Gilînameya Êzdiyan dijî xizmeta leşkerî ya derbarê Osmaniyan de

Sala 1847an dîplomatkarekî Brîtanî bi nave "Konstantîopol" xwe nêzîkî Osmaniyan dike û dixebite ku çareyek bibîne. Bi hewldana wî Osmaniyan "Babê Alî" îtirafê bi hebûna oleke cuda bi navê Êzdî dike û ji ber wan cudahiyên ku ola Êzdiyan tekeziyê li ser dike, ew ji xizmeta leşkerî tên efûkirin û biryar  tê derxistin ku pêwîst nake çi Êzdiyek xizmeta leşkerî bo Osmaniyan bike.

Hin çavkaniyên girêdayî ola Êzdiyan dibêjin givaş û zilma olî û siyasî li ser Êzdiyan ji serdema Ebasiyan ve destpê kiriye. Ebasiyan bi dirêjahiya 5 sed salên desthilata xwe berdewam givaş li Êzdiyan kirine, lê çavkanî didin xuyakirin ku berovajî Ebasiyan "Omewiyan" alîgiriya Êzdiyan kiriye û wan jî xwe weke alîgirên xelîfe "Yezîdl Kurê Muawiye" dane zanîn û şêxê Êzdiyan rê nedaye ku kes dijî Yezîd baxive. Her ji ber wê dibe ku Şîeyan ku gelek dijî Yezîd bûn, ev nav li wan kiribin.

Ji sedsaliya 15an ve tepeserkirina Êzdiyan bi plan û bername destpê dike, piştî ku Osmaniyan di sedsaliyên 17,18  û 19an de desthilat girtin destê xwe wan qir dikin (Jînosîd) û di çend êrîşan de bi deh hezaran ji Êzdiyan dikujin. Herdu navên "Yezîd" û "Şeytanperest" bo qirkirina zêdetir li wan hatine kirin.

Hejmara Êzdiyan di sedsaliya 18an de (250) hezar kes bûn, bi giştî 12 hezar siwarên wan hebûn. Di sedsaliya 19ê de piştî ku gelek ji wan têne kuştin, hejmara wan dibe 200 hezar kes û heşt hezar siwar. Lê piştî wê jî fermana li ser Êzdiyan berdewam dibe û di sedsaliya 19an de hejmara wan dibe 50 hezar kes. Beşeke wê qirkirinê ji aliyê "Silêman Paşa" waliyê Bexdayê ve hatiye kirin û tenê Êzdiyek jî li mile din ê çiyayê Şingalê nehiştiye. Piştre "Elî Paşa" ku ew jî waliyekî din ê Bexdayê bû gelek Êzdî kuştin. Piştre di sala 1873an de "Reşîd Paşa" tevî hin Kurdên misilman êrîşî ser wan dikin gelek ji wan dikujin.

Qirkirina Êzdiyan ji aliyê Osmaniyan ve di sedsalên 18 û 19ê de ewqas zêde dibe ku welatên Ewrupayê li dijî wan qirkirinan helwêst digrin. Weke mînak di sala 1847an de dîplomatkarekî Brîtanî bi nave "Konstantîopol" xwe nêzîkî Osmaniyan dike û dixebite ku çareyek bibîne. Bi hewildana wî Osmaniyan "Babê Alî" îtirafê bi hebûna oleke cuda bi navê Êzdî dike û ji ber wan cudahiyên ku ola Êzdiyan tekeziyê li ser dike, ew ji xizmeta leşkerî tên efûkirin û biryar tê derxistin ku pêwîst nake çi Êzdiyek xizmeta leşkerî bo Osmaniyan bike. Her bo wê mebestê û bo wergirtina gerentiyê sala 1849an kesek bi navê "Şêx Yûsif" weke nûnerê Êzdiyan diçe gel Osmaniyan û heman daxwaziyê dubare dike û pêşniyar dike ku ew ji xizmeta leşkerî bêne efûkirin. Destpêkê dewleta Osmanî daxwaziyên wî dipejirîne lê piştre di sala 1872an de ew biryar tê hilweşandin û careke din dest bi girtina wan dikin û wan dibin leşkeriyê.

Ev guhertin ji aliyê Êzdiyan ve nayê qebûlkirina her di wê salê de gelek kesayetî, rûspî, Şêx û Mezinên Êzdiyan gilînameyekê bo desthilatdarên Osmanî dişînin û di nava 14 xalan de sedemên xwe ji bo "Babê Alî" Osmaniyan zelal dikin ku çima nabe ew leşkeriyê bikin. Hin xalên giring ên vê gilînameya Êzdiyan em ê behis bikin. Tekez tevahiya wan xalan di pirtûka "Enstas Marê Kermilî" ku "Dr.Necatî Ebdula" wergerandiye bi berfirehî hatine gotin û li vir em ê tenê kurteyeke wan binivîsînin ku em bizanin sedemên mezinên Êzdiyan çi bûn ku xwe ji olên din cudakirine û gotine ku nabe ew tevî xelkê din biçin leşkeriyê.

1 - Her Êzdiyek divê her sal sê caran biçe ziyareta Melekê Tawûs, eger wisa neke kafir dibe

2 - Her Êzdiyek divê sale carekê biçe ziyareta "Şêx Adî" eger neçe kafir dibe

3 - Her Êzdiyek dive hemû sibehan biçe cihekê ku roj têde hilê û nabe kesên ser bi olên din lê hebin û wisa neke kafir dibe

4 - Her Êzdiyek divê her roj destê birayê xwe yê axiretê maç ke û eger neke kafir dibe

5 - Êzdî nikarin guhdar bikin ku Misilman bêjin "Euzubîllahî …" . Eger kesekî Êzdî vê bibihîze, divê kesê wisa gotiye û xwe jî bikuje, eger neke kafir e.

6 - Dema kesekî Êzdî dimre, divê kesek, bira an xwîşka axiretê qewleke Êzdiyan li ser bixwîne û eger ne wisa be ew kafir e

7 - Divê xweliya ber lingê Şêx Adî di bêrîka hemû Êzdiyekî/ê de be û her sibe wê bixwe eger nexwe kafir dibe

8 - Her Êzdiyek dema rojî digre, divê sibehê biçe mala Şêx û êvaran jî biçe û bi şeraba mala Şêx rojiya xwe veke

9 - Her Êzdiyek ku dema bêhtir ji salekê ji ware xwe dûr bikeve telaqên wî dikevin, jina wî naçe cem û kes careke din jinê nade wî.

 10 - Her Êzdiyekî/ê xwîşk an birayekî olî heye, dema ku kincên nû dikire divê xwîşk û birayê olî bo yekem car berçêla wî/ê veke û eger wisa neke kafir e

11 - Her Êzdiyek kincên nû bikire divê bi ava Şêx Adî tiberik ke

12 - Nabe ku Êzdî kirasê Şîn li xwe bikin û nabe bi şeyê misilman an kirîstiyanan pora xwe şeh kin.

13 - Nabe ti Êzdiyek biçe hemam an cîhê destav a misilmanan û nabe ku bi kevçî û piyaleyên wan bixwe û vexwe. Eger wan karan bike kafir e.

14 - Xwarina Êzdiyan û olên din cuda ye weke mînak, em goştê masiyan,bamiye, fasolya, Kelem (lehane-kelerim) û Kahû (Xas) an naxwin  ên bixwin kafr in

Ji ber wan sedeman û gelek sedemên din em nikarin biçin leşkeriyê.

Hin navên ku ew gilîname îmze kiribûn ev in:

Hisên Mîrî Şêxê Êzdiyan, Şêx Nasir Şêxê Rûhanî yê Êzdiyan, Pîr Silêman Muxtarê gundê Reşan û gelek kesyatî û Muxtarên din îmze kirine.

KURDŞOP
576 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!