Ji bîra kal û pîrên Kobaniyê çend baweriyên gelêrî – beşa 3yem

Diyar Hemî

 

Beşa duyem a vê gotarê li vir bixwînin

 

(Sedem û Bikaranîn)

 

Baweriyên bi sedema dûrxistina qeza û belayan

Razan û dana serî ya bakûr:

Dema ku kesek radize û serê xwe nade aliyê bakûr, ji ber ku di baweriya civaka Kobaniyê de eger di dema razanê de serî li bakûr be guneh e, sedema vê yekê jî vedigere bo hindê ku merzelên ola Xirstiyanî seriyê miriyên wan li bakûr in. Di heman demê de di baweriya xelkê de heye ku, li ser milên her mirovekî du melayîk hene ku yek başî û ya din jî xerabiyan dinvîse û wan diparêzin, eger mirov seriyê xwe bide aliyê bakûr di dema razanê de, ew melayîk ji ser milên wî/wê dadikevin û nema wan di dema razana wan de diparêzin.

Herwiha eger di ev dema ku melayîk wan kesan tê de naparêzin, belayk bê serê wan an di xewa xwe de bimrin, ew kes li ser ola îslamê nayên pejirandin, ji ber ku me wek li jor da diyarkirin ku wek miriyêm ola xirstiyanî serê wan ber bi bakûr ve ye. Dema tu pirsa vê yekê dikî tu dibînî ku piraniya bav û dayikên Kobanî heta niha ji zarokên xwe re dibêjim seriyê xwe nedin bakûr.

Dema ku jin zêristanî be:

Tê gotin dema ku jinekê zarokê xwe nû bibe divê heta çil rojî ew zarok bi tenê nemîne, ji ber ku teyrek heye tê zarok dibe (dikuje). Teyr ew ajalê di baweriya civakê de ku zarokên wan yê biçûk dikuje, ji ber vê zarokên nûbûyî bi tenê nahîştin heta çil rojî. Wek her çîrokên mîtolojî yê civakê afirandî di derbarê vê baweriyê de jî hin çîrok tên gotin, yek ji wan ku tê gotin ev teyr di bingehê xwe de mirov bûye. Çîrok ji jineke ku zarokên xwe tune bûne dest pê dike, dema ku diçû mala birayê xwe dixwest bi zarokên wî birayî şa bibe û bi wan re bilîz e, lê jina birayê wê nedihîşt ku bi zarokên wê şa bibe, ji ber vê ew bi hundirekî şewîtî destê xwe li ber xwedê vedike û dibêje: “Xwedêyo tu min bikî teyrek ji teyran ku zarokan bibe û berî her kesî zarokê birayê min. Ev çîrok yek ji wan sedeman e ku civak bawer dike ku ew teyr tê zarokan dibe.

Herwiha tê gotin ku eger kesek di nav civakê de wî teyrî bigre, destê xwe bike qirka wî û bibêje: “heft bavan ji me dûrkev”, ew teyr diçe û heta heft bavan nêzîkî wê malbatê nabe. Tê gotin ku gelek malbatan li Kobaniyê ew teyr girtine, ji ber vê kesên ku zarokên wan ji wan re nediman ango dimirin, diçûn cem ew malbata ku teyr girtî ji bo ku ew parçeyek paç ji kincên xwe bidin wan da ku zarokên wan ji wan re bimînin.

Herwiha aliyekî vê yê zanistî jî heye ku dibêje: zarok dema ku nû dibe heta çil rojî divê her hal bi tenê nemîne, wî zarokî pêdvî bi gelek xizmat û agehdarbûnê heye, mimkine ew zarok verişe û eger neyê rastkirin û tu kes lê ne baldar be ew verişî vergere û bikeve boriya nefesa wî û bibe sedema mirina zarok. Ji bilî verêşanê, dibe agehdarî vexwarina şîrê zarok jî bibin, dibe vegere û bibe sedema xendiqîna zarok. Bi awayek gelemperî zarok di temenê çil rojî de pêdvî bi parastin û çavdêrî kirinek baş heye, lê zanist bi tu awayekê çîroka teyr pişrast nake. Ev baweriya bi teyr di roja îro de ji nav civakê rabûye, ji bilî çend kesên temen mezin ku ta niha bi vê mîtolojiyê bawermendin.

 

Çavkanî:

Hevdîtin bi kesên temen mezin re li gundên Kobaniyê.

 

KURDŞOP
469 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!