Desthilata Zincîreya Mîrên Kurd ên Donbolî di serdema sefewiyan de  

''Kurdên Donbolî" yek ji eşîrên kurd ên navçeyê "Xoy û Selmas" ê ne li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ku di sedsaliya çarem a hîcrî de nave wan di nav nivîsên dîrokî yên Îranê de hatiye. 

 "Kurdên Donbolî" yek ji eşîrên kurd ên navçeyê "Xoy û Selmas" ê ne li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ku di sedsaliya çarem a hîcrî de nave wan di nav nivîsên dîrokî yên Îranê de hatiye.  Bav û kalên Donboliyan di serdema Sefewiyan (1501-1736) miladî, Hewşariyan (1735-1803), Zendî (1751-1794) û Qacarî (1796-1925) ê desthilatê beşeke zêde ya navçeya Azerbaycanê ya Îranê di destê wan de bûn.

Li gorî Şerefnameyê Donbolî li wîlayeta "Boxtî" wate "Botan" ê ve ber bi rojhilat koç kirine û li navçeya Azerbaycan a Îranê bicîh bûne. Donbol li gorî nivîsa Şerefxanê Bedlîsî di dîroka Şerefnameyê navê yek ji çiyayên herî diyar ên "Diyarbekir" bû. Tevî wê yekê di nava dîroknasan de baweriyeke din heye ku bingehê wan vedigere ser "Yehya Bermekî" ku ji wezîrên herî zîrek û diyar ên Xelafeta Ebbasiyan bû û bi esla xwe ji bajarê "Belx" a Afganistanê bû.

Lê ew tenê nerîna yek ji dîroknasan e û belegeyeke cihê baweriyê bo gotinên xwe nayne, nivîskarên din ên weke "Şerefxanê Bedlîsî" û "Nadir Mîrza" nivîskarê pirtûka (Dîrok û Erdnîgariya Darulselteneya Tewrêzê) û "Mihemed Emîn Zekî" û "Baba Merdûx Rûhanî" hemû li ser vê yekê yek nerînin ku Donbolî Kurd in.

Donbilî destpêkê li ser ola Êzdiyan bûn lê piştî ku li Azerbaycanê bicîh dibin, Ola Îslamê û mezhebê Sunnî hilbijartine û piştre di serdema Şah Ebas ê Sefewî de bi serkêşiya "Selman Xan Donbolî" dest ji sunnîbûnê berdidin û diçine ser mezhebê Şîeyan û di dîrokê de weke Ehlî Teşeyûi tên naskirin.

Yekem desthilatdarê Donboliyan ku navê wî di dîrokê de hat tomarkirin "Şemsulmilûk Donbolî" bû ku bajarê Xoyê weke navenda desthilata xwe hilbijart. Helbestvanê navdar ê Fars "Xaqanî" di dîwana xwe de gelek pesna Şemsulmilûk dide û bi rêzdarî behsa wî dike.

Hevdem li gel paşayetiya "Şah Temasb" ê Sefewî, "Hacî Begê Donbilî" ji aliyê Sefewiyan bi fermî weke berpirsê sînorê di navbera Îran û Osmaniyan de tê destnîşankirin û şah nasnavê "Sultan" lê dike.

Lê piştî demeke kurt pirsgirêk di navbera wan û Eşîra Mehmûdiyan de derdikeve ku her Kurd in û cîranê wan in, wê demê dewleta Osmanî piştevaniya Mehmûdiyan dike, Donbolî jî nikarin baweriyê bi desthilata Îranê bînin, di demeke dirêj de gelek caran dibin armanca êrîşan û gelek caran bo ku xwe biparêzin diçin eniya Osmaniyan, ji ber wê Şah Tehmasb kîna wan hildigre û 400 mêrên wan dikuje. Tevî wê jî nêzî 30 kes ji eşîra Donbolî ku di desthilata Sefewiyan de, berpirsyartiya wan hebû bi fermana Şah Tehmasb tên kuştin. Her ji ber wê yekê careke din Eşîra Donboliyan berê xwe didin dewleta Osmanî û Sultanê Osmanî desthilata navçeya (Qutûr-Kotolê) dide wan. Lê dîsan careke din berê xwe didin desthilata Sefewiyan û Şah Tehmasb, kurê Hacî Beg weke Mîr destnîşan dike û beşek din ji kesayetiyên eşîra Donboliyan weke berpirsên hesab û bacê destnîşan dike û karê mezin dide wan û baweriyê  bi wan dike.

Tevî desthilata Şah Ebasê yekem ê sefewî, desthilata Donboliyan bêhtir geşe dike û xuya dibe, bi taybet di azadkirina Tewrêzê de ji destê Osmaniyan ku di berjewendiya Sefewiyan de şer dikin û roleke baş di berjewendiya Sefewiyan de dilîzin.

Weke mînak "Selman Xan Donbolî" ku Sultanê navçeya "Çoris" bû, bi nûneratiya sefewiyan li gel Mihemed Paşayê nûnerê Osmaniyan li ser sînor şer dike û wî dişkîne, ji aliyê desthilatdarên Sefewî tê xelatkirin û pileya "Bîgler Beg" didin wî ku pileyeke bilinde di desthilata Sefewî de. Ji bilî Selman Xan nave mîrên Donbolî bo rêvebirina navçeyên din ên Îranê derdikeve pêş, ew yek nîşan dide ku Şah Ebas baweriyeke zêde bi Kurdên Donbolî hebû.

Ebdulrezag Beg; Donbolî di pirtûka Mather El-Sultanî de ku bixwe dîroknivêsê dezgehê Qacariyane û bi esla xwe ji malbat û Eşîra Donbolî ye behsa berxwedana "Şabaz Xan Donbolî" li hember hêzên Osmanî dike. Di serdema desthilata şahê dawiyê yê Sefewiyan wate "Şah Sultan Husên" bo dema neh mehan li dijî leşkerên Osmaniyan radiweste û di dawiyê de bê ku Îran alîkariya wî bike, leşkerê Donboliyan nikare berxwe bide bajarê Xoyê ku navenda desthilatdariya Donboliyan bû dişkê û "Necef Qulî Beg" Donbolî kurê Şabaz Xan û Bavê wî wate "Ebdulrezaq Beg " ê nivîskar ji aliyê Osmaniyan ve dîl tên girtin û dawiya desthilata sefewiyan dawiyeke nexweşe bo Kurdên Donbolî li navçeya Azerbaycan, lê ew bi wateya dawiya Donboliyan nîne û hikûmeta wan careke din serî hildaye.

KURDŞOP
670 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!