Çêkirina tevnan di Kelepûra Kobaniyê de

Necah Ibrahîm

 

Çêkirina tevnan û karê destan hunereke kevnare Ku di demên berê de bi destên jinan dihat çêkirin ev yek jî dewlemendiya Kelepûra Kurdan destnîşan dike. Lê tevî pêşketina pîşesaziyê û derketina cureyên xalîçeyên nûjen dîsa jî hin jinên Bajarê Kobaniyê ev kevneşopiyê didomînin. Îro dema ku mirov dikeve malên Bajarê Kobaniyê dibîne ku xalîçeyekî folklorî li 'erdê raxistine an tûrikekî qur'anê bi dar de kirine an nemalzixek bi dar de kirine ji bo xemlê.

Awayê çêkirina tevnan:

Dema ku dunya dibû bihar û zivistanê koça xwe bar dikir. Komek jin li ser çîm li hev kom dibûn, hin hiriya pez dianîn her wiha jê gulok (Giloverk) çêdikin û piştî dikirin gulok dikin tûrikan. Her wiha rîs bi teşiyê diristin û dikirin telaş, reng dikirin û ew telaş vedireşandin û dîsa bi teşiyê badidan, jinekê gur dadanî û didiyan jî digerand û li serî sike dikutandin û dibirin, diavîtin sikeyê û aliyê din diavîtin sikeya mezin û jineke mezin gur hildadanî û pişt re sikeya paşiyê hildikşandin, du sike li şûna wê sikê dikutandin her wiha werîsekî xwe diavîtin her du sikeyan û dişidandin û pişt re darpişt, paşgurê xwe bi pozgurê re dikirin û du biloke xwe dianîn, dargurê xwe li ser dadanîn û darpiştê xwe bi paşiyê de dikirin û seyranek bi paşiya dêrpişt re hildadanîn, tevn ji hev vedireşand û befşê xwe tê re dikirin. Dema ku çînê xwe dikutandin rîsê xwe yî reng rengî hildiçinîn, darpiştê xwe kaş dikirin, befşê xwe tê re dikirin, dikutandin, qoç dikirin, hevo li mazûr dihat gerandin û tê re dikirin û dîsa hildiçinîn.

Awayê çêkirina kon:

Destpêkê mûyê ( Por) bizinan şeh dikirin, nerm dikirin, her wiha dikirin çargoşe û li ber ba dihîştin, pişt re diristin û dikirin deh gulok an jî li gorî hejmara ku dixwestin û ew jî dikirin tevn û pişt re bi hev de didrûtin û bi ser xwe de vedigirtin.

Tevn bi çi dihatin çêkirin?

Hirî, Pembo, Dezî, Dargur, Coyê sêranekê, Qoç, Befş, Mazûr,Teşî, Darpişt, Pozgur, Sikeya paşî û pêşiyê û rîsê reng rengî.

Hin tiştên ku bi tevnan dihatin çêkirin:

Nemalzixa ji bo nimêjê, Xalîçe, Tûrikê ji bo Qur'anê, Heqîba terkiyan (A li ser hespan), Palas.

Tûrikê gênim, Sifre û kon.

Navê Hin çînan (Neqş):

Çînê dernexwun an go sinî (Hical), çînê sinî li her aliyekî çar nok hebûn, çînê hûr ku li her aliyekî sê nok bûn çîn pê dihat qedandin, mîzega, aşiqlî, çîndarik, carcim, çekçekî, zêr mehmûdî.


 Ev tûrikê qur'anê ye û çînê xwe jî Nok e her wiha jê re Ben reş jî tê gotin.


Ev nemalzixa nimêjê ye û çînê xwe Ben reş e.

 Ev nemalzixa nimêjê ye û çînê xwe jî Aşiqlî ye.


Ev palasa ji bo raxistina odeyan e û çînê xwe jî Mîzega ye her wiha jê re Hical jî tê gotin.

Ev nemalzixa nimêjê ye, Çîn hûr e, çînê xwe Zêr Mehmûdî ye, Çînê Sifran her wiha jê re Aşiqlî jî tê gotin.


 Ev nemalzixa nimêjê ye û çînê xwe Çîndarik e.


Ev nemalzixa nimêjê ye û çînê xwe Çînê dernexwun e, Çînê Sinî her wiha jê re Hical jî tê gotin.


Ev nemalzixa nimêjê ye û çînê xwe Hical e her wiha jê re Çînê Sinî jî tê gotin.

Ji bo zelalkirinê: Çînên Derrnexwun benê (Werîs) wan di ser re dernakeve Ben reş tê benê xwe di ser re derdikeve.

Rapirsîn ji du jinên Bajarê Kobaniyê:

1-Fadîle Elo.

2- Xezal Kino.

KURDŞOP
279 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!