Kurdşop-Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza mêhvandariya cama cîhanî ya topa pê ango futbola herêman (Konîfa)yê dike û ji bo vê armancê jî serok û herdu cihgirên Yekîtiya Topa Pê ya Herêmên Cîhanê (Konîfa)yê sardana Herêma Kurdistanê kirine û di vê sardana xwe de, dê sardana stadyumên sporê yên Herêma Kurdistanê li parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê jî bikin.
Berdevkê Yekîtiya Topa Pê a Herêmên Cîhanê (Konîfa)yê Celal Seîd ragehand: Kupaya Konîfa carekê li Kurdistanê birêve çûye û em daxwaz dikin dîsan di sala 2024`an de li Herêma Kurdistanê birêve biçe; bo vê jî me pilanek amade kiriye ku pêkhatiye ji stadyuman û cihê manê û balafirxaneyên Kurdistanê û çendîn cihên geştiyarî ku em pêşkêş dikin û em hêvî dikin di demeke zû de bersivekê wergirin û careke din bi piştgiriya Herêma Kurdistanê ew pêşbirk li Kurdistanê birêve here.
Li derbarê pêkanîna hilbijardeya Kurdistanê Celal Seîd got: “Li nav Yekîtiya Topa Pê ya Kurdistanê fikirandinek heye bona ku careke din hilbijardeya Kurdistanê bê pêkanîn, ger kupa jî nebe lê em dikarin çend leyîzên dostane birêve bibin û li bajarê Bexda an jî Besre yan jî li derveyî welêt em leyîzan organîze bikin. Ez pêşbînî dikim ku piştî bidawîhatina gera nayab a Kurdistanê bo vê demsalê, hilbijardeya Kurdistanê dirust bibe”.
Kupaya Konîfa di navbera herêmên cîhanê de birêve diçe. Piraniya pêşbirkiyên Kupaya Konîfayê bi beşdariya 16 hilbijardeyan birêve çûne û carina jî hejmareke zêdetir ji hilbijardeya herêman beşdar dibin. Hilbijardeya Kurdistanê di sala 2012`an de bûye pehlewanê cama herêmên cîhanê.