Mîrên Kurd ên Donbolî di serdema desthilata paşayên Hewşar û Zend da

Piştî dawîhatina desthilata Sefewiyan zincîreyên paşatiya Efşariyan ku bixwe ji Tirkmenên Efşar in û ji Qizilbaşane û alîkarên desthilata Sefewî bûn hatine ser desthilatê û "Nadir Qulî Efşar" dibe yekem damezrênerê desthilata "Efşar" û bi şêwiriya Kurdên "Hewşar" ku ji Xorasanê destpê dikin û nifşê Sefewiyan ji nav dibin. 

Nadir Şah piştî ku pirsgirêka wan wîlayetên ku di dema Sefewiyan de ji dest çûne çareser dike, ku hin ji wan ketibûn bin destê Osmaniyan li Rojava an jî ketibûne bin destê "Gewrîkanî" li Hindistanê û dibe şahê Îranê û bo dema 30 salan Hewşarî desthilata Îranê digrin destê xwe û piştre "Kerîm Xan Zend"  desthilata Hewşariyan di dîrokê de wenda dike, piştî şerê li gel wan kesên ku behsa serweriya Îranê dikin, derfet jêre çêdibe ku desthilata xwe ava bike û Zendî bo dema 30 salan dibin xwediyê hukim û desthilata Îranê.

Lê di nava wan 60 salan de navê Donboliyan ji berê mezintir dibe û gelek bi başî geşe dikin. Desthilata Donboliyan di vê serdemê gelek baştir û rêkûpêk bûye, em dikarin bêjin weke nîv paşatiyekê di navçeyên di bin destê xwe de hatine naskirin û navê wan hebûye. Her ji ber desthilata wan di seranserê Îranê de weke hêzeke ku bandoreke mezin heye hesab ji wan re hatiye kirin.

Nadir Şah ê Hewşarê piştî jêbirina paşmayên desthilata Osmaniyan li Azerbaycanê, careke din "Murteza Qulî Xan Donbolî" Kurê Şabaz Xan Gurîn ku me behsa wî kir, weke desthilatdarê navçeyên xwe hilbijart û rûmeta mîrîtiyê bo wî vegerand. Heta wê asta ku "Murteza Qulî Beg" di cejna tacguzariya Nadir Şah de di sala 1148 a hîcrî de ku dike 1735 a miladî beşdar dibe û di şerê Kafkasê de fermandarê beşeke mezin a leşkerî Nadir Şah bû.

Sînorî Desthilata Nadir Şah Efşar

Li gorî "Kazim Merwî" ku dîroknivîsê dîwanxaneya Nadir Şah bû, Murteza Qulî Beg di rêza mîr û xanên mezin ên desthilata Hewşar de bû, lê ew peywendî ewqas bihêz namîne, sedema wê jî ev e ku Nadir Şah  daxwaza baceke zêde ji Donboliyan dike û Murteza Qulî beg dijî wî derdikeve nameyekê bo dewleta Osmaniyan dişîne û xelkê navçeya Donbolî dest bi şoreşeke nû dijî desthilata Nadir Şah dikin.

Her çiqas Murteza Qulî Beg xwe diparêze ku bi leşkerê desthilata Hewşariyan re şer neke, lê tevî piştevaniya Osmaniyan di şer de tê kuştin. Tevî ku dîroknivîsê bi eslê xwe Donbolî ku me berî niha behsa wî kir, Ebdulrezaq Beg ê bapîrê wî wate Murteza Qulî Beg, li ser fermana Nadir Şah  diçe Xorasanê û Nadir li wir li gorî yasayên xwe yên takekesî fermana kuştina wî dide. Tevî ku nerîna Ebdulrezaq li gorî reftara tund a Nadir Şah de hev digre,lê her çawa be Murteza Qulî Beg di encama şoreşa Donboliyan de tê kuştin û Nadir Şah ji wî karî xwe poşman dibe û ji nû ve Şabaz Xan Donbolî ku bapîr (Kalik)ê Ebdulrezaq ê dîroknivîs weke mezinî navçeya Donboliyan destnîşan dike.

Şabaz Xan heta dawiya desthilata Hewşar dimîne, Piştî Nadir alîkariya "Birayîm Xan" biraziyê Nadir dike ku şûna Apê xwe digre. Lê piştî aloziya demdirêj ku piştî mirina Nadir ku di navbera "Fethelî Xan" ê Hewşar û "Azad Xan" ê Efxan, "Kerîm Xan ê Zend" û " Heme Hesen Xan Qacar" li ser desthilata Îranê derket. Şabaz Xan hin caran piştevaniya Azad Xan û hin caran jî piştevaniya Heme Hesen Xan ê Qacar dikir, tevî wan li hember Kerîm Xan radiweste lê herdem di şer û siyasetê de şikist xwarine û di dawiyê de Kerîm Xan serdikeve.

Kerîm Xan bo bêdengkirina wan malbatên ku daxwaza desthilatê dikirin, yek kesên giring ên wê malbatê weke dîl digirt û Axa Mihemed Xan li Qecer û Şabaz Xan ê Donbolî bi barimte girtiye û ew birine Şîrazê ku wê demê paytexta wî bû. Li gorî hin çavkaniyan ne tenê Şabaz Xan lê du kesên din ên malbata Donboliyan dîl girtine.

Sînorê desthilata Kerîm Xan Zend

Ji aliyê din Kerîm Xan desthilata Xoy û Azerbaycanê dide Necef Qulî Beg ku kesekî xwedî ezmûn bû û her ji serdema Nadir Şah de kesekî karbidest û hêja bû, li gorî belgenameyên dîrokî bo dema 40 salan desthilatdariya navçeyê wîrasî bûye.

Piştî wê desthilata malbata Donboliyan dikeve destê Ehmed Xan Donbolî ku kesê herî navdar ê zincîreya mîrên Donbolî bû û heta niha navê wî di dîroka Xoyê de û hizra xelkê navçeyê de maye.

Ehmed Xan bêhtir ji 50 salan desthilatdarê navçeyê bû, di hevrikiya di navbera Lutfelî Xan Zend û Axa Mihemed Xan Qacar de ku piştî mirina Kerîm Xan bo bidestxistina paşatiyê şer dikin, desthilata Ehmed Xan ji her demê baştir berdewam dibe.

KURDŞOP
821 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!