Zagros Cîlo
Kurdshop – Li bajarê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê yek ji şûnwarên herî giring jî Girê Endarê ye. Bi taybet bajar û herêma Efrînê jî bi dîroka xwe ya kevnar dewlemend e. Li Efrînê gelek deverên din ên şûnwarî û dîrokî hene ku hin ji wan jî Kela Nebî Horî, Seman, Klûtê, Girê Endarê û herwaha navçeya Cindêrêsê jî hene. Lê em dixwazin tenê li ser şûnwarên Girê Endarê rawestin.
Endarê 50 kîlometreyan dûrî bakurê rojavayê Helebê û 3 kîlometreyan jî nêzîkî navenda bajarê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ye û Dirêjahiya gir nêzî 270 metreyan e û firehiya wê 170 metreye, her wiha bilindahiya wê jî digehe 30 metreyî. Gir bi sûrê hatiye dorpêçkiriye, ev sûr ji çemê Efrînê dest pê dike û heya 300 metreyan dirêj dike. cara yekem sala 1954ê de ji ber ew peykerên şêr ên li ser rûyê erd lêkolîn li ser hatine kirin û di salên 1956, 1962 û 1964ê de di serokatiya Feysel Seirafî de û piştre jî di salên 1976, 1978, 1980 û 1988ê de di serokatiya Elî Ebu Essaf de lêkolîn li ser pêkhatine û ew şûnwarê dîrokî li ser girekî bilind ji kelheyekî pêktê.
Cîhê herî giring ê Girê Endarê perestgeha Hîtîtiyan e. Gir bi sûrê hatiye dorpêçkiriye, ev sûr ji çemê Efrînê dest pê dike û heya 300 metreyan dirêj dike. Li kêleka Girê Endarê gundê Endarê heye nav de korîdor hene û gundên weke Bêlan, Îsalhiyê û sencilrî bi hev dide girêdan. Ev korîdor xwedî girîngiyeke stratîjîk e û diyare ku bi armanca parastina ji êrîşan hatiye avakirin. Herwaha ew perestgeh ji gelek serdeman re derbas bûye û gelek peykeran ve hatiye dekore kirin û xemlandin. Bi taybet kevirên hatine bikaranîn kevirên taybet ên bazalt û hatine neqşandin.
Li gor xebat û lêkolînên li ser Girê Endarê hatine kirin, 8 hezar sal berî zayînê û vir ve mirovan li vê deverê jiyan kirine. Li başûrê girê mezin ê Endarê û bi dûrahiya 100 metreyan girekî din ê biçûk heye, mirovan di wan serdeman de ser wê çandinî pêkanîne. Li ser gir gundekî biçûk hatibû avakirin di gelek pêvajoyên dîrokî yên pêşketî re derbas bûye weke serdema Hîtît, Hurî, Mîtanî, Aşûrî û Medî û derketiye ku jiyan li wî gundî heta sala 1086ê berdewam kiriye. Tê gotin ku dema herêm dikeve bin desthilatdariya Selçukiyan ji bo winda kirina şopên dîrokî gund hatiye şewitandin. Her wiha bi rêya lêkolînan hate diyarkirin ku niştecihên gundê Endarê yên kevnar di çêkirina hesin de navdar bûn. Li ser Girê Endarê ji aliyê Bakûr de perestgehek heye, ji kevirên Bazalt an jî Bezilêt ên hûr hatibû avakirin. Li ser dîwarên wê formên pir berbiçav hatine neqişkirin, mîna şêrên bi bask û neqşên jinan bi awayekî beramberî hevdu hatine çêkirin. Ev neqş yek ji peykerên herî xweşik ê di dîrokê de tê pênasekirin.
Di perestgeha Girê Endarê de li gor lêkolînvanan di sala 1965'an de pereyên zêr û zîv ku vedigere gelek serdemên dîrokî hatine dîtin. Di heman demê de peykerên xwedewandên Hurî, Mîtanî, Hîtîtî û Medî hatine keşif kirin. Di pêvajoya kolandinê de peykerê zilamekî hût ku çoka wî dighîne nîviya bilindahiya wî lawirî, hate dîtin. Piraniya van peykeran di perestgehên Mîtanî de têne dîtin. Di sala 1965'an Kovara El-Holiyet a Sûriyeyê bi zimanê Fransî li ser navê Serokê Erka Keşifê M. Morris Dunand derbarê Girê Endarê de ragihandibû ku Xwedewanda li Endarê xwedewanda rojê ye û bi navê "Xwedewand Tîşop" tê naskirin. Neqşeya şêrên li ser dîwarên Endarê hatine keşif kirin vedigerin sedsala 13'an berî zayinê û li gor tesbîtên Mamosteyê Şûnwarî yê Zanîngeha Frankfurt ev şêr dişibine şêrê ku li Bakurê Kurdistanê Meletiye hatiye keşif kirin e.
Herwaha ji aliyekî din ve di perestgeha Endarê de taybetmendiyekî din jî ku li ti cîhekî din nayê dîtin, ji kevirên kirêcê ve blokên hatine çêkirin û li ser wan jî şûna ling hatiye kolan. Her şopekî pî ango lingekî nêzîkî yek metreyî ye û ew yek di hunera perestgehên Hîtît de wek sembola şûnpêyên xwedê ye.
Şûnwarên Endarê gelek aliyên xwe ve pêwîstî bi lêkolînên zêdetir heye, lê piştî Efrîn û derdora wê ji aliyê dewleta Tirk û hêzên çekdar ên ser bi wê ve hate dagirkirin, gelek ziyan geheşt wan cîhên şûnwarî.