Bê de wey lê, wey lê, wey lê
Lê lê Muhteberê rebenê, eskerê kişiya ji Dîlemanê
Eskerê Heyder Paşa xwe da lo gulîzerê, kekê Xosiro paşê Kurda
şer xweş kiriye lo ser Îranê
De wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, wey lê her bê de wey lê
Lê lê Muhteberê rebenê wezê bi Şawiliya kawil ketin li vê fêzê
Sibeye kekê Xosiro, Paşê Kurda ji mal siyar bû, esker li pey
Kete du rêzê
Kekê Xosiro, Paşê Kurda şer xwe kiriye lo ser Tewrêzê
De wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, bê de wey lê lê lê
Muhteberê rebenê wezê Şawliya kawil ketim lo dev beyara
Ji sibê de ser kekê Xosiro Paşê Kurda tê dengê gûla, topa, wan teyara
Ehmed Begê sê denga gazî dikir : Gelî cahêla çêbin, çê bixebitin, wexta
Indada me derê kekê Xosiro, paşê Kurda, gulla sîyara
De wey lê, de wey lê, lê lê Muhteberê rebenê wezê
Şawiliya kawil ketim di çe´ilê (çalê) da
Ji sibê da eskerê Heyder Paşa dikişiya ser Xosiro, paşê Kurda lo pêda, pêda
Ehmed begê gazî dikir: Kesek tune, cabekê bide kekê Xosiro, Paşê Kurda, Muhteber xanim kuştin,
Xosiro Beg lo girtin di xewa sibê de
De wey lê, de wey lê, de wey lê, de wey lê...
— Birê