Xişr û bedewiyên jinên Kurd li ber çavên geştyarên bîhanî

Çiya Ezîzî

 

Tevî dijwariya jiyan û rewşa newekheviya sirûştî, jinên Kurd ji xeynî wê ku girîngî didane cilûbergan, hemû demê girîngî bi xişran jî didan û ji bo bedewiya xwe heta eger kêmek jî bûbe çavên xwe jê danedixistin. Nirxa ew zêr û zîvê ku bi kar dianîn bi giştî pêwendîdar bû bi şiyana darayiya xelkê. Bi şêweyekî sirûştî mirov heta ku dewlemendtir bûbe, xişrên zêdetir bi kar dianîn. Xişrên jinên Kurd bi giştî pêk hatibûn ji destbend, guhik, gerdenî, pêbend, difinbend (1), ku bi kêmî bi kar hatiye. (2) Pêka gotina xatûn “Fayfer”, bikaranîna xeleka piçûk a difinê di nav jinan de, kêm û zêde adetî bûye. (3) Di yek ji stranên folklorî yên Kurdî de ku “Tomas Boys” amade kiriye, jineke ciwan daxwazê ji zêringerekê dike ku guleke zêrîn di kuna difina wê ya çepê de wek jinên Kurd bitiraşe (4), eva jî wê yekê derdixe ku ev xelek yan difinbend ji xişrên adetî ya nav jinên Kurd bûye.

Di têbîniyên geştyaran de, her çende bi kurtî behsa hin mînakên xişr û ciwankariyan hatibe kirin, lê ev çend keresteye heta radeyekê dikare bo çêkirina wêneya ew tiştên jinên Kurd di berê de bikar dianîn, sûd hebe. “Corc Fawler” behsa heza jinên Kurd ji xişr re kiriye wek rîşikan bi eniya wan û hinek parçeyên din ên laş ve girêdidin, wesf kiriye. (5) “Walter Harîs” di rapora gera xwe ya Rojhilatê Kurdistanê de behsa wê yekê kiriye ku piraniya jinên Kurd rîşikên dirêj ji diravên zêr li serê xwe girêdane ku eniya wan veşartiye. (6) Di beşeke din a gera xwe de, jina serkirde a Kurd dibîne ku xemilîner e ji sîkeyên padîşahên Îngilîstan, Napêlon û lîreyên Tirkiyê bi ser kofî û derdorê stûyê wê ve hatibûn girêdan, (7) û Fayfer dibêje kofiyên wan pêk hatine ji parçeyeke reş bi dora serê wan ku bi sîke û zîvên giran hatine xemilandin.

“Yucîn Obin” her wekî ya ku “Fawler û Harîs” gotine, wî jî wiha behsa xişrên jinên Kurdî di dawetan de kiriye: “Xelekek mezin a zêrîn bi guhê wan ve hatiye girêdan, gerdenbendek ku ji sîke hatiye çêkirin bi xavika serê wan ve tê girêdan û ji jêr çena wan ve derbas dikin. Yek dinê jî dora eniya wan girêdidin”. (9) Di rapora Obin de tevî behskirina cureyên xişran, şêwaza bikaranîna wan jî behs kiriye, ew gerdenbenda ku ji jêr çena wan ve derbas dibe, di zimanê Kurdî de jê re jêrçene dibêjin (9) ku zêdetir di dawetan de bi kar dianîn.

“Klodiyos Ceymz Rîç” îşare bi xişrên jinên axayan û xelkê asayî kiriye û di rapora xwe de wiha behs dike: “Jinên axayan li pêşiya eniya xwe xişr girêdidin ku pêk hatine ji rêzek ji polikên zêrîn û ji her du aliyê kofiyê ve, tayeke mercanê daketiye ku bi hev re hatiye girêdan û bi xişra pêşiya eniya wan ve tê girêdan. Wan gewhereke gelek kêm heye; Xişrên wan bi giştî ji zêr û mercanan pêk tên, û jinên qatên xwarê jî li ser şede û kofiya xwe hin sîkeyên zîv, parçeyeke piçûk ji kan û morikên şûşeyî girêdidin.” (10)

Rapora “Can Oter” derbarê wesfkirina xişrê keçeke Kurd li derdora Kirmaşanê eşkere dike ku cureya xişreyan faktora cudakirina qadan bûye: “Xelekek hesinî bi panatiya du santîmetre li yek ji kunên difinên wan ve daketiye, ew cure xelekane ji bo xemilandinê bi kar dianînin. Xeleka kesên ku dewlemend bin, ji zêr yan zîvê dihate çêkirin.” (11) Di Hewramanê de jin û mêrên dewlemend, li ser kumên xwe ku bi “fês” (12) hatibû naskirin, mercan û morikên “kewg” û zêr girêdidan. (13)

“Nîkîtîn” bi vegotina “Son”, derbarê xişrên jinên Mukrî û Erdelanî dibêje: “Guhik û bazinên destên wan û rîşikên zêrî ku bi eniya xwe ve girêdidin, beşek ji cilûberên wan e.” (14) Bikaranîna dirav di nav xişrên wan de gelek berçav e, Nîkîtîn behsa wê yekê dike: “Dirav di danûstandina Kurdan de bi kêmî midaxile heye û sîkeyên zêr û zîv jî zêdetir ji bedewiya ser mil û û cilûbergên jinên Kurdan de têne bikaranîn”. (15)

Li ser makiyajkirina jinên Kurd zanyariyên kêm hene, lê bi wan tiştên ku ber dest in, derdikeve ku makiyaj di nav jinên Kurd de adetî bûye. Di pirtûka “Dab û Nerîtî Kurdan” de hatiye: “Jin û keçên Kurd zêdetir wekî jinên Ereb dest û çav û rûmet û lêvên xwe dixemilînin”. (16)

“Ojên Obin” bi vî rengî behsa makiyajkirina jinên Kurd di rêûresmên daweta Kurdî de dike: “Soratiyê bi rûmetên xwe didin, birûyên wan bi hêleke reş bi hev re hatine girêdan.” (17)

“Klawa Kolîver Rays” (18) derbarê şêwaza pora yek ji keçên Kurd wiha dinivîse: “Bi zorê cilûbergê Kurd li xwe dikir. Porên xwe bi deh yan duwanizdeh tayan vedihûnand û di dawiya her tayekê de ku heta xwarê serê wê dihat, gûfikek hevrîşemî dadina; ya ku li serê xwe dikir zêdetir ji kum diçû ne çarşêw, û bi tayek fîroze bi serê xwe ve girêdida. Beşek ji porê wê bi awayekî xwar bû ku bi serweyê kofiya wê ve zeliqiyabû.” (19)

Pêka têbîniyên geştyaran, yek din ji xişr û bedweiyên din ên jinên Kurd (20), “xal kutan” bû. Şêweya tato yan xalkutan bi derzî bi ser rûyê laş ve dihate kişandin (21), ev nexşane jî ji rêya rengê reşê gewr ve dihate kirin (22), Mihemed Bekir derbarê çawahiya xalkutanê wiha şirove dike: “Xalkutan pêka navçeyan çawahiya wan dihate guherîn, gelekî me dîtine ku stûya tekeran dikirine ser şûna mebest û bi derzî dikutan, heta reng digirt, lê li hin navçeyên wek Kobanî û Şengalê, hêşîniya hinek daran û şîrê dayîkekê ku keç hebûya tevlîhev dikirin û bi derzî dikutan heta ku reng bigire, helbet gelek caran ew piroseye zêdetirî qonaxekê bû”.

Di pirtûka “Kurdistan” a Elî Esxer Şemîm de, xalkutan wek şêweyek bo ciwankariya jinên Kurd hatiye naskirin ku bi şêweyê gul û pelên çiyayî, li ser dest û pê û mil dihate kişandin. (23) Di wêje, helbest û folklora Kurdî de ji wan beytên ku li ser xal û xetê yaran hatine gotin, îşareyek e bo adetbûna xalkutan û bi rohnî eşkere ye ku piştî wê ku Îslam cihgir bûye, Kurdan ew kevneşopiya xwe jî wek yên dinê rakiriye (24).

Çavkanî û têbînî:

1- Difinbend, xizêm.

٢. مەحمودی، فرج اللە(١٣٥٢)، جغرافیای ناحیه ای قروه_ بیجار_ دیواندره، تهران، بی نا.

3- Pfeiffer٫ ida(1850)٫ Eine Frauenfahrt um die welt٫ band3٫ wien٫ Verlag von carl Gerold. : 190.

4- Bois, Thomas (1966), The Kurds, Published by Khayat Book & Publishing Company S.A.L. 90-94 Rue Bliss, Beirut, Lebanon. 116_ 115.

5-Fowler, George(1841), Three years in Persia; with travelling adventures in koordistan, v2, London, Henry colburn, Publisher. v2٫ : 24.

6- Harris٫ B. Walter (1896)٫ From Batum to Baghdad: Viâ Tiflis٫ Tabriz٫ and Persian Kurdistan٫ William Blackwood and Sons٫ Edinburgh and London: 198

7- Harris٫ B. Walter (1896)٫ From Batum to Baghdad: Viâ Tiflis٫ Tabriz٫ and Persian Kurdistan٫ William Blackwood and Sons٫ Edinburgh and London: 237

8- Pfeiffer٫ ida(1850)٫ Eine Frauenfahrt um die welt٫ band3٫ wien٫ Verlag von carl Gerold. 189_190

٩.اوبن،اوژن(١٣٦٢)، سفرنامه و بررسی های سفیر فرانسه در ایران، ایران امروز ١٩٠٧_١٩٠٦ ایران و بین النهرین، ترجمه و حواشی و توضیحات ار علی اصغر سعیدی، چ اول، تهران، کتابفروشی زوار.

10-  Di ferhenga Kurdî ya Henbane Borîne de, ji bo peyva jêrçene sê wate hatiye: 1- Zîvek ku jêr çenê digire 2- Şal mil 3- Xew Xewe (Şerefkendî, 1369 a Rojî: 402).

١١.ریچ، کلودیوس جیمز (١٣٩٨)، سفرنامۀ کلودیوس جیمز ریچ (بخش کردستان)، ترجمه و تعلیق حسن جاف، تصحیح فرامرز آقابیگی، چ اول، تهران، انتشارات ایرانشناسی، ص٢٣١.

١٢. اوتر ژان ،(۱۳۶۳) سفرنامه ژان اوتر (عصرنادرشاه)، ترجمه علی اقبالی، چ اول، بی جا، سازمان انتشارات جاویدان. ص: ١٨١.

13- Ev peyve di helbesta Kurdî de hatiye; wek mînak: Pergem û fêsî keçî to ey ciwan/ tacî keyane û elemî kawiyan (Kopî, 1390 a Rojî: 102)

١٤.دانشوەر،محمود(١٣٨٧)، دیدنی ها و شنیدنی های ایران، چ اول، تهران، انتاشارات دنیای کتاب.ص ٧٣١.

١٥.نیکیتین، موسیو ب(١٣٥٦)، خاطرات و سفرنامه ی موسیو نیکتین، ترجمه ی علی محمد فرەوشی( مترجم همایون)، با مقدمه ای از ملک الشعرا بهار و بهرام فرەوشی، چ دوم، تهران، ناشر کانون معرفت. ص: .٢١٥

١٦. نیکیتین، موسیو ب(١٣٥٦)، خاطرات و سفرنامه ی موسیو نیکتین، ترجمه ی علی محمد فرەوشی( مترجم همایون)، با مقدمه ای از ملک الشعرا بهار و بهرام فرەوشی، چ دوم، تهران، ناشر کانون معرفت. ص ١٤١.

١٧.افندی بایزیدی محمود (۱۳۶۹) آداب و رسوم کردان به سعی و اهتمام شرق شناس مشهور روس الکساندرژابا، با نظریات مقدمه و مؤخرۀ استاد عبدالرحمن شرفکندی «هەژار» ترجمه و تعلیق و ضمائم از: عزیز محمدپور داشبندی چ اول، بی جا، بی نا، ص: ١٥٨.

١٨.اوبن،اوژن(١٣٦٢)، سفرنامه و بررسی های سفیر فرانسه در ایران، ایران امروز ١٩٠٧_١٩٠٦ ایران و بین النهرین، ترجمه و حواشی و توضیحات ار علی اصغر سعیدی، چ اول، تهران، کتابفروشی زوار. ص ١١٦.

18.Rice٫ Claudius james. Narrtjivr of A Residence in Koordistan and on the site of ancient Nineveh with journal of a voyage down the tigris to Baghdad, two Volumes-Vol I, London: James Duncan, Paternoster Row, Edited by: his window.

١٩.رایس، کلارا کولیور(١٣٨٣) ، زنان ایرانی و راوە و رسم زندگی آنان ( سفرنامه ی کلارا کولیور رایس) ، ترجمه ی اسدللە آزاد، چ اول، تهران، نشر کتابدار. ص: ٤٦.

٢٠. ڕەزم ئارا لە خاڵ کوتان لە ناو پیاوانیشدا ڕاپۆرتی داوە. (ڕەزم ئارا، ١٣٢٠: الف/٢١) ئاشکرایە کە نەخشەکان جیاواز لەیەکتر بوونە.

٢١. دمورگان، ژان ژاک ماری دو(١٣٩٨)، سفرنامه ی دمورگان، ترجمه ی کاظم ودیعی، ج دوم، تهران، دنیای کتاب.ج ٥٨/٢_٥٧.

٢٢. شمیم، علی اصغر(١٣٧٠)، کردستان، چ اول، بی جا، انتشارات مدبر. ص: ٥٢.

٢٣.آقابیگی، فرامرز (١٤٠٠)، کرد در سفرنامه‌ها (از صفوی تا پایان پهلوی)، چاپ اول، تهران، انتشارات ایران‌شناسی.

KURDŞOP
152 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!