Şadî
Kurdshop – Pêşbirka futbolê ya di navbera Wanspor-Amedsporê bi armanca piştevaniya ji bo mexdûrên erdhejê ku li Wanê hat lîstin bi serkeftina Amedsporê û bi encama 4-2 bi dawî bû.
Tîma fitbolê ya Amedspor ku nûnertiya bajarê Amedê dike û Amed jî ku yek ji 10 parêzgehên erdheja ku navenda wê Gurgum (Mereş) a Bakurê Kurdistanê bû dike, li gel Wanspor a di Gruba Sor ya Lîga 2yemîn a Federasyona Fitbolê a Tirkiyê (TFF) pêşbirka futbolê ya dostane pêk anîn. Herwaha tevahiya destkeftên lîstika dostane ji bo mexdûrên erdhejê hate bexşandin.
Amedspor a ku di Gruba Spî ya Lîga 2yemîn a TFF ê de serwere, di tora xwe ya civakî Twîterê de di derbarê lîstokê de parve kirinek kiribû û diyar kir , ‘’ Emê birînên xwe bi hev re derman bikin û diyar kir û emê li gel Wansporê 19 Sibatê demjimêr 14:00 li yarîgeha Diyarbekir lîstoka dostaniyê bikin.’’ Herwaha diyar kir ku wê dahata tevahiya biletan ji bo hemwalatiyên me yên ku ji ber erdhejê bandor bûne bê bexşandin.
Piştre jî ew lîstoka ku wê li yarîgeha Diyarbekirê bihata lîstin ji bo Wanê hatibû veguhestin.
Nirxê biletan jî pişt qelê û maratonê 100 TL, VIP jî 500 TL hatin diyar kirin.
Beriya lîstokê Serokê Kulûba Wansporê Feyat Kiyak û Serokê Amedsporê Selahedîn Yildirim bi endamên çapemeniyê re hatin gel hev.
Herwaha lîstokvanên herdû tîman jî bi pankartên’’ Emê birînên xwe bi hev re derman bikin’’ derketin qadê.
Lîstok bi serkeftina Amedspor ya bi 4-2 bi encam bû.