Şadî
Kurdshop – Li parêzgeha Mugla ya Tirkiyê di navbera 25ê Adarê û 01ê Nîsana 2023yan de di Şampiyontiya Boksê ya Takekesî ya keç û xortên Ciwan de, werzîşvana Êlihî (Batman) Zîlan Kizmaz li Tirkiyê di beşa jinan de bû sêyemîn.
Di serdana ku ji bo Rêvebirê Werzîş û Ciwanan a Parêzgeha Êlihê Mehmet Şafî Ozperk a hate kirin de, rêvebirê şaxê spor-werzişê Burak Eren, nûnerê Boksê yê bajêr Ebdulah Ay, rahênerê yekem yê Boksê Mistefa Okuyucu û Îbrahîm Gûzel, li gel werzişvana serkeftî Zîlan Kizmaz beşdarî seredanê bûn.
Ji 61 bajaran, 448 werzîşwanên ciwanên xort û 236 werzîşwanên jin beşdarî wê Şampiyontiyê bûn û di pêşbirk û Tûrnûvayê de, di pîvan û weznên cuda de ji bo zilam û jinan madalya hatin belav kirin.
Herwaha Rêveberê Werziş û Ciwanan a Parêzgeha Êlihê Mehmet Şafî Ozperk, kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û pîrozbahî li werzêşwana serkeftî Zîlan Kizmaz û rahênerên wê kir.