Ji bîra kal û pîrên Kobaniyê çend baweriyên gelêrî – beşa 1em

Diyar Hemî

 

(Sedem û Bikaranîn)

 

Danasînek li ser baweriyên gelêrî:

Baweriyên gelêrî ew ramanên ku gel di derbarê cîhana derve û cîhana serxwezayê de bi wan bawer dike û dibe ku ji giyanê mirovan peyda bibe. Ew ji miletekî ta miletekî din cuda dibin, û xeyal rola xwe tê de dilîze, ji bo ku şêweyekî taybet bide wî. Hin kes bawer dikin ku ew hêza ajotinê ye li pişt hemî kiryarên civakî yên ku kes bi serê xwe an bi komê re dike, ku endamên komê hîs dikin ku ew neçar in û zext li wan heye, û xwe neçar dibînin ku bi wê yekê rabin. Ango xwe li ser her reftarên ku di warên civakî yên cihêreng û danûstandinên rojane de pêk tên, ferz dike.

Baweriyên gelêrî mîrasên rewşenbîrî û tevgerî ne ku hiş û dilê mirovan dagîr kirine ku nikarin guh nedin rastî û ne rastiya pêkhatina wan, û teslîmbûna ji hukmê wan re idî bû tiştekî xuya û aşkere. Rêya xwe di dil û giyanên mirovan, yên hevpar û nepenî de vekiriye. Di hişê gel de bi cih bû, bû beşeke girîng ji wîjdana gelêrî, kete nav gotinên gelêrî, û bû fikrekî ku hişê mirovan mijûl dike, û hin caran hest bi geşbînî û bextewariyê bi wan re çêdike, û carna tirs û reşbîniyê çêdike.

Mijarên baweriyên gelêrî bi gelemperî li dora heyînên serxwezayî, bijîşkiya gelêrî, xewn, laşê mirovan, lawir, rihek, kevir û mîneralan dizivirin, û ew bawerî bûne beşek ji çanda civakê ku jê cuda nabe.

Baweriyên gelêrî li cem Kurdan  

Baweriyên gelêrî di her çand û deverkê li cîhanê hene, her wiha ku ji welatekî ta welatekî û ji civakekê ta ya din tên guherîn, ku her civakekê li gor çand, tevger dan û istandinên xwe baweriyên xwe hene, û di nav her gelî de bawerî heman rolê di awayê jiyankirina wan de dilîzin, ku ev bawerî beşeke ji her netweyekê û nayê şûştin. Herwiha li cem Kurdan  jî baweriyan bandoreke xwe ya mezin heye ku di hiş û giyanê wan de hatiye rûnşkandin û jiyana xwe pê ve girêdane. Herwiha ev bawerî li hemberî ku gelek ji wan cihê tirsê ne, lê pir ji wan jî aramiyekê di derûniya wan de çêdikin wek baweriyên tendûrstî û dûrxistina qeze û belayan.

Çarçoveya piratîk | Baweriyên gelêrî yên girêdayî ajalan:

1.1 Kund:

Li gor baweriya civakê Kund nîşana bê oxiriyê û ne xêrê ye, nîşana wêrankirin û xerabkirinê ye û metirsiyeke mizin dixe dilê xelkê. Di bingeha xwe de ev lawir )kund) cihê xerabe û bê şênî ji xwe re dike war û hêlûna xwe li wir çêdike, ji ber vê yekê dema Kund bihata cihekî li gor nêrîna civakê ew ê qeza û belayekê bi xwe re bîne û ew ê wî cihî wêran bike û hêlûna xwe li wir çêke. Ev bawerî û tirsa ji Kund ta niha jî heye di nava civakê de.

1.2 Kewkirk

Bawriya civakê ya di derbarê kewkirkê de ku ew di serdemeke kevin de mirov bû. Tê gotin ku xwîşk û bira bi hev re derketin geştekê di rê de şor û peyvên wan li hev nehatin û xwîşkê birayê xwe yê biçûk kuşt, di wir de xwîşkê bi gunehekî mezin hîs kir û ji xwedê xwest ku wê bike teyrekî  û bi darxîne û ji ber vê yekê ta niha kewkirk, bang dike kekû kekû û bi ser birayê xwe de digirî. Ev çîrok wek her çîrokên ku civakê afrandî ji bo watedayîna tiştekî, ji ber vê civakê ji ber ku dîtiye kewkirik ban dike bi dengekî wiha ev çîrok jê re afrandiye.

1.3 Mar

Baweriya civakê heye ku dîtitina mar nîşana oxiriyê ye, kesê rêwî dema ku mar di rêwîtiya xwe de dibîne şad dibe ji ber ku ew di wê baweiyê de ku ev ku wê ev rê açix û silamet be, her wiha gotinek di nav civakê de heye dibêje: marê ku bi te venede, emrê (temen) te hezar sal e, ku ev jî wek baweiyakê tê pejirandin.

 

Ev gotarê dom heye…

 

Çavkanî:

- MEWLÛDE Bekûş(2020),  Smînera Antropolojiya Aawyên Derbirînên Civakî, Zanîngeha Abû Bekir Bilqayêd Tilsman.

- Hevdîtina bi kesên temen mezin li gundên Kobaniyê

KURDŞOP
803 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!