Xebatên kolan û lêkolîna li ‘’GIRÊ FILLA’’ temam bûn

Li navçeya Karaz a Amed a Bakurê Kurdistanê, li taxa Embar şûnwarê dîrokê yê bi navê Girê Filla xwedî kevnariyekî gelek demdirêje  û li gel Girê Mirazan xwedî heman dîrokê ye

Zagros Cîlo

Kurdshop – Li navçeya Karaz a Amed a Bakurê Kurdistanê, li taxa Embar şûnwarê dîrokê yê bi navê Girê Filla xwedî kevnariyekî gelek demdirêje  û li gel Girê Mirazan xwedî heman dîrokê ye û 11 heta 12 hezar sal dîroka wê ya hatî destnîşan kirin heye û naha ew xebatên kolandin û lêkolînên li Girê Filla hatin temam kirin.

Di serokatiya midûrê mûzexaneya Amed a Bakurê Kurdistanê de, herwaha bi şêwirmendiya zanistî ya Seroka Beşa Arkeolojiya Zanîngeha Kocaeliyê ya Fen û Wêjeyî Profesor Dr. Ayşe Tuba Okse de, ji sala 2018ê ve xebatên kolan û lêkolînê yên li Girê Filla dihatine kirin de 3 hezar û 233 parçeyên şûnwarî hatin derxistin.

Li gor agahiyên ku ji raya giştî re hatine aşkera kirin li Girê Filla amûr û parçeyên ku hatine derxistin 3 hezar û 233  parçe ne û vê derbarê de Profesor. Dr. Ayşe Tuba Okse ragehand: ‘’Ew parçeyên şûnwarî yên hatine derxistin, naha ji midûriyeta mûzexaneya Amedê re hatine radest kirin. Beşek ji wan a mezin wekî ku em bi zimanê arkeolojiyê pênase dikin, amûrên ber ên tên xişandin in, ango hewanên kutana dan, berên hûrkirinê yên wek destar, kevirên hatine xweşkirin û çêkirin pêktên. Beşa duyem a wan amûran jî pêktên ji kevir û berên hatine kolan û hatine jêbirin û kevirên çeqmaqî pêktên. Herwaha ji hêstiyên ajalan amûrên kun kirin û jê kirinê hatine çêkirin.’’

Profesor. Dr. Ayşe Tuba Okse diyar kir: Girê Filla şûnwarekî ji dema niştecîhbûnê ya serdema Neolîtîkê maye û li gel Girê Mirazan xwedî heman kevnarî û hevdemê yek in û em naha dizanin ku herdu jî di heman demê hatine ava kirin. Herwaha li Girê Filla jî wekî Girê Mirazan avahiyên bazineyî û gilover hatine ava kirin. Di her yek ji wan de 4 payeyên bilind hene û di her yek ji wan de jî nêzîkî 2-3 metreyan kûr de ne û banê avahiyê li ser wan payeyan hatiye ava kirin. Herwaha qebareya wan jî di navbera 8 heta 10 metreyan de diguhere. Di wan avahiyan de tê pêşbînî kirin ku 25 kesan dikarî niştecîh bibin. Di asta herêma Amedê de jî dikare bê gotin ku cîhê heta naha hatî dîtin ê herî kevin e.’’

Navborî ragehand; Hemû parçeyên şûnwarî yên hatine derxistin li embara mûzexaneya Amedê de tên parastin û Profesor. Dr. Okse got: ‘’Tişta ku em dixwazin a herî giring, ew avahiyên wekî çal û bazineyî û gilover bên parastin. Zîndana Diyarbekirê dê bibe cîhê mûzexaneyê û tê plan kirin ku ew parçeyên şûnwarî yên Girê Filla jî ji wê deverê re bên veguhestin. Dê kengî bê kirin ne diyare û ew tişta dimîne ser bernameya wezaretê.’’

KURDŞOP
863 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!