Keçeke Kurd a Êzidî beşdarî “Miss Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê” dibe

Şadî

Kurdshop – Keça Kurd a Êzidî Gulîstan Giro hewl dide bibe Şaciwana Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê. Gulîstan Giro di vê pêşbirkê de çend qonax derbas kirine û bi hêvî ye ku xewna xwe bicih bîne û bibe dengê keçên Kurdistanê.

Gulistan Giro ku ji navçeya Xankê ya ser bi Parêzgeha Duhokê ye, derçûya koleja Perestyariyê ye û di heman demê de karê modeliyê dike. Gulistan ku li ser asta Kurdistanê yekem e, piştî ku wê çend qonaxên pişbirkê derbas kirine, niha jî ber bi qonaxên dawî yên Şaciwaniya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê ve diçe.

Gulistan Giro diyar kir ku armanca wê ya başdarî kirinê ew e dengê keçên Kurdistanê û Êzidiyan bigehîne derve û got, ‘’Armanca min zêdetir gihandina peyama aştiyê ji bo hemû cîhanê ye û ez dibêjin  ku keç jî xwedî şiyaneke mezin in û dikarin, di hemû qadan de  beşdar bibin û biser bikevin.”

Gulistan Giro herwaha diyar kir, li ser asta Iraqê 40 keç di vê pêşbirkê de beşdar in û dê di meha Cotmehê de, yek ji wan wek Balyoza Dewletê bê hilbijartin û di pêşbirkê de beşdar bibe.

Gulistan Giro di van salên dawî de, tevî gelek zor û zehmetî û astengiyan jî, di warên cuda de xwedî rol bûye û hewl dide bibe dengê civaka xwe.

Seroka Rêxistina DAKê (Rêxistina Geşepêdanê bo Jinên Êzdî) Sozan Sefer jî ragehand: “Em wek rêxistina DAK, em gelekî  kêfxweşin ku em îro dibînin keçên Êzidî beşdariyê di qadên jiyanê yên di gelek waran de dikin. Ev nîşana wê yekê ye ku keçên Êzidî îro baweriya xwe bi xwe hene û gihîştine wê astê ku ew zulm û zora bi ser wan de hatiye, vediguherînin hêz û karînê.”

300 keç ji 22 welatan beşdarî pêşbirka “Miss Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê ya 2023yan” dibin ku biryar e pêşbirka dawî di Cotmeh a 2023an de li welatekî Erebî birêve biçe, Kurdistan jî di lîsteyê de ye.

KURDŞOP
623 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!