N: Mihemedsalih Qadirî
Herwekî em dizanin dîrok zanisteke girîng e ku bi sedema vê zanistê ve em dikarin ronahiyê bêxne ser bûyerên derbazbûyî û bi dîtina aliyên kartêker û bi bandor ên pêwendîdar bi her yek ji wan bûyeran, şirove û nirxandinên rastîn li ser bikin, û bi mifahwergirtin ji encamên wan nirxandinan nexşe rêya pêşerojê jî diyarî bikin. Herwusa eva em vê yekê jî dizanin ku her yek ji wan bûyeran bi berhevdana tevî rewşa taybet bi xwe bi awayekî pêwendî bi sedemên cuda cuda ve heye ku bandora her yek ji wan bi awayekî rasterast yan ne rasterast bandorê li ser çêkirina wan bûyeran dadinê.
Hekî waye dîrok xedrê ji tu kesî nake, belkî eva ew xelk in ku xedrê ji dîroka xwe dikin ku nekarîne bi mentiqeke serdemiyane mifahê ji vê zanista girîng wergirin û aliyên bi hêz û lawaz ên derbazbûyî ên xwe bikne mînaka rêbaza ber bi pêşveçûna pêşeroja xwe, û rêya rastîn nîşanî nifşa nû bidin. Mixabin zaf car hatiye dîtin ku hin xelk bi liberçavnegirtina pêverên zanistî ên dîrokê û piştgirêdana bi soz û demargirjiyên olî û neteweyî û...hwd bûne sedema pêkhatina bûyer û karesatên mezin li ser çarenivîsa xwe û derdora xwe.
Yek ji wan bûyerên hestiyar û bi arîşe, ku di dîroka hevçerx a bizava kurdistana Rojhilat de bandoreke nîgatîv li pey xwe bi cih hêlaye, û pêdivî bi şirovekirin û şîretwergirtinê ye, kuştina rêberê olî ên Asoriyan bi navê Bonyamîn Marşîmon ji aliyê Simkoyê şikak ve ye. Ji bo vê ku em bikarin li ser vê mijarê berçavrohniyekê bêxne ber çavên xwendevanan, pêdivî bi çûna bo nav kûrahiya nêzîkî sed sal berî niha û berhevdana rewşa wê demê heye.
Di dawiya sedsala 19’an de, tevî destpêkirina hizra şandina Misyonên Rojavayî bo deverên mezopotamya û Rojhelata Navîn ji aliyê welatên wekî Birîtanya, Feranse, Amerîka û Îtalya, bi merema reh û rîşeavêtin, û xwe xişikandina bo nav wan deveran ku di bin desthilata Osmaniyan û Îraniyan de bûye, êdî çarenivîsa Asoriyan û Mesîhiyan wek kartekê bi kar hatiye, û bo meremên siyasî û bo berjewendiyên welatên biyanî ketine nava mij û dûmaneke tarî, û tûşî gellek rojreşî, çewsandinên olî û neteweyî û civakî bûn. Gundên wan û dêrên wan hatin kawil û wêrankirin, û bi awayekî kom xelkê wan hatne kuştin û derbider bûn, û tevî netewên cuda ên deverê wekî Turk, Kurd û Azerî binaxe û xîmê nakokî û şer û dijminatiyê darêtine. Ku mixabin ev dijayetîkirina Asoriyan ku bi handan û tûjkirina Misyonan bûye, ji şoreşa Bedirxaniyan di sala 1843’an de dest pêdike û di şoreşa Simkoyê Şikak û kuştina Marşîmon rêberê olî yê Asoriyan di sala 1918’an de bi dawî tê.
Berî hatina Misyonên Ewropayî, pêwendiya di navbera Kurd û Asorî wekî du neteweyên bindest û cînar ku xwediyê dîrokeke kevn, û dûr û dirêj a bihevre jiyanê di deverê de bûne, bi qasekê baş bûye ku serbarê cudahiya olî û neteweyî tevî hevdu, zaf caran li dijî êrîşên biyaniyan di eniyekê de şer dikirin, û hertim di nava bi hevre jiyaneke aştiyane û alîkariya bi hevdu re bûne. Bo mînak veşartina Asoriyan ji aliyê Kurdan ve di dema êrîşên Turkan û berevajî veşartina Şêx Ebdulselamê Barzanî ji aliyê Asoriyan ve, ku bi sedema êrîşên Turkan devera Barzanê bi cî hêlabû û di nava Asoriyan de xwe girtibû. Lê piştî hatina wan Misyonên Ewropayî, di destpêka şerê yekemîn ê cîhanî de, ku bi berçav bo karê baş û gehandina peyama pîroz ya Mesîh û xodaperestiyê hatibûn şandin, lê di bin de bi merema siyasî mijûlî çêkirina natebahiyê û pêkanîna şer û berdane canê hev ên gelên deverê bi Kurd û Asorî û Turkan bûn. Merema Ewropahiyan ji vî karî, nexşeriya parvekirinê piştî hiloşîna Împiratora Osmaniyan û lawazkirina desthilata Îraniyan û xweşkirina cîpêyên xwe di deverê de bûye.
Bo vê meremê jî ji rêya wan Misyonan ve dest kirine bi handan û tûjkirina Asoriyan û Ermeniyan. Hezkirina Asoriyan û Ermeniyan ku kêmaniyên olî ên xeyrî Musilman ên deverê bûn, bo xwe rizgarkirina ji destê du desthilatên Musilman ên Sunî ên Turk û Şîe yên Îranê û damezrandina dewleteke serbixwe li ser axa kurdistanê bi piştgiriya Rosiyan di piratîkê de hatiye cî bi cî kirin.Di sala 1915’an de piştî sefera Marşîmon bo Bitlîsê û wergirtina sozên Rosiyan bo damezrandina dewleteke serbixwe bo Asoriyan li hemberî alîkariya Asoriyan tevî bereya hevpêyman li dijî Osmaniyan, ku merema Rosiyan eva bû ku Asorî û Ermeniyan wekî mertala şer li dijî Osmaniyan bi kar bînin, di vê demê de êdî bi kiryar em dibînin ku Asorî çarenivîsa xwe bi Rosiyan ve girê didin, û dibine karta lîstika pîlan û berjewendiyên superhêzan, lewra di salên piştre tûşî gellek bêçareyî û rojreşiyên cubrannekirî hatin û di dawiyê de jî, Rosiyan tu tişt ji bo wan nekirin û pişta wan jî berdan.
Di sala 1915’an de piştî vê ku sipaha Rosî di nava Kurdistana Turkiyê de pêşrewî kirin, Asoriyên devera Hekarî li dijî Turkan rabûn û piştî têkşikana wan bi destê Turkan, bi perîşebûn û aloziyeke zaf ve hewara xwe bo devera bin desthilata Rosiyan wate aliyê Rojhilata Kurdistanê ya di bin destê Îranê de anîn, û li bajarên Xoyê, Selmas û Urmiyê akincî bûn û ji aliyekî din ve qat û qirî û perîşaniya xelkê deverê ku bi sedema şerê yekemîn yê cîhanî ve pêsîr û beroka wan girtibû, Asorî jî bi nifûseke zêdetir ji sed hezar kesî û bi birçîbûna xwe bûne serbarê kurdên hejar û desteng. Piştre bi hezaran kesî ji Asoriyên penaper çûne nava refên leşkerê Rosî û rahênan û meşqa leşkerî dîtine û çek hilgirtine û bi fermana axa Pêtros di dema şerê yekemîn ê cîhanî de tevî Rosiyan serbarê zext û givaşê, kuştareke bêrehmane ji xelkê deverên Erzrom, Bitlîs, Bayezîd, Wan, Urmiye, Selmas û Sablaxê kirine û kurdistan tûşî wêranî û rojreşiyeke mezin kirine û bona tolhildana kuştara Ermeniyan bi destê Osmaniyan, xelkê Asorî bi dehan hezar kesî ji Kurdên Rojhelat û Azeriyên Şîe mezheb ên akinciyên vê deverê, kuştine.
Bo arxayîn bûn ji merema siyasî ya Asoriyan ji vê kiryarê mêze bike meramnameya “Komîteya Azadiya Asoriyan” ku di sala 1917’an de û ji dema pêkanîna çekdarên Asoriyan li Urmiyê hatiye bilavkirin û di benda yekem de hatiye, ku armancên destpêkî yên vê komîteyê damezrandina dewleteke serbixwe bo Asoriyan li herêmên Urmiyê, Hekarî, Mûsil, Cizîr ...hwd ye û bo gihîştin bi vê armancê hemû şiyanên xwe bo zêdekirina kîne û kuştinê, li dijî xelkê wan deveran bikar aniye.
Piştî bilavkirina vê meramnameyê îdî Marşîmon bi eşkere Asorî han dane bo çek hilgirtin û jinavbirina Kurdan û Azeriyan li ser axa bav û kalên wan, û rêxweşkirin bo bidestveanîna xewnên xwe.
Fermandeyê serbazên Asoriyan jî ku navê wî axa Pêtros bûye, di sala 1918’an de berî kuştina Marşîmon hewla handana Asoriyên çekdar daye ku bi tu awayî rehmê bi Kurdan nekin û derban lê bidin. Piştî vê biryarê em dibînin ku bi hezaran çekdarên Asorî ku ji aliyê Rosiyan ve hatibûn çekdarkirin, di bereya wan de li dijî kurdan dikevne şer, û îdî her du alî yanî kurd û Asorî eva ku ji dest wan hatiye bo qirkirin û komkujiya hevdu kirine.
Helbet şerê Kurd û Asoriyan şerekî olî nebûye ku weke zaf aliyên nateba aliyên olî hebe, belkî şerek bûye ku aliyê siyasî û netewî hebûye. Her wek em dizanin Kurdan di dirêjahiya dîrokê de ne êrîşber û ne jî dagîrker bo ser xelk û axa tu kesî nebûye, belkî tenê û tenê bergirî ji ax û kerameta xwe kiriye. Eva jî mafek rewa û mafekî parastî bo hemû aliyekê ye ku bikeve ber êrîş û dagîrkirina aliyên dagîrkariya êrişber.
Piştî serketina şworeşa Oktobera 1917’an ku Linîn li hember berjewendiyên sitratejî yên Soviyetê bo parastina piştêna ewlehiya herêma li bin desthelata xwe, peyam bo Îran û Turkiyê şand ku ew wê axa wan çol bikin û yekîniya çekdarên Asoriyan hilveşînin, û dirêjî bi siyaseta Rosiya Tezarî li dijî wan welatan nadin. Îdî koşka hêviyên Asoriyan diherife û bi vî halî jî em dibînin Asorî bi bê berhevdana rewşa piştî şoreşa Oktobrê tevî vê ku guherînên bingehîn bi ser siyaseta deverê de hatibûn, dîsan jî dirêjiyê didne dijayetîkirin bi xelkê deverê re.
Di vê serdemê de Simkoyê Şikak ku mîratgerê çend pişt li xebata neteweya kurd bo rizgarkirin û avakirina dewleteke serbixwe bû, tevî vê ku di nava bahozeke pîlan û encamên şerê yekem yê cîhanî û zextên Rosiyan û Osmaniya ji aliyekê, û dujmindarî û êrîşên desthelatdarên Îraniyan bo ser hêzên wan ji aliyek din ve mabû, lê hewla xwederbazkirin ji vê kirîzê û parastina serweriya kurd li ser axa kurdistanê dida, bi vî halî jî, li dervayî hezkirina xwe, dikeve nava bazineya pîlanên Rûs û Birîtaniyayê ku ji aliyê Asoriyan ve hatibû darêtin, ev pîlana zenga metirsiyeke mezin û micid bû bo têkçûna hemû xewn û pîlanên Simkoyê Şikak bo azadkirina axa Kurdistanê û avakirina dewleteke netewî ya kurd. Lewra Simkoyê Şikak razî nebûye ku bi her bûhayekê be rê bide heya ku pîlanên Rosiyan û Asoriyan ku avakirina dewleta Asorî li ser axa Kurdistanê bû, ser bigire.
Di sala 1918’an di rewşeke weha de bûye ku Marşîmon û Simkoyê Şikak di kevnebajarê Selmasê hevdu dibînin û Marşîmon hewla jirêderxistina Simko daye û qewlê hevxebatiyekê li dijî Îranê û avakirina desthilatek hevbeş dide. Ji aliyekî din Simko jî perîşe ye bo jidestdana axa Kurdistanê û avakirina dewleteke Asoriyan di devera bin desthilata xwe de, ku niha jî bo kurd wekî Kerkûka duyem a Kurdistanê ye. lewra Marşîmon di pêvajoya vê hevdîtinê de tê kuştin û heya niha çavaniya kuştina wê nehatiye eşkerekirin ka gelo çi di vê hevdîtinê de qewimiy ye.
Mixabin ev bûyera bû sedema şer û xwînrêjiyeke zor, û karesateke mirovî ji aliyê Asoriyan ve bi ser kurdan de hat, û bi vê sedemê xûşka Marşîmon bi navê Sirmê Xanimê bi hezaran çekdarên Asoriyan bo tolhildana kuştina Marşîmon şandne ser bingehên Simko li kelha Çehrîqê, û deverên derdora Selmas û Urmiyê, û di heyama çend rojan de bi hezaran jin û zarok û pîr û ciwanên bê guneh ên kurd bi awayekî hovane ji nav birin û yek ji wan kuştiyan dayîka Simko bûye. Niha piştî sed sal derbaz bûna bi ser vê bûyerê hêstik û pirça goriyên bûyerê di qada vê demê ya şer de şahidiyê bo rastiyên cînayeta han didin.
Ji aliyek din ve, vê bûyerê dijayetiya hevpêymanan li dij bizava kurd di wê serdema hestiyar de zêdetir kir û derfeteke mezin û dîrokî bo avakirina dewletek kurdî ji destê kurdan de derxist.
Asorî niha jî wusa difikirin ku eva Simkoyê Şikak bûye ku bi kuştina Marşîmon, xewnên wan bo çêkirina dewletek Asorî têk biriye, lê her çend rola Marşîmon bo vê meremê bandor jî hebûye, lê rastiya meselê eva nine û nabe ev bûyere berçavên wan bigirin heya ku rastiya arîşeyê di vê de nebînin ku çawa çarenivîsa xwe dan destê Rosiyan û Rosiyan jî piştî tewawbûna karê xwe, îdî pişta Asoriyan berdan û ev car bi sedema êrîşên Turkan ve Asorî tûşî wan biserhatiyên tirajidî bûn ku nediba bi serê wan hatiba.
Piştî derbazbûna 95 salî bi ser vê bûyerê, çi kurd yan jî Asorî di cihê handan û birîndarkirina hestên hevdu û dijayetîkirina tevî hêmayên netewî ên hevdu, ku ne dikare dermanê vê êş û azara tal be ku di derbazbûyî de hatiye serê wan, belkû xirabtir jî dike, baştir eva ye ku vegerne bo mentiqa lêborînê û hevdu qebûl bikin, û bi hevre jiyaneke aştiyane di cihê vê bedbextiyê de hilbijêrin, ku bi pîlana bîhaniyan, û bi destê xwe me tûşî xwe kiriye. Her ji ber vê yekê me pêdivî bi çêkirina rewşeke birayane tevî hevdu heye heya ku bi ders wergirtina ji derbazbûyî em wan bedbextiyan ji dîrokê re bi cih bihêlin, û em rê nedin ku ev bedbextî bo nifşa niha û pêşerojê bimînin.
Hekî çi daxwaza Asoriyan bo guherîna navê şeqama Simkoyê Şikak li bajarê Hewlêrê bi berçav nîşana kerb û nerazîbûna wan ji bûyera kuştina Marşîmon ji aliyê Simkoyê Şikak ve ye, lê ev bîrkirin hem dûr e ji mentiqa serdemiyane û hem jî narewa ye ku kêmîneyekî olî li herêma kurdistanê tevî danîna navê Marşîmon û dehan navdarên xwe li ser şeqam û cihên giştî ên Enkaweya Hewlêr, lê daxwazek bi vî awayî hebe ku nabe navê serkirdeyekî kurd li ser şeqameke paytextê kurdistanê bê danîn!!! Şik di vê de nine ku karê han tirsê dixîne ser jiyana kurdan û Asorî jî arîşên derbazbûyî bo pêşerojê vediguhêzin.
Em ji vê arxayîn in ku çi bi helwestên weha ji aliyê birayên Asorî ve û çi bi cîbicîkirina daxwazên wan, em nikarin qerebûya wan bûyeran bikin ku di derbazbûyî de rû dane. Ji aliyek din ve pêdivî ye ku birayên Asorî vê rastiyê bizanin ku her çi qas kesayetiya Marşîmon bal wan cihê hurmeta û xweştevî be, ev qas jî kesayetiya Simko wek nîşane û serkirdeyekî şoreşgêr û tekoşerê netewa kurd cihê rêz û hurmeta gelê kurd e û bi hezaran xortên kurd bi hezkirina wî, navê Simko li ser wan hatiye danîn û bi dehan cihên giştî û xwendingeh û...hwd jî, her bi vî awayî. Ku wusa bû nav guherîn ne karek e ku dikare cîbicî be, û ne jî çareseriya arîşan e.
Baştir ev e ku li hember bihevrejiyanek bi tebahî û dirêjheyam di navbera kurd û Asoriyan de, bi rihek lêborîn û bi riha hevdu qebûlkirinê, ber bi pêşerojê ve pêngavan bavêjin û bi vê karê me yê hevbeş, em dikarin berjewendiyên giştî û dirêjheyam bidest bixin.
Di dawiya babetê de bi pêdivî dizanim ev gotina Axa Pêtros fermandeyê hêzên Asoriyan bînme bira birayên Asorî, ku piştî vê hemû şer û kuştinê û wêrankirinê ku bixwe roleke destpêkî têde hebûye, daxwaz ji aliyên kurd û Asoriyan kiriye û gotiye: “ Birano! ez daxwazê ji we dikim ku li hember mirovaniyê de bilez rojên aştiyê bidest bixînin, heya ku di pêşerojê de me pêdivî bi xwarina goştê newiyên xwe tunebe”.