Ji bîra kal û pîrên Kobaniyê çend baweriyên gelêrî - beşa 2yem

Diyar Hemî

 

Beşa yekem a vê gotarê li vir bixwînin

 

(Sedem û Bikaranîn)

 

Baweriyên gelêrî yên girêdayî sedemên tendûristî

Dema ku zarok bi ferê bikeve:

Ferê: Nexweşiyeke ku mirov bê ku bizanibe û haya xwe ji xwe hebe li ku derê dibe, li mal be, li ber agir be, di xew de be an hişyar be, bi awayekî ji derveyî kontirola wî ji dest xwe diçe zimanê wî dikeve nav diranan û hemî laşê xwe wek çoyekî hişk dibe.

Ji bo ku ew zarok ji vê nexweşiyê rizgar bibe li navê Mihemedan digeriyan û ji wan pere kom dikirin, bi qasî ku tiştekî zîv bi nirxên wan peran dihat dikirîn, û ew zîvî bi zarok ve dikirin da ku ji ferê rizgar bibin. Sedema vê yekê vedigere ku navê Mihemed navekî pîroz e, ji ber ku Mihemed navê pêxemberê îslamê ye. H.Z Mihemed. Her wiha bi awayekî din dema ku zarok bi ferê diket, ew dibirin pêşiya siwarê hespê. Dema ku siwarek li ser pişta hespê derbas dibû, digotin "Ey siwarê qemerê, çê ye dermanê ferê" û eger wî siwarî çi bigota ew dibû derman û riya xelaseka ji vê nexweşiyê. Di dema me ya niha de ev bawerî hatiye pişaftin û îdî nema kes van rêbazan pêk tîne, hemî gel îdî berê xwe dane awayê dermankirinê yê zanistî.

Hîqhîqo:

Hîqhîqo ew bû dema ku kesek pir dikxûya û idî ji kuxika zêde dibû hîqehîq û solixa (nefesa) xwe diçû, ji vê yekê re hîqhîqo dihat gotin.

Tê gotin ji bo ku zarok ji vî tiştî rizgar bibin, xwediyên wan ew dibirin di kevirên qol re derbas dikirin, di wî kevirî re zarok sê caran derbas dikirin û bi vê riyê zarok ji hîqhîqo xilas dibû. Ev bawerî jî weke baweriyên din di dema me ya niha de pir kêm bûye û piraniya gel xwe dispêrin zanistê.

Dema ku di çavên mirovan de bûk were:

Bûk: di vir de bûk wek hebek ji goşt e ku di ber çavên mirov de tê. Di civaka Kobanî de ji bo ku ji vê bûkê xilas bibin berê xwe didan cem jinên ku pismamên xwe (kurê apê) xwestî, û paşê çavên wî/wê mistdidin bi vî rengî ew kes ji bûka çavan xilas dibûn. Bikaranîna vê diyardeyê di dema niha de qels bûye û kêm kes bikar tînin.

Ji bo birîna zerikê  / Ji bo zarokan:

Dema ku zarokekî biçûk bi zerikê diket dihat gotin ku divê heft heb sîr û gostîrkeke zêr bi zarok de bikin ji bo ku ji zeirkê rizgar bibe, sedema bingehîn ya hatina vê baweriyê ji bo ku bi taybet heft heb sîr û gostîrkeke zêr bin nayê têgehîştin, lê dihat gotin heta ku hebên sîrê biçlimsin wê zerik jî xelas bibe, lê wek ku hin nêrînên civakî dibêjin, ji ber bêhna sîran pir e sîr bi zarokan de dikirin ji bo ku tu ajalên wek dimûşk, me'ir, mişk û hwd nêzîkî zarok nebin, di heman demê de ku civakê ew kiriye wek dermanek ji zerikê re da ku her kes bikarbîna û xwe pê biparêzin. Herwiha dibe ku ev bawerî ji demên kevin de ji bo vê yekê dihat bikaranîn, lê wek me dabû diyarkirin, dema her baweriyak bi riya devkî ji nifşekî derbasî nifşên din dibe hin tişt lê zêde an kêm dibin ev jî îhtîmaleke mezin e. Ji ber pêşketina zanist û zihniyetê ev bawerî di roja me ya îro nayê bikaranîn û hatiyê pişaftin.

Ji bo mezinan

Beriya vê bi çend mehan ez ji qezayeke tirafîkê bi silametî filitîm, li aliyakî malbatê ji bo min dewarek kire qorbanî ku ez silamet xelas bûm û li aliyê din dost û cîranan serlêdana min dikirin, xalê min yek ji haziran bû, hat li ber min rûnşt û hema dû peyv negotibûn heta min dî sîleyek bîna bûrskê bi nav çavê min veda û bi rûyekî bihêrs xeber bi min re gotin, bi dehan baneşan li kêlek vecinqîna min di mêjiyê min de çêbûn, lê piştî çend kêliyan gotine min ku ev sîle ji bo birîna zerikê ye, ev bawerî jî sedema wê ew e dibêjin zerik di encama tirsekê de tê ji ber vê tê gotin û di wê baweriyê de ne ku bi tirsê jî derman dibe. Ev bawerî heta roja me ya îro berdewame.

 

Çavkanî:

Hevdîtin bi kesên temen mezin re li gundên Kobaniyê.

KURDŞOP
508 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!