Çiyayê Nemrûd û şûnwarên wê yên dîrokî

Di dîroka Kurdistanê de dewleta Komagene xwedî cîhekî taybet û giring e. Qralê kurd Mîrdad ji çanda rojhilat û rojava çandeke nû ango sentezekî nû ava dike û desthilatiya xwe jî bi wî rengî birêve dibe

Kurdshop - Di dîroka Kurdistanê de dewleta Komagene xwedî cîhekî taybet û giring e. Qralê kurd Mîrdad ji çanda rojhilat û rojava çandeke nû ango sentezekî nû ava dike û desthilatiya xwe jî bi wî rengî birêve dibe. Navê dewleta xwe jî dike Komagene. Ango ‘’Koma kinêteyan’’ ‘’Koma Nijadan’’ (qewman) Li gor lêkolînên derdikevin jî pir nijad û kinêteyên cuda li nav sînorên dewleta Komagene bi aştî û nav xweşiyê de jiyan kirine. Yekitiya xwe bi zanyarî û gerdûnîbûnê bihêz dikin. Lewma jî Împaratoriya Roma piraniya cîhanê û hemû derdora Komagene dagir dike, lê nikare bajar-dewletê Komagene zû bi zû dagir bike.

Çiyayê Bêlî yan jî bi navê xwe yê herî zêde tê naskirin ve Çiyayê Nemrûd yek ji sembol û hêmayê herî giring ê dewleta Komagene ye û yek ji çiyayên Bakurê Kurdistanê yê herî giring e. Çiyayê Bêlî an jî Nemrûd dikeve nav sînorê parêzgeha Semsûr a Bakurê Kurdistanê û di sala 1987ê ve ji aliyê UNESCO ve wekî cîheke Kelepora Cîhanî hatiye diyar kirin. Bilindiya Çiyayê Bêlî 2150 metre ye û rûerda wê 11 hektar e.

Di nêvê lûtkeya Çiyayê Bêlî de parêzgeh û gorên keyayên Komagene hene. Ew berhem û peykerên ku ji aliyê qralên Komagene Antîoxos – Theos berî zayînê 69 -39 û bavê wî Mîtradates – Kallinikos ve berî zayîn 109 – 69ê hatine çêkirin. Tê gotin ku ew peyker wek nîşana aştiya xwedawendan hatine ava kirin.

Bajarê Semsûr a Bakurê Kurdistanê, bajarekî kevnar e û di dîrokê de gelek şaristaniyan di nava xwe hewandiye. Ev bajar xwedî Çiyayê Nemrûdê û dîrokeke dûr û dirêj e. Çiyayê ku li bilindahiya 2150 metre li navçeya Kolikê cih digre, bi gora xwe ku ji hêla Qraliyeta Kommagene I ve ji bo ku Antiochos nirxên pêşiyan nîşan bide çekiriye û bi peykerên abîdeyî û dîmenên bêhempa yek ji berhemên herî bi rûmet ên serdema Helenîstîk e. Dîroka vê digihîje beriya du hezar salan.

Herwaha Çiyayê Bêlî her sal mêvandariya bi hezaran geştyar û turîstên xwecîhî û biyanî dike. Bi taybet jî geştyarên ku diçin ser Çiyayê Bêlî ango Nemrûdê piranî dixwazin peykerên serê çiya bibînin û serdana xwe ya li çiya jî li gor dema hilatin û avabûna rojê destnîşan dikin, ji ber ku li hilatin û avabûna rojê li Çiyayê Bêlî xwedî dîmeneke gelek taybete. Geştyar û turîstên ku serê sibê ji xewê radibin, derketina rojê bi peykerên dîrokî û ji bilindahiya çiya, bi dîtina hemû herêmê pêşwazî dikin. Hinek beşên serê hin peykeran kêm an jî şikandî ne ku beriya xebatên arkeologên Alman û Amerîkî ji aliyê gelê herêmê ve weke "pût" hatibûn dîtin û xerabkirin. Piştî vedîtinê, çiyayê ku xwedî dîroka nepenî û kûr tê de tê parastin, bersivên gelek pirsên du hezar salî vedihewîne.

Geştyarên ku ji bo xwe bigihîjînin serê çiya neçar in bi dehan derenceyan hilkişin, bi heyranî li peykerên ku bi wêrîsên ewlehî hatine pêçandin dinêrin. Nav û erkên peykerên hatine dîtin li ser tabelayek hatine nivîsandin, rolyefên mirovî û nivîsên li kêleka peykeran hêjayî dîtinê ne. Li Çiyayê Bêlî peykerên bîrdariyê li ser terasên rojhilat, rojava û bakur belav bûne. Terasa rojhilat navenda pîroz e û ji ber vê yekê peyker û bermahiyên mîmarî yên herî girîng li wê beşê cîh digrin. Peykerên dêw ji blokên kilsî hatine çêkirin û 8-10 metre bilind in. Tevî ku hebûna wê tê zanîn jî, tirba Qral hêj nehatiye dîtin.

Qraliyeta serbixwe ji aliyê Mithradates (Mîrdat) I ve li herêma ku di demên kevnar de bi navê Kommagene tê zanîn, hat damezirandin û qraltî di serdema kurê wî Antiochos I (62-32 BZ) de girîngî bi dest xist. Piştî mîladê di sala 72’an de windakirina şerê li dijî Romayê, serxwebûna Qraliyetê bi dawî bû. Lûtkeya Çiyayê Nemrûdê ne cîgeh e, lûtke û warên pîroz ên Qral Antîokos e. Tûmulus li nuqteya ku li ser çemê Firatê û li deştê ye serdest e. Tumulusa 50 metre bilind û 150 metre bejahiya wê ku hestiyên padîşah an jî xeliyên padîşah di oda ku di binê kevirê de hatiye kolandin de, bi perçeyên kevirên piçûk ve hatiye pêçandin û xistine bin parastinê. Her çiqas di nivîsan de tê gotin ku gora qral li vir e jî heta îro nehatiye dîtin. Li ser teras ango balkona rojhilat û rojava peykerên Antiochos, xweda, xwedawendan û peykerên şêr û qertel jî hene. Horoskopek şêr a bêhempa li ser terasa rojava ye. Peyker bi tevlihevkirina hunera Helenîstîk, Kurdî û hunera orîjînal a Kommageneyê hatine çêkirin. Di vê wateyê de ji Çiyayê Nemrûdê pira şaristaniyên rojava û rojhilat e. 

KURDŞOP
681 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!