Kurdshop – Navnîşana vê nivîsê balkêş e. Vê pirsiyarê li ba xwîneran çêdike ku gelo pirsgirêka zimanê miletekî mîna miletê kurd çi eleqeyek bi serokwezîrê welatekî mezin di serdema şerê cîhanî yê duyem wate Berîtanya ve heye? Dibe gelek kes xeyal jî nekin ku kesekî wiha kurdan nas bike û girîngiyê bide zimanê kurdî. Lê dema mirov rûpelên dîroka devkî ya siyasetmedarên kurd ji hev vedike, tiştên wiha balkêş jî tên dîtin.
Di serdema şerê cîhanî yê duyem de û di duyemîn konferansa Qahîrê de, sê welat, Amerîka û Berîtanya û Tirkiye beşdar bûn. Serokê wê demê yê Amerîka, Franklin Rosvelt, serokwezîrê wê demê yê Berîtanya, Winston Churchil û serokomarê wê demê yê Tirkiyê Îsmet Înonu beşdarî konferansê bibûn. Armanca civînê ew bû Tirkiye dê di şerê cîhanî de xwe bide kîjan alî? Wek di dîrokê tê dîtin, Tirkiyê destpêkê xwe bêalî nîşan da lê paşê xwe da aliyê hêzên hevpeyman û beşdarî şer bû.
Di wê civînê de wezîrê wê demê yê derve yê Tirkiyê, Nûman Menemencîoglu jî beşdar bû. 11 salan piştî şer û sala 1956, Menemencîoglu bi rêka profîsorekî bi navê Tahîr Tanerî, ku dostê rewşenbîr û zanayê kurd Mûsa Anter bû, ligel Mûsa Anter hev dibînin û çendîn caran dicivin. Mûsa Anter di bîranînên xwe de behsa wê mijarê dike û li ser zarê Menemencîoglu dibêje: Di civîna Qahîrê de welatên hevpeyman daxwaz ji Îsmet Înonu dikin xwe bide aliyê wan, ew jî behaneya wê yekê tîne ku artêşa Tirkiyê bo şer amade nîne û pêwîst e hêzên hevpeyman çek û pêdiviyên şer bidin artêşa Tirkiyê. Churchil û Rosvelt jî bi guman û digotin, eger me çek da we, hûn jî çûn pişta Almanya, wê demê dê çawa bibe?
Menemencîoglu dide zanîn, dema Churchil û Rosvelt dibînin Îsmet Înonu naxwaze pişta wan bigire, pirsgirêka kurd anîn rojevê û xwastin bi wê yekê, çavên me bitirsînin. Diyaloga navbera Îsmet Înonu û Churchil û Rosvelt bi vî rengî bûye:
Churchil: Baş e, Paşa! Tu kurdî dizanî?
Îsmet Paşa nikare bersiva wî bide û wezîrê derve yê Tirkiyê dibêje: Qurban, em kurdî nizanin û li ba bi kurdî napeyvin û zimanekî wisa jî li Tirkiyê nîne.
Churchil berê xwe dide wan rojhilatnas û zimannasên ku ligel xwe birine konferansê û ji wan dipirse; gelo rast e, li Tirkiyê zimanek bi navê zimanê kurdî nîne? Ew bersiv didin: Çawa nîne ezbenî! Zimanekî wisa heye û gelekî jî dewlemend e. Eger hûn bixwazin em dikarin parçeyek ji helbestên Melayê Cizîrî bo we bixwînin.
Churchil dibêje, bixînin. Yek ji wan zimannasan helbestek kurdî dixwîne û dibêje, ev jî helbesta kurdî. Churchil dibêje, binivîin û bikin înglîzî jî. Paşê ferman dide bikin fransî û tirkî jî. Zimannas di demek kurt de fermana Churchil bicîh tîne. Paşê Churchil dibêje, bizanin di wergera wan de li kîjan zimanan de peyvên biyanî hatine bikaranîn. Lê dinêrin, di wergera fransî de tu peyvek biyanî nehatiye bikaranîn, di wergera înglîzî de jî çend peyvên latînî hatine bikaranîn, di orjînala wê de wate di kurdiya wê de jî tenê çend peyvên erebî hatine bikaranîn. Lê di wergera wê ya tirkî de, ji bilî pêvekan, tevahiya peyvan erebî û farsî û zimanên din in!
Wezîrê derve yê Tirkiyê dibêje: Churchil tevahiya wergerên wê helbesta kurdî danî ber me û got: Ma ne şerm e! Lê binêrin ka zimanê kurdî çi qasî dewlemend e û hûn jî dibêjin, zimanekî wiha nîne!
Numen Menemencîoglu dide zanîn: Di wê heyama ku wezîrê derve bûm, bi qasî wê rojê neşikestim û bêzar nebûm.
Helbet ev beşa bîranînên Mûsa Anter, ji çarçoveya bîranînên normal derdikeve û pêwîst e wek beşek ji dîroka devkî ya kurd û navçê were dîtin. Ew gotin ji aliyê kesekî ve hatiye kirin ku wezîrê derve bûye di kabîneya Îsmet Înonu de. Ew gotin di demekî de hatine kirin ku zilm û zordarî li dijî kurdan û kurdî di asta herî bilind de bûye. Piştî gotina wan gotinan ji aliyê wezîrê derve yê Tirkiyê jî, bi hezaran kurd li ser zimanê xwe hatine girtin, îşkencekirin û kuştin. Ev mijar tiştekî bo me zelal dike ku karbidestên tirk, di heyama deshilatdariya xwe de hebûna zimanê kurdî înkar kirine û ji bilî zimanê tirkî, tu zimanekî din qebûl nekirine, lê bi xwe jî baş zanîne ku zimanên din bi taybet kurdî jî li Tirkiyê hene û bi milyonan kes pê dipeyîvin. Lê gelo çima înkar kirine? Eşkere ye ku îdeolojiya kemalîzm û tirkçîtiyê heta wê astê nijadperest û nemirovane bû ku hemû rastî înkar kiriye.
Mijarekî din ku mirov dikare ji wê dîroka devkî bibîne, ew e ku kurd wê serdemê jî xwedan rol bûye di pirsgirêkên siyasî de û di navbera dewletên mezin de hatiye gotûbêjkirin. Di wê serdema hestiyar de, kurd wek kartekî li dijî hêzên din hatiye bikaranîn û sûd jê hatiye wergirtin.
Her çend beriya şer û di dema şer de jî, kesên wek Churchil û Rosvelt, bi vî rengî behsa kurdan û zimanê kurdî kirine lê piştî şer û parvekirina Rojhilata Navîn û guhertina nexşeya wê demê, tu pêngavek bo kurdan nehatin û tenê di xema berjewendiyên xwe de bûn. Ji xwe Tirkiye sala 1945 dema dibîne hevsengiya hêzê bi aliyê hêzên hevpeyman de tê guhertin, xwe dide aliyê wan û ev jî dibe sedem ku hêzên hevpeyman bi dilê Tirkiyê bikin. Helbet rexne û gazinde jî li aktor û hêzên kurd yên wê serdemê jî tê kirin ku nekarîn wek pêwîst rola xwe bilîzin. Wate, hem welatên rojavayî hebûna kurdan li ber çavan negirtine û hem jî kurdan nezanîne çawa berjewendiyên bidest bînin û biparêzin û hem jî neyarên kurdan, hebûna kurdan bi tundî înkar kirine.