Mîr Bedirxan, Şahê Kurdistanê

Ez paşayê welat im, nek sultanê Osmanî. Eger ew ji min bihêztir e, ez ji wî şerîftir im”. Ev hevoka girîng û hejîner, ya camêrekî necîb û necîbzade yê kurd e di sedsala nozdehem de ku di guhê nûnerê Fransa de gotiye

Kurdshop - “Ez paşayê welat im, nek sultanê Osmanî. Eger ew ji min bihêztir e, ez ji wî şerîftir im”. Ev hevoka girîng û hejîner, ya camêrekî necîb û necîbzade yê kurd e di sedsala nozdehem de ku di guhê nûnerê Fransa de gotiye. Nivîskar û rojnamevanê navdar Chris Kutschera di pirtûka “Bizava Netewî ya Kurd” de li ser wê hevokê dibêje, ew gotin di rastiyê de, cewhera dinyabînî û mezinxwaziya necîbzadeyên kurd bûye. Ew jî berhemê feodalîzma asyayî ye. Ew kesên han, dema dibin berpirsê kelhekê yan dol û newalekî, yasayên xwe bi ser malbatên bindest de disepandin û xwe ji sultanên Osmanî şerîftir û necîbtir û bi esiltir dizanîn. Sultanên Osmanî wek dagîrker didîtin û gelekî ji wan hêrs dibûn, ev jî dibû sedem ku li dijî sultanên Osmanî serhildanê bikin. Mîr Bedirxan yekem mîrê kurdan bû ku aliyê netewî li wê hêrs û nerazîbûnê zêde kir, ji ber wê jî wek bavê nasiyonalîzma kurd tê nasîn. Di vir de du mijarên girîng tên dîtin; yekem ew e ku Bedirxan, xanê kurdan girîngî bi esîlbûn û vemana xwe û binetara xwe daye û ya duyem jî, hêza çekdar li hember hêza manewî û nîştimanî, biçûk dîtiye û paşayê Osmanî, ku împiratorê beşek ji Asyayê bûye, li hember xwe kêm dîtiye û zêde guh nedayê. Ew rêça Mîr Bedirxan paşê ji aliyê çendîn rêberên kurd ve hat şopandin, wate xwe û nasnameya xwe li hember yên din, girîng zanîn û xwe li hember neyaran biçûk nedîtin. Dibêjin, Mîr Bedirxan di warê liberkirina kincan û rêveçûnê de jî wisa xwe nîşan dida ku ne tenê serokê eşîrekî nîne û her dem xwe bihêz û bi heybet nîşan dida û jêsta paşayekî digirt. Li ser vê mijarê, Chris Kutschera dibêje, eger Mîr Bedirxan Beg xwe wek paşa didît, karîzmayekî wî yê paşatiyê jî hebû. Wî her dem kincên zêrrîn û mêzerên mezin û kembera taybet û şal û şakpên hevirmûş û reng bi reng û pêlavên pozik tûj li ber dikir û xelkê jî gelekî rêza wî digirt û hinekan jî wek pêxember didîtin.

Ji aliyekî din, Bexdirxan girîngiyek mezin dida peywendiyên dîplomatîk ligel Fransî û Berîtaniyan ji bo ku bi wan bide famkirin, ev welat yê wî ye û xwedan nasnameyeke ne Osmanî ye. Li navxwe de jî dîplomaiyek navxweyî meşandiye û hem ligel texa serdestê civakê û hem jî ligel texa bindest yan destkurtê civakê peywendiyek xurt hebûye. Yên ku wê serdemê xwendewariya wan hebû bi taybet, mela û pêşewayên ayînî, cihê rêz û girîngiya Bedirxan bûn. Qesta wî ew bû berê wan ji Osmanî vegerîne Kurdistanê û bikaribe bizavek wisa çêbike ku hem ayîn biparêze û hem netewî be. Dibêjin, Mîr Bedirxan mirovekî dîndar bûye û tevahiya pîvan û yasayên dîn û ayînî cîbecî dikir. Lê dîsa jî berê xwe nedida dergehê mezin wate dergehê Sultanê Osmanî, ji ber ku împiratoriya Osmanî wê demê xwe wek parêzvanê îslamê didît. Wî ayîn û netewîbûna xwe li ser axa Kurdistanê têkelî hev kiribû û sûd ji rewşenbîrên wê serdemê werdigirt û bi şandina diyarî û xelat, bi bîra wan dihanî ku hebûna wan li welatê xwe, bi qîmettir e.

Ji aliyekî din, haya wî ji texa serdest ya civakê jî hebû. Dibêjin, mirovên destkurt û belengaz û pîrejin û kalemêr li hesara kelha Dergole kom dibûn û wî jî bi destekî vekirî û dilekî mezin, alîkariya wan dikir û rojane 125 dolarên wê demê bi ser xelkê belengaz de belav dikir.

Bedirxan yekem mîrê kurd bûye ku ji Urmiyê heta Nav Çoman di destê wî de bûye. Dr. M.M. Right û Bris ku sala 1846 ji Ormiyê heta Cizîra Îbnî Umer geriyabûn, dibêjin, 20 rojan li Kurdistana bin hikumraniya Mîr Bedirxan de man û di wê heyamê de rastî ti pirsgirêk û arîşeyan nehatine û tevahiya rêyan parastî û ewle bûne. Sala 1945 jî, konsulê Fransa serdana navçeya Botanê dike, ew jî heman tiştan dibêje û behsa avedanî û ewlebûna navçeyên bin destê Mîr Bedirxan dike û dide zanîn, rewşa deverên bin destê Osmanî de qet nagihên asta deverdariya Mîr Bedirxan.

Bedirxan sala 1843 carekî êrişî deverên mesîhiyan dike û mal û warê wan têk dide û dagîr dike. Sala 1846 jî êrişî deverên nestûriyan dike û gelek encamên xirab li pey xwe tîne. Welatên rojava bi taybet Berîtanya û Fransa bi tundî li dijî wê yekê nerazîbûn û karvedan nîşan didin û digehîn hikûmeta Osmanî. Osmanî ji ber hebûna Bedirxaniyan dilgiran dibin û êrişî wan dikin. Bedirxan Şah di dema êrişa hêzên Osmanî de, xwe davêje ber bextê kelha Eruhê û di dawiyê de havîna sala 1847 teslîm dibe û bo bajarê Kandiha û girava Kert tê sirgûnkirin û ji wir jî bo Şamê tê sirgûnkirin û sala 1867 yan jî 1870 li Şamê koça dawî dike.

 

Gelek dîroknivîs, kuştara mesîhiyan sedema serekî ya jinav çûna deshilata Bedirxan Paşa dizanin. Helbet destwerdana welatên rojava jî bandor li ser jinav çûna wê hikumraniyê hebûye û eger mirov bi çavekî rexne lê binêre, eger Mîr Bexdirxan li gel nûnerên Ewrupî peywendiyên dîplomatîk hebû, nediba êrişî mesîhiyan kiriba. Her wiha teslîmbûna wî wek kesekî xwedan heybet, ku xwedanê hêzek mezin bû, xeletiyek mezin bû ku bû sedema rûxana deshilata Bedirxan Paşa, ku cihê hêviya kurdan bû. Lê tevî van tiştan, Bedirxan bingehek danî ku paşê rêberên kurd li ser wê rêçê meşiyan.

KURDŞOP
901 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!