Hostayê Bedlîsî 50 sale karê qelayê dike

Kurdshop – Pîşeya pîl an jî qelay kirina sifir û paxir ku êdî her diçe tê jibîrkirin, ji aliyê hostayekî xelkê navçeya Tûx (Tetvan) a Bedlîs a Bakurê Kurdistanê yê bi navê Eladîn Gucu ve 50 sale berdewam dike.

Eladîn Gucu yê hostayê pîl û qelay kirina sifir û paxiran, 50 sale bê navber wî karî dike, ku hema bêje hemû temenê xwe bi wî karî derbas kiriye.

Li navçeya Tûx a Bedlîsê hostayê navûdeng Eladîn Gucu 78 salî ye û derbarê pîşeya xwe de jî dibêje: Ez 7 salîbûm li gel hostayekî min dest bi kar kir û heta 18 saliya xwe min ev kare kir. Piştre ez çûme leşkeriyê û piştî ez ji leşkeriyê jî vegeryam, ez hatim min dukan vekir. 50 sale ez bê navber vî karî dikim û pareyê ke bidest dixim pareyekî helal e û min 12 zarok hene û hemû bi vî pîşeyê min mezin kirin û naha hemû xwedî kar in.

Eladîn Gucu dibêje ez ji vî karî gelek hezdikim, lê ez nikarim ji bo fêrbikim ti şagirtekî nabînim. Û diyar dike: ‘’Karê qelay kirina paxir her diçe êdî namîne. Ji ber ku ber bi tinebûnê ve diçe li bajarê me jî hosta neman. Hemû Bedlîsê vê gavê tenê ez karê qelayê dikim. Li Amedê jî çend kes mane hîn vî karî dikin lê ez hejmara wan nizanim. Lê li Dîlok û li Sêrtê jî hîn kesek maye vî karî dike. Derveyî wan li herêma me (Bakurê Kurdistanê) kesek nemaye ku vî karî bike. Ez li vê derê vî karî dikim û karê min paxir û qelay kirin e. Demekî me bi paxir qazanên hemam û serşokan çêdikirin û semaver me çêdikirin. Lê naha tenê em firaxên xwarinê, cezveyên qehwê û çaydanên çayê em sererast dikin. Me nekarî di vê pîşeyê de nifşekî nû perwerde û fêrbikin. Em şagirtan peyda nakin û nifşê kevin jî her ku diçe pîr dibe û nikare vî karî bike.’’

Yek ji mûşteriyên Eladîn Gucu yê bi navê Fehîm Ay jî dibêje, paxir tiştekî gelek xweşik e û ez mûşteriyê vê derê me. Bi salên dirêje ez hosta Eladîn nasdikin û karê xwe gelek baş dike. Li gor madeyên din paxir gelek bi tendurist e. Ji ber wê jî em di mala xwe de hîn jî paxir bikartînin. Li mal jî amûrên me yên paxir dema kevin dibin em tînin gel Eladîn hosta. Piştî ku hosta Eladîn qelay dike em dibin careke din bikartînin.

KURDŞOP
708 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!