Dêra dîrokî ya Dayîka Meryem a li Urmiyê

Dêra  Meryem ku bi nave hezreta Meryem Sent Mari yan jî dêra rojhilata Aşur tê naskirin, yek ji cîhên geştiyarî ya Urmiyê ye.  Ev dêr piştî dêra Beytul Lehme ya li Filîstînê, weke duyemîn dêra kevin a Cîhanê tê bi dest girtin û hesibandin.

Şadî

Kurdshop – Dêra  Meryem ku bi nave hezreta Meryem Sent Mari yan jî dêra rojhilata Aşur tê naskirin, yek ji cîhên geştiyarî ya Urmiyê ye.  Ev dêr piştî dêra Beytul Lehme ya li Filîstînê, weke duyemîn dêra kevin a Cîhanê tê bi dest girtin û hesibandin. Cudahiya vê dêrê li gel dêrên din ew e ku avahiya vê dêrê gelek sadeye û di hundirê wê de, ji bilî çend wêneyên hezreta Meryem û hezretê Îsa û pêyrewên wan û hindek parçeyên ku li ser wan bi dest wêne hatine neqiş kirin, ti tiştekî din tine. Ji ber vê jî mirov  dikare bêje ev dibe sedem ku hestên menevî ya wê zêdetir be.

Dêra dayîka Meryem yek ji şûnwarên dîrokî ya di serdema Aşûrî ya li bajarê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ye ku di 22 meha cotmeha sala 1392yê Hetawî di lîsteya şûnwarên dîrokî ya netewî ya Îranê de hatiye tomar kirin.

Dêra dayîka Meryem yek ji cihê herî cudatire ku dikeve rojavayê kolana Xeyam a Urmiyê.

Dîroka Dêra Dayîka Meryem

Diroka ve dere vedigere bo salen destpêka piştî zayine ku we deme sasaniyan li irane hikûm dikir

Li gor nêrîn û pirtukên dîrokê, sê kes ji rahîbeyên Zerduştî dema ku di perestgehê de îbadet dikin, stêrkekî dibînin ku di çirise û ber bi Rojhilat ve diçe û wan ew stêrk weke nîşaneya dayîkbûna Îsa dîtine û ew jî ber bi wê stêrkê ve bi rê ketine heta ku gehîştine Orşelîmê û dibînin ku pêşbîniya wan raste û Îsa ji dayîk bûye û carekedin vegiderin cihê xwe û êdî perestgeha xwe ya zerduştî vedigerînin dêrê. Ango ew peresgeh êdî dibe Dêra dayîka Meryem.

Navê du kes ji wan rahîbeyan Mulkum û Bext bûne lê ji kesê sêyem ti agahî bidest neketine. Herwaha tirba wan kesan jî heta sala 1915ê mîladî li pêşiya dêrê bûn, heta ku Rûsên Ortadoksî ew tirb veguhestine mûzeyeke Kîevê.

Nêrîneke din jî di derbarê vê cihê olî de ev e ku vê dêrê weke yekem dêra Rojhilat didin nasîn. Li gor vê nêrînê ku nivîskarên Aşurî û Mesîhî nivisîne ku ev cihe dema ku hatiye avakirin, weke agirgeh hatiye bikar anîn ku di wê demê de yek ji ziyaretgehên bi nav bang a Zerdûştiyan bûye, piştî ku wan dînê xwe guhert, mesîhiyan ew cîh kir dêr.

Ji kesên bi nav bang ku serdana vê dêrê kiriye, cîhanger ê bi navê Marko Polo ye ku di nameya rêwîtiya xwe de navê wê dêrê aniye ziman.

Dêra Dayika Meryem yek ji cihên herî balkêş ê parêzgeha Urmiyê ye ku bi navê "Rojhilatê Aşûrî" tê naskirin û di demên berê de jî wekî "Dêra Meryem" û "Dêra hezreta Meryem" hatiye binavkirin.

Avahî û Avadaniya Dêra Meryemê

Di mîmariya dêra dayîka Meryemê de mirov dikare şêwaza mîmarî ya serdema Sasaniyan baş bibîne. Di nav avahîya dêrê da nîşaneyên hevpar yên perestgehên agirê Sasaniyan jî hene.

Avakarên dêrê yên di hundirê avahiyê de mîmariya Sasaniyan û Part an kirine yek. Di vê dêrê de xeml û xweşikbûneke mîmarî ya berçav tine ye, ji ber ku Asûrî ji xemilandin û neqşandina dêran direviyan û dûr diketin.

Dêra dayîka Meryemê ji du beşan pêk tê. Di beşa yekemîn de têketin, salona nimêjê, odeyên li derdorê hene. Beşa duyemîn jî saloneke din a bi rêze odeyên ku di rasta salona yekemîn e.

Dêra dayîka Meryem a Urmiyê berovajî dêrên din yên bi nav bang ku bane wan bilindin, lê banê vê dêrê nizme û di dema ketina hundir de dive mirov serê xwe bitewîne.

Hewşa vê dêrê fireh û  mezine û  di rêya du deriyê ketina kolana Qudis û kuçeya li aliyê rojava ve diçe. Di hundirê dêrê de hebûna xalîçeyên bi destan hatine xemilandin, balkêşiyeke din a vê ya dîrokiye.

Dêra Dayika Meryem di tevahiya dîrokê de gelek caran hatiye nûjen kirin û ji nû ve hatiye avakirin. Guhertina  pêşîn di 642an da di sedsala 7an da hatîye kirin ku dîrokzan bawer dikin ku ji alîyê yek ji prensên Çînî ve ev ferman hatîye  dayîn.

Di heman demê de di salên 1342 û 1342 'an ya hetawî, ji bilî restorekirina dêrê, kûleyeke nû lê zêde bû. Balkêş e, heta dawiya sedsala 19'an a mîladî reng û rûyê dêrê gelekî sade bû ye, lê piştî hatina Rûsan guhertinên bingehîn tê de çêbûne û avahî pişt jî nûjen kirinê û ji nû ve avakirinê bi şêwaza qubeyên Rûsyayê hate avakirin.

KURDŞOP
673 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!