji wan dabû veşartin. Vê dewleta hov, bi veşartina gorên Şêx Se`îd û hevalên wî, kevneşopiyên hezaran salan yên gelên herêmê û yên ola îslamê binpê kirin. Vê helwesta xwe ya hov û nemirovane, di salên pêş de jî domandin. Gorên rêberê Serîhildana Dêrsimê Seyîd Riza û Se`îdê Kurdî jî, bi van rêbazan hatin tunekirin.

Lewra, dewletê dixwest ku bi veşartin û tunekirina gorên serok û rêberên Kurd, Kurdan ji bîra wan bêpar bihêle û wan ji koka wan dûr bixe. Herwisa, bi windakirina gorên rêberên Kurd, dixwest ku Kurd, ji hişmendiya neteweyî dûr bikevin.

Yek jê hesabê dewleta dagirker jî, ew bû ku dema koka darê bê birrîn, dê şax û guliyên wê ji berxwe ve hişk bibin. Dema dîroka neteweyek jî bê tunekirin, derfeta afirandina pêşeroja wê jî, ji dest tê stendin. Bi vî awayî dikarin heta û heta Kurdan mehkûmê zincîrê koletiyê bikin.

Dewleta Tirk, di seranserê sedsala borî de, jibo têkbirin û çewsandina doza azadiya neteweya Kurd, çi rê û rêbazên hov û nemirovane neman ku neceribîne.

Ligel hemû zilm û zordariyên dagirkeran jî, Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ti car tekoşîna azadiyê nedan rawestandin.

Êdî hatiye piştrastkirin ku bi rê û rêbazên leşkerî; bi siyaseta red û înkarkirinê, bi kuştin û qetilkirinê, bi wêrankirin û nefîkirinê ku ev sed sal e dewletên dagirker dişopînin, pirsa Kurd nayê çareserkirin. Divê bê zanîn ku bi heman siyaset û helwestê, îrorojê jî nikaribin serkeftinê bi dest bixin.  

Divê dewleta Tirk, hemû mafên Kurdan ku ji netewbûna wan tê, binase.

Divê dewlet tavildest ciyê gorên Şêx Se`îd û hevalên wî, Seyîd Riza û Se`îdê Kurdî ku ev 98 sal e veşartiye, eşkere bike. 

Divê rayedarên dewleta Tirk, ji ber vê siyaseta xwe ya stemkarî ya li dijî Kurdan, li Gelê Kurd lêborîna xwe bixawazin.

Em wek partî û tevgerên Kurdistanê, ti car ji koka xwe dûr nakevin û dîroka gelê xwe jibîr nakin.

Em soz didin gelê xwe, ew dîroka me ya ku hatiye serûbinkirin, em ê lê bixebitin ku bi awayekî ron û rasteqîn cihê xwe bigire.

Em ê ti carî destûrê nedin wan hewldanên reşkirin û berevajîkirinên derbarê dîroka me ya neteweyî de, û 
em ê heta û heta şehîdên 1925an bidin jiyandin.

Bijî lehengên Gelê Kurd Şêx Se`îd û hevalên xwe 
Bijî tekoşîna azadiya Gelê Kurd Şêx Seid û hevalên wî.

Pilatforma partiyên Bakûrê Kurdistanê(Hereketa AZADÎ, PAK,  PAKURD, PDK Bakur, PSK)

KURDŞOP
720 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!