Kurdshop - Şîroveyek bo tabloya “Rûbarên Bixwîn Di Berfê De” berhemê hunermendê Mehabadî “ Îrec Qadirî”
Ji bo xwendina dîroka pêwendîdar a vê derbarê de wan herdu mijarên li xwarê bixwîne:
- Komkujiya xelkê Mehabadê ya di navbera du berên aşê Osmanî û Rûsî de – beşa 1
- Komkujiya xelkê Mehabadê ya di navbera du berên aşê Osmanî û Rûsî de – beşa 2
Tevî wan têbîniyên hatine gotin eger derbarê tabloya“Rûbarên Bixwîn Di Berfê De” baxivin wan taybetmendiyan li xwe digre: Hêlên vê tabloyê sitûnî ne û 16 kes têde xuya dikin ku 8 term in û li erdê ne. Du jin têde ne ku yek ji wan li milê rastê û ya din li aliyê çepê ye, yek ji wan kiraseke sor û ya din kiraseke esmaî li xwe kirine. Sê zilamên Rûs di orta tabloyê de tên dîtin ku zilamekî Kurd girtine û kincên wî dikişînin, şûrê xwe kişandine, em dikarin bêjin ku bi ser de diçin.
Li gorî ku wî kesî cil û bergên kurdî li xwe kirine û şûtik girêdaye û levendî hene, xuya dibe ku ew Kurd e. Ji aliyê rastê yê tabloyê zilamek heye ku êrîşî ser jineke Kurd dike, ew zilam Rûs e û jin jî bi cilûbergên wê xuya dibe ku Kurd e. wê jinê weke teslîmbûnê her du destên xwe bilind kirine, ew cih li ser yek ji girên Mehabadê ye û bajar di nava hewayeke mij û dûmanê de ye, xwînê li ser berfê qeşa girtiye û kuştin û term û rûyê tejî tirs ê xelkê Kurd û dîmenê hovane yê leşkerê Rûs di wê tabloyê de xuya dibe. Xuyaye ku ew tablo nîşaneya bêrehmiya Rûsan û belengaziya xelkê Kurd ê Mehabadê û tenêtiya wan e. Di dîmenan de çi Kurdekî çek pêre nîne, li hember çek, top û xencerên Rûsan de xelkê bêçek ê Mehabadê tê dîtin, eger tu bi hûrî temaşe bikî dibînî ku li aliyê rastê yê tabloyê top jî hene, li hember çek, top û xencerên Rûsan, Kurd dest vala û tenê ne. Êrîşa leşkerê Rûsan bo ser wê jina ku cilûbergên bi rengê şînê esmanî li xwe kirine û li aliyê rastê yê tabloyê xuya dibe wê yekê nîşan dide ku Rûsan destdirêjî kirine ser jinên Kurd li bajarê Mehabadê û ew jî rastiyeke ku di tevahiya belge û raporan de hatiye û nayê înkarkirin.
Ev 8 termên ku di nava xwînê de ne û hemû ev tablo dagîr kirine, dîtineke din dide vê taboyê, ew mînaka kuştina deh hezar kesane ku li Mehabadê hatine qetilkirin. Ketina wan cenazeyan bi wî awayî nîşaneya kuştina hejmareke zêde ya xelkê Mehabadê ye. Dîmenên bajareke di nava mij û dûmanê û di nava çiyayan de û li pişt Rûsan xuya dike, wateya siberoja wî bajarî ye û dibêje heta ku Rûs li wî bajarî bin ew qet nayê dîtin. Sê şanoyên tevlihev yên mirovê Kurd û Leşkerê Rûs di tabloyê de tên dîtin. Şanoya yekem a milê rastê ye ku me got ew jina bi rengê şînê esmanî ye ku teslîm bûye û her du destyên xwe bilind kirine. Şanoya ortê zilamê Kurd ê di destê leşkerê Rûs de ye ku dixwazin wî bikujin, şanoya din a milê çepê zilam û jineke bi cilûbergê sor e ku li hember leşkerê Rûs bo nîşandana teslîmbûnê destên xwe bilind kirine, ew sê şano û termên ku li ser berfê ketine wateya bêdesthilatiya xelkê Mehabadê ne di vê dema dîrokî de ku serdema şerê yekem ê cîhanê ye. Hemû ew tiştane nîşan didin ku xelkê Kurd bê piştevan e û çi rêberek jî nîne ku piştevaniya wan bike, tevî wan, zîndewereke din jî di tabloyê de tê dîtin, ew jî hesp e ku nîşaneya serweriyê ye. Hesp gelek caran di nava tabloyan de wateya serwerî û desthilatdariyê ye.
Di vê tabloyê de 4 hesp hene ku siwarên du ji wan Rûs in û du yên din jî her wesa sekinîne. Mirovên nav tabloyê de ku tên dîtin, ên rawestane Rûs in û yên hatine kuştin Kurd in ku wateya desthilatdariya leşkerê Rûsan e bi ser xelkê belengaz û bêkes ê Mehabadê de. Li gor wan mijarên hatin gotin tabloya “Rûbarên Bixwîn Di Berfê De” ku sala 2022an ji aliyê hunermend “ Îrec Qadirî Azer” ve hatiye kişandin , tabloyeke realîzmî ye ku rastiyan nîşan dide bêyî ku xeyala xwe tevlî wan bike, xweşkiyê bi xweşikî û xirabî û kirêtiyê jî weke ku heye nîşan dide. Ev tablo mezinahî û belengazî û xem û kovan û tenêbûna gelê Kurd di dema şere yekem ê cîhanê de nîşan dide ku çi hêzek di hewara wan de neçûye û tenêtî, zilm û mirin para wan bûye, di şerekê de ku Dewleta Îranê jî xwe jê bêalî kiriye û xwedî li wan derneket
-------------------------------------
Daxuyaniya xatû ”Leyla salihî” di “Korî Xatûnekanî Wişe û Pirtûka Bokan Di Tabloya Rûbarên Bixwîn Di Berfê De” ku ji aliyê Kurdşopê ve hatiye
amadekirin û li ser rûpelê hatiye kişandin.