Keleha Heloxan li bajarê Merîwanê

Keleha Heloxan ku piştre wek keleha “Merîwanê” hatiye naskirin, ji bo heyama 3 sedsalên navenda sereke ya desthilatdariya Baban û Erdelanan bûye.

Roj Qadirî

Bajar Merîwanê

Bajarê Merîwanê navenda şaristaniyeta Merîwanê û yekek li bajarên herî girîng yê parêzgeha Sinê li Rojhilatê Kurdistanê ye. Merîwan 125 kîlometran li navenda parêzgehê (bajarê Sine) dûr e.

Li bakûr digel bajarê Bane û Seqiz û li Rojhilat li gel Sine, li başûr li gel Hewraman û li rojava li gel bajarê Pêncwên a Başûrê Kurdistanê hev sînûr e.

Merîwan bi sirûşteke dilrevîn xemîliye, bi taybet di demsala biharê û meha Gulanê de bala piraniya xelkê navçên din bo aliyê xwe radikêş e û di vî bajarî de çendîn cihên sirûştî, dîrokî û geştyarî heye ku yek ji wan cihên dîrokî jî keleha Heloxan e.

Keleha Heloxan

Keleha dîrokî ya “Heloxan” an “Îmam” li başûrê rojhilatê bajarê Merîwanê ye, ku li gor belgeyên dîrokî di sedsalên 8`an a salnameya Rojî de li serdemên desthilatdariya Erdelanan (serdemê desthilatdariya Sefewiyan li Îranê) li ser çiyayekê bi navê “Çiyayê Îmam” ku bilindahiya wê 1600 metre ye, ji aliyê “Emîr Hemzeyê Baban” ve hatiye avakirin û piştre ji aliyê “Sorxab Begê Erdelan” ve li sala 902`an a Rojî de hatiye çêkirin.

Piştre ev keleha bi keleha “Merîwanê” navûdeng peyda kiriye û bo heyama 3 sedsalên navenda sereke ya desthilatdariya Baban û Erdelanan bûye. Çiyayê Îmam li ser panahî û bajarê niha yê Merîwanê de serwer e.

Hebûna kelehên curbicur û qahîm vê yekê nîşan didin ku Merîwan yek ji girîngitirîn navçên Kurdî yên Kurdistanê ye. Piştre li kêlega Merîwanê û li ser çiyayê “Îmam” ku navenda desthilatdariya malbata Kurdan bûye ku bi fermana Emîr Hemze yê Baban, bi tuxla sor mizgefteke hatiye avakirin ku bi “mizgefta Sûre” hatiye naskirin.

Navê çiyayê Îmam ji navê “Şêx Ehmed Bin El-Enbar El-Neîmî El-Hesenî” hatiye wergirtin ku li sedsalên 8`an a salnameya Rojî de, ji aliyê Emîr Hemze yê Baban ve bi mamostayê mizgefta Sûre hatiye destnîşankirin.

Ev çiyayê han xwediyê sê bilindahiyan e ku her yek ji wan asewarên dîrokî ne, bicih mane. Di yek ji wan bilindahiyan de, komek asewarên dîrokî hene ku me digihîjine bi kûrahiya dîroka wê navçê û behs ji kome çîrokên tal û şîrîn dike.

Asewarên dîrokî yên vê kelehê ku em dikarin îşare pê bikin wiha ne: Goristana kevin, Mizgefta Sûre, Dareke kevin û herî bi temen, Enbara avê ya herî kevin, Eywana cihê rûniştina Paşa, Hemam û avahiyên xelkê û … hwd. Asewarên wan avahiyên xelkê yên ku mane, bi sebeba derbasbûna demê hiloşiyan e an jî di wî serdemî de bi sebeba êrîşên dijminan hatine wêran kirin.

Keleha duyem an gotinek din Keleha Navîn ku wek keleha “Şanişîniyê” tê naskirin, heta çend salan beriya niha li derdora vê de kom dîwarên hilweşyayî dihatin dîtin û niha jî beşek ji tuxle û dîwarên wê mane. Ji dûrtirîn û pîroztirîn cihên wê kelehê, kevireke teraşî û eywanek wir hatiye çêkirin ku li bilindahiya wê de panahiya bedev a bajarê Merîwanê û gola Zirêbarê bi başî xuya ye. Panahiya wê eywanê 18 heta 20 metran e û dîwarên wê eywanê bi “Sarûcê” hatine xemlandin.

Bilindahiya gupika keleha Merîwanê bi “Keleha Zindanê” hatiye naskirin ku wirda êxsîr û girtî dihatin xwedî kirin. Egera wê yekê heye ku bi sebeba bilindî û dûriyê, ew keleha kiribin cihê keleha girtîgehê da ku ti êxsîr û girtiyek şiyana revîna wan tunebe. Bilindahiya keleha girtîgehê bi awayekê ye ku li ser tevahiya çiyayê Îmam de serwer e û egera wê yekê jî heye ku ciheke pir girîng be ji bo pasevanî û parastinê li kelehên din yên di wî çiyayî de. Ev keleha heta sala 1023`an a Rojî de avedan bûye.

Navê Merîwanê

Bajêrê Merîwanê li serdemê Asûriyan de bi navê “Karşarukîn” piştre bi navên Keleha Şabad, Birca Şapûr û Mêhrwan hatiye bi nav kirin. Kevntirîn çavkaniyên dîrokî îşare bê wê dikin ku, Paşayên Asûriyan piştî dagîrkirina wê navçê, bajarek avedan kirine ku piştre û bi derbasbûna demê re navê Merîwanê li xwe girtiye.

Herwisa ew dîroka han wedigire bo serdemên Med an û ev îşaretên han ku navên herî kevin yên wî bajarî yanî “Mêhrwan” bi wateya welatê Mêhr ê ye, cihê ji dayîk bûna ronahî û Mîtra bûye ku bicih maya ol a herî kevin a Kurdên Mîtrayî ye, ku li çavkaniyên niha yê welatê me de tên dîtin.

KURDŞOP
787 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!