Girê Başûr ê dîrokî li Sêrt a Bakurê Kurdistanê

Girê Başûr 20 kîlometreyan li bakur rojava, nêzîkî Sêrt a bakurê Kurdistanê ye. Di geliyê Botanê de li nêzî çemê Başûr ê ku ji çiyayê Bedlîsê tê û ew gir dê di bin bendava Ilisu de bimîne.

Kurdshop – Girê Başûr 20 kîlometreyan li bakur rojava, nêzîkî Sêrt a bakurê Kurdistanê ye. Di geliyê Botanê de li nêzî çemê Başûr ê ku ji çiyayê Bedlîsê tê û ew gir dê di bin bendava Ilisu de bimîne.

Girê Başûr nêzîkî 250×150 metre firehî û dirêjiya wê heye. Ew gira ji ava Geliyê Bedlîsê derdikeve û tê ser Çemê Botanê û ji wê derê tê bo Çemê Başûr û li kêleka Çemê Başûr e. Wek korîdorekî çandî tê pênase kirin. Herwaha di navbera Çiyayê Nemrûd û bi giştî Mezopotamyayê û bi çavkaniyên xwe yên kevirên obsidyenî ve wek rêyekî bazirganî û bihevguhertina keresteyan bûye. Ew şûnwarê dîrokî xwedî kevnariyekî 7 hezar sal Berî Zayînê ye û heta dema wan çend sedsalên nêzîk jî niştecîhbûn têde hebûye.

Di sala 1963’yan de ji hêla şûnwarnasê amerîkî Robert J. Braidwood û şûnwarnasê tirk Halet Çambel ve hatiye dîtin. Ji ber ku ev cihê dîrokî wekî gelek cihên din ên dîrokî di bin bendava Ilisuyê de dimîne di sala 2007’an de ji hêla kolanên wê yên şûnwarî, ji hêla şûnwarnasê zanîngeha Egeyê Haluk Saglamtimur ve hatibûn destpêkirin.Girê Başûr cihekî stratejîk ê serdema xwe ye. Ji ber ku li ber çem dimîne û hatin û çûyîna xeta Serhedê û xeta biniya serhedê piranî mirovên wê demê bi kar dianîn. Bi teybetî jî tê texmînkirin ku ev gir ji bo bazirganiya madeyên kevirê obsidyen ê ku li çiyayê Nemrûdê diçe Mezopotamya navîn hatiye bikaranîn. Ji ber ku gir nêzîkî çem e û ev çemê Başûr diçe ser çemê Botanê û çemê Botanê jî diçe ser çemê Dîcleyê di serdema B.Z. de bazirganiya gelek madeyan li ser çeman dihat kirin. Bi qayîx û selên ku ji daran û kevilê sewalan dihatin çêkirin keştiyên xwe di ser avê de dibirin heta Mezopotamya jêrîn.

Li Girê Başûr ji bo xwecihiya herêmê ji gelek nîşaneyên girîng diyar dibin. Wekî ku em dizanin jiyana xwecihiya mirovên kevn piraniya xwe li dora çeman çêbûye. Bi teybet jî di Kurdistanê de li dora çemê Dîcle û Firatê gelek cihên kevnar hene. Ji bilî Dîcle û Firatê jî çemên biçûk ên ku wekî rayên van her du çeman e û ji qontarên çiyayan tên digihîjin van her du çemên mezin malovaniyeke mezin ji xwecihiya mirovahiyê re kirine. Girê Başûr jî yek ji van xwecihiyên ku ji rayên van çemên biçûk tê. Tê hizirîn ku di vî xwecihiyê de di serdemên ji beriya mîladê heta dema nêz de mirov li vê derê bi awayeke xwecihî mane û ev der wekî gundeke bazirganiyê bi kar anîne. Ji ber ku bermahiyên serdema Uruk an yên serdema dewletbûyîna bajarên Sumeran bigire heta bermahiyên dema Romayiyan û bermahiyên serdema îslamê gelek bermahiyên serdemên kevn li wê deverê hatine dîtin. Ji mîmariya wan bigire heta şêweyê mirî veşartin û firaxan, xwarin û vexwarin bi giştî dide nîşan ku ev der dîroka wê digihîje heyanî B.Z 7 hezar sal zêdetirî.

Di çapemeniyê de û di nav lêkolînên şûnwarnasî de herî zêde li ser seta lîstokên kevn ên ku li vî girî hatine dîtin hatiye sekinandin. Bêguman ev yek asta çand û hunera vê derê û mirovên ku li vê derê dijîn dide nîşandan. Yanî çandeke pêşketî ya di aliyê lîstokên stratejîk de mirov dikare bêje di nava mirovên vê derê de hebûye. Ji bilî vê yekê jî nexşkirina van setên lîstokê ji hunera wan a wê demê derdixe holê. Di serdema beriya mîladê du hezar salan de ev der wekî navendeke bazirganiyê hatiye bikaranîn. Di vê derê de hem di hêla mîmarî de hem jî di hêla bermahiyên hatine bidestxistin de ev yek derdikeve holê.

Gelek peykerên xwedawendan û muhrê bazirganiyê bi dest ketine. Ev yek jî dide nîşandan ku ev der her çiqas ne ciheke pir mezin be jî di aliyê stratejîk de ciheke girîng e. Ji ber ku di avahiyên wan de depoyên mezin hene. Depoyên mezin ên ku di avahiyan de nîşane hene ku ev der wekî navendeke bazirganiyê hatiye bikaranînin. Avahiyên ku mîmariya derketî holê jî vê yekê dide nîşandan.

Ciheke ku wekî cihê pîroz ê mabedê jî derketiye holê. Dikare bê gotin ku ev cîh ji bo herêmê giştî navendekî gelek giring e. Bi teybetî jî hem nêzî çem e hem jî li ser rêya ku madeyên bazirganiyê yên herêma Serhedê û mezopotamyayê de cih digire. Ev yek giringiya vê xwecihiyê hîn bêhtir derdixe holê. Tê gotin ku ev der di dema Uruk yanî di dema dewletên Sumeran de wekî navendeke wê ya kolonî yanî dagirkiriyê ji hatiye bikaranîn. Bêguman dagirkeriya wê demê dibe ku ne wêkî ya di roja me ya îro de be lê careke din jî dema mirov cihê Uruk an difikire û vê derê difikire di navberê de mesafeyeke mezin heye. Bi teybet di serdemên Uruk, Sumer, Babîl , Akad û Asuran de bi rêya çemê Dîcle û Firatê ji bo baş bikarin bazirganiyê bikin ev her du çem û derdora van her du çeman ji bo wan wekî herêmên stratejîk bûn. Girê Başûr jî ciheke wan serdemana ê stratejîk e û ev yek heta serdema Romayiyan (Bîzansiyan) ji didome. Ji ber ku di wê serdemê de jî dikeve navbera sînorê her du împeratoriyan û di van serdeman de jî hatiye bikaranîn.

KURDŞOP
585 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!