Ji bîra kal û pîrên Kobaniyê çend baweriyên gelêrî – beşa 4em

Diyar Hemî

 

Beşa sêyem a vê gotarê li vir bixwînin

 

(Sedem û Bikaranîn)

 

Baweriyên bi sedema dûrxistina qeza û belayan

Nezer an Çav

Baweriya civaka Kobaniyê bi awayek pir mezin bi çavan (nezerê) tê, û ev ji bo civaka Kobaniyê wek metirsiyake pir mezin tê hesibandin. Ev bawerî heta dema me ya niha jî didome. Çav an nezer bi wî wateyê tê ku dilê mirovekê bikeve zarokekî, kesekî an mal û milkê kesekê. Herwiha dibe ew kes dilê xwe bibe kêf û şadiya kesekê û dema ku nekarî wê kêf û şadiyê di jiyana xwe de jî bi dest bîne, nefesa xwe li pey wî kesî dihêle ta ku bi awayekî ji awa wî li qeza û belayekê rast tîne. Helbet ev taybetmendî li cem hin mirovan hene û hinan jî na, li gor rewşa ku tê de jiyan kiriye û mezin bûye diguhere.

Her civakek li ku dibe bila bibe, xwedî hindek baweriyên taybet bi xwe ye. Herwisa ev bawerî ji civakekê heta civakek din tên guhartin. Ev bawerî ji dervey hindê ne ka ola wê civakê yeke an na. Baweriyek di nav hemî civaka Kobaniyê de heye, bi navê “Çoyê Şivên” û “Qoçê Berên”. Ew bawerî dibêje: “Rojekê H.Z Mûsa di rê de li şivanekî rast hat, dît ku nimêjê dike. Ji wî şivanî pirsî ka tu di nimêja xwe de çi dibêjî, şivên got ez dibêjim: “Çoyê Şivên” û “Qoçê Berên”. H.Z Mûsa jê re dibêje ev nimêja te şaş e û wî fêrî nimêjê dike. Piştî ku ew pişta xwe dide şivên û diçe, dide nav deriyayê. H.Z Mûsa jî wek tê naskirin çoyê wî derya dibirî û di nav re derbas dibû, carekê li paşiya xwe dinêre dibîne ku ew şivên banga wî dike û ew jî wek mirovekî normal û ne ji ewliyan di nav deriyayê re dimeşe. Şivên dighêje Mûsa û jê re dibêje ew tiştên te ez fêrkirim, min ji bîr kirin. Wê demê H.Z Mûsa ji wî re dibêje here wek berê nimêja xwe bike, ez û te wek hevin û cudahî di navbera me de tune. Biçe nimêja te rast e û wek baweriya xwe berdewam bike”. Ev çîrok di nav civakê de peyamek wisa digihîne; ku her kesek bi corekê li xwedê dinêre û li gor hiş û bîra xwe baweriyên xwe pêk tîne.

Li cem gelê 'Ereb û civaka Rojhilata Navîn bi gîştî ev bawerî heye, herwiha li gelek deverên cîhanê yên din jî. Lê wek me li jor dayî diyarkirin her kes heta astekê baweriya xwe bi vê ramanê tîne û li gora her civakekê awayê parastin û çereseriyê cudane. Di nava civakê de tê gotin ku Xwedê gotiye: “Ez bi çavan têkildar nabim û xwe ji çavan biparêzin”. Gotineke pêşiyan ya Kurdî jî heye dibêje, " Nîvî merzelan bi nezeran e".

Bi gelek awayan civakê xwe ji vê yekê diparast, ku ji dema berê de kêm zêde her maleke Kobanî dema tu derbasê dibûyî, te didît ku morkeke çavşîn bi dîwarên malê de daliqandî bû. Ev çav li gora baweriyan çavê hesûdiyê li ser malê vedigerîne û nahêle ku qeze û bela bi riya ew çavê xerab bighêje wê malê. Herwiha di malan de boxîr jî bi dar de dikirin, an di hundir malê dişewîtandin, ew jî heman tişt bû ji bo parastina ji çavan.

Di heman demê bi awayekî din û berbelav dema ku kesek ji nişkêve nexweş diket, dihat gotin ku ev kes ketiye bin bandora çavekî xerab. Ji ber vê di êlegekê de xwê, nan, cabir û pîvaz dianîn û qorşîn bi ser wî/wê de dihelanidn, ew qorşîna xwe davêjin avê û piştre kesek bê ku li paş xwe binêre diçe li ser rê datîne û bi vî awayî ji bin bandora wî çavî rizgar dibû.

Herwiha ji awayên din yên baweriya parastina ji çavan, dema kesek pesna kesekî an tiştekî girêdayî wî dide, ew qula xwe diqurncînin an jî ji wî re digotin: "Çavê te li kîrê min". Ji bo ku ew çav bandorê li wî nekê. Ev baweriya bi çavan bi awayekî fireh ta niha di nav tevahî civakê de heye û metirsîyeke mezin jê tê kirin.

 

Çavkanî

Hevdîtin bi kesên temen mezin re li gundên Kobaniyê.

 

KURDŞOP
452 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!