Dîroka Dêra Tataus a Çaldiran a Rojhilatê Kurdistanê

Ev Dêra dîrokî yek ji Dêrên herî kevnar a Xiristiyanî ye, ku li ser gorr ango tirba yek ji şandiyên Îsa Mesîh û binemala Xiristiyaniyê ya bi navê Tataeus yan jî Thaddeus hatiye ava kirin

Şadî

Kurdshop - Dêra Tataus an jî Dêra Qere ango reş, li gundê bi navê Qere kilîsa(Dêra reş) 20 kîlometran dikeve  bakûrê rojhilatê navçeya Çaldiran û başûrê bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê.

Ev Dêra dîrokî yek ji Dêrên herî kevnar a Xiristiyanî ye, ku li ser gorr ango tirba yek ji şandiyên Îsa Mesîh û binemala Xiristiyaniyê ya bi navê Tataeus yan jî Thaddeus hatiye ava kirin. Ji ber vê yekêye jî ku jêre dibêjin Dêra Tataus. Dêra qere navê nû yê vê Dêra dîrokiye ku di zimanê tirkî de tê wateya Dêra reş û herwiha ji ber hebûna kevirên reş yên di Dêrê de ev nav jê re tê gotin.

Dêra reş di sala 1955'an de û di sala 2002'an de jî di civîna Mîrateya Cîhanê ya UNESCO'yê de tevî Dêra San Stepanos û Dêra Zor Zor weke abîdeya  dîrokî ya nehemîn a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hat tomar kirin.

Rabûriya vê Dêra dîrokî vedigere serdema destpêkê ya Xiristiyanan û li gorî dîroknasekî navdar ê Ermenî Mûsa Xurnî, navê Dêrê weke Tataus a Pîroz ji sala 1243 'an û vir ve di pirtûkên cuda de, bi taybetî jî di pirtûkên civakên olî yên Ermeniyan de derbas dibe.

Dêra Tataus an jî Dêra reş, li gorî nivîsên ku di dirêjahiya dîrokê de hatine peydakirin, gelek caran hatiye wêran kirin. Di sala 1230’î de bi dagirkirina Cengîz Xan re piraniya Dêrê xirab bû û piştî wê Xoce Nesredîn Tûsî, di serdema hikumraniya Holako Xan de ew Dêr carekedin ji nû de ava kir. Herwiha di sedsala 14 ‘an bi erdhejeke dramatîk ku li wê herêmê pêk hat de, careke din hilweşiya û di nava 10 salan de ji aliyê Esqef Zekerya û birayên wî Pêtrûs û Serkîs ve ji nû ve hat ava kirin.

Di nû kirina ku di nava salên berê de li ser rûyê Dêrê hatin pêk anîn, kevirên spî li şûna kevirên reş hatin bi cîh kirin. Ji ber vê jî em li hev hatina kevirên reş yên kevin û kevirên spî yên nû di bedena Dêrê de dibînin.

Mîmariya xemla Dêra reş îlham ji Dêra Açmîyadzîn ya Ermenistanê wergirtiye û herwiha Dêra Açmiyadzîn yekemîn û girîngtirîn Dêra Ermeniya ne.

KURDŞOP
961 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!