Pira Malabadê ya dîrokî

Pira Malabadê di sala 1147'an de hatiyê çêkirin. Dirêjiya wê 150 metre, firehiya wê 7 metre û bilindiya wê jî 20 metre ye. Pira Malabadê ku bi kembera xwe ya 40.86 metre dirêj ve li cîhanê pira herî dirêj a kembera kevir e.

Şadî

Kurdshop – Pira Malabadê di navbera navçeya Farqîn a ser bi parêzgeha Amedê û Batman a Bakurê Kurdistanê li ser çemê Batmanê ye. Pira Malabadê ku di Lîsteya Mîrata Çanda Cihanê ya UNESCOyê de cîh digre, herwaha nimûneyeke herî baş a endazyarî û mîmariyê ye.

Pira Malabadê, bi kevirên rengîn hatiyê hûnandin û wekî ku li jor jî hat ziman li cîhanê di nav pireyên ji kevirên birî de ya xwedîye kembera herî fireh e. Di navbera her du kêlekên kemberê de du ode hene û ji pênc çaviyan pêk tê. Fireyiya kembera pireyê 40.86 mêtre û ji nîvê kemberê bilindahî jî 20 mêtre ye.

Pira Malabadê ji aliyê Badê kurê Dostik ve ango di dema desthilatdariya Merwaniyan de hatiye ava kirin û li gor gotinên gelê herêmê jî navê pirê ji gotina Mala Bad tê ango Mala Badê.

Avahîsaziya pira Malabadê çend caran xera bûye. Ji bo ava kirina pirê kevirên taybet ên gewr hatine bikaranîn. Li ser pirê hin nivîs û nexşên kevirî hene ku heta naha baş nehatine xwendin. Lê ew nivîs û nexşên ku di kevirên pirê de hatine nivîsandin dişibin nivîs û nexşên Heskîfa xwedî dîroka kevnar û pirên li Cizîrê.

Berê rêya Farqîn û Batman û Bedlîsê bi vê pira Malabadê re derbas dibû, lê piştre di salên 1950yê de li tenişta pira Malabadê pirekî nû hate çêkirin û ew pir naha wek bermahiyekî dîrokî dimîne û rêya Farqîn û Batman û Bedlîsê di vê rêya nû re hatûçûna wê tê kirin.

KURDŞOP
599 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!