Kurdistan di çavên Walter Burton Harris de

Ji berê de rojnamevan û rojhilatnasên Ewrûpî, bi armancên cur bi cur serdana welatên biyanî bi taybet welatên Rojhilata Navîn kirine. Hinek caran bo bazirganîkirinê û hinek caran jî bo karên siyasî û sîxuriyê û gelek caran jî bo seyahet û geriyanê berê xwe dane welatên cîhanê.

Kurdshop – Ji berê de rojnamevan û rojhilatnasên Ewrûpî, bi armancên cur bi cur serdana welatên biyanî bi taybet welatên Rojhilata Navîn kirine. Hinek caran bo bazirganîkirinê û hinek caran jî bo karên siyasî û sîxuriyê û gelek caran jî bo seyahet û geriyanê berê xwe dane welatên cîhanê.

Beşek ji wan jî hewl dane ji bilî cîbicîkirina karên xwe, bi nivîsandina bîranîn û serpêhatiyên xwe di wan seferan de, wêneyek ji deb û nerît û şêwaza jiyan û rewşa aborî û çandinî û siyaset û bi giştî jiyana xelkê wan welatan, nîşan bidin. Kurdistan ji ber pêgeh û rewşa xwe ya erdnîgarî û dabeşbûn bi ser çend dewletan û hebûna av û hewayeke xweş û sirûşteke taybet, her dem bo geştiyarên biyanî balkêş bûye. Gelek pirtûk û mijar ji aliyê rojhilatanasan ve li ser kurdan û Kurdistanê, bi araste û nerînên cuda hatine nivîsandin. Beşek ji geştiyarên biyanî, tevlî jiyana xelkê bûne û ev têkelî gihîştiye asta dostaniyê û nivîsên baş li ser kurdan belav kirine. Beşek ji geştiyaran jî, bi çav û zîhniyetek dagîrker û kolonyalîst li kurdan nihêrîne. Ji jor de li kurdan nihêrîne û sivikatî û heqaret li kurdan kirine. Gelek mînakên her du arasteyan hene. Ez di vê beşê de dixwazim nerîna nivîser û gerrokekî Înglîz bi navê Walter Burton Harris bînim ziman ku sala 1896 li ser Kurdistanê nivîsiye û li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî geriyaye û bi şêwazên cuda behsa her du beşên Kurdistanê kiriye. Dema destpêkê Kurdistan dîtiye, bi rengekî behsa kurdan kiriye û piştî ku kurdan û Kurdistanê nas dike û têkelî wan dibe, ziman û dîtina wî li ser kurdan tê guhertin.

Walter Burton Harris, sala 1866 li Lendena paytexta Brîtanya ji dayîk bûye. Bavê wî delaliya gemiyan dikir. Harris, derçûyê zanîngeha Cambridge bû û di temenê 18 salî de dest bi geştiyarî kir û hevdem bo rojnameya Times jî nivîs dişand. W.B. Harris, sala 1896 berê xwe da Kurdistanê û di pirtûka bi navê “Ji Batûmê ber bi Bexdayê ve” behsa wan gundên kurdan dike ku tê re derbas bûye û bi rengekî tirrane behsa jiyana kurdan dike:

Sibeha zû, em li ber qiraxê çem de çûn û piştî du demjimêran em gihîştin gundê axayekî din. Li wî gundî, meyla Îranîbûnê, ji gundê Mîredê jî zêdetir bû. Li wî gundî, rast e jin li mal de namînin û rûyê xwe nagirin lê kincên Îranî li ber dikin. Kincên jinan li bakûrê Îranê bi curekî ye ku pêwîst e qerdarên mêrê xwe bin ku herî kêm nahêlin jin û keçên wan derkevin nav xelkê. Li ser goreyan de tenûreyek çîn çîn li ber kirine ku mirov dibêje qey kincên balêtan li ber kirine, ew jî di şanoyeke pile du û nizim de. Li ser bejna xwe de jî kirasek li ber kirine ku çar goşe ye û gelek caran jî pîs e û bi qeytranekî jî dora wê hatiye dirûtin û stû û mil û beşa jorê ya tenûre jî digire û wek şêwaza kirêt ya cilûbergên jinên bakûrê Îranê tîne bîra mirov. Ev kinc, bi rastî li wî gundî kurdan, tiştekî baş nebû. Vêca ew kinc bo dîtina kesekî Ewrûpî (xwe dibêje) li ber kiribûn û li xaniyekî herrî de kom bibûn.

Di vir de Walter. B. Harris ji jor de li kurdan û gundê kurdan dinêre û tirranê xwe bi wan dike û dema dibêje bo dîtina wî hatine, xwe û nasnameya xwe bi ser xelkê wî gundî re dibîne. Lê heman geştiyar, di pirtûka xwe de li ser navçeya Kerend li Rojhilatê Kurdistanê bi rengekî din behsa kurdan û xelkê wê deverê dike:

Me ji bilî wêneyeke giştî ya Kerencê, ku di bin tavheyvê de xuya bû, tiştek din nedît. Li wir cihek bû bêhnvedana hespên me hatibû çêkirin. Me di bin daran de bêhna xwe veda û dest bi nan xwarinê kir. Li wê derê, hinek karwançiyên kurd û ereb hebûn, agir vêxistibûn û box we şîv çêdikirin û li ber agir, car caran bi dengekî hezîn û xemnak kilamên ku li piraniya navçeyên Kurdistanê tê bihîstin, digotin.

Di vir de wisa xuya dibe ku Walter. B. Harris dema ji aliyê bakûr derbasî başûrê Rojhilatê Kurdistanê dibe, zêdetir xelkê û jiyan û ziman û kultura wan nas kiriye û gotinên wî jî zêdetirî nêzîkî rastiya jiyana xelkê bûye. Êdî geştiyarê Înglîz, tirranê xwe bi şêwaza jiyana mirovên rojhilatî nake û li ba wî nû û balkêş e. Li aliyekî din, tevî wê yekê ku kurdî jî nizane lê wê xemnakiya ku di kilam û stranên kurdî de heye, dibîne.

Şêwaza nihêrîna Herris bo mirovê kurd û rojhilatî, nizim û hinek caran jî dilşewat e ku helbet li nav geştiyaran de gelek dihat dîtin û ev rewş taybet bi Kurdistanê jî nîne, ji ber ku wisa li mirovên din yên rojhilatî wek xelkê Çîn û Hindistanê jî mêze dikirin.

KURDŞOP
726 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!