Kedkarekî ji Erzeromê, 43 sale ji çermê ajalan pêlavan çêdike   

Koyuncuyê 55 salî ku bi alîkariya hevalên xwe rojê 9-10 sol û pêlavan çêdike, ji bilî pêlavan, ji bo werzîşvanên cirîdê cîzmeyan jî çêdike.

Şadî

Kurdshop – Bayram Koyuncuyê yê 55 salî ku ji bajarê Erzerom a Bakurê Kurdistanê ye, 43 sale ku di kargeha xwe ya 40 metrekareyî de, ji çêrmê dewar û bizinan pêlavan çêdik e.

Bayram Koyuncu ku di temenê 12 saliyê de bi daxwaza bavê xwe dest bi wî karî kiriye, niha li navçeya Yakutiyeyê, di kargeha xwe ya bazara Kavaflarê ji bo hemû aliyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêlavan çêdike.

Koyuncuyê 55 salî ku bi alîkariya hevalên xwe rojê 9-10 sol û pêlavan çêdike, ji bilî pêlavan, ji bo werzîşvanên cirîdê cîzmeyan jî çêdike.

Bayram Koyuncu diyar kir ku ji derveyî welat jî mişteriyên wî hene û got: ‘’Hindek ji mişteriyên me yên derveyî welat ku li ser sîparîşê pêlavan didin çêkirin jî hene. Em hem pêlavên berê, hem jî yên nû, bi giştî her cure pêlavan çêdikin. Gelek cirîdvanên li Tirkiyê jî sîparîşê didin me û daxwaz dikin. Ez tenê li Erzeromê na, ji bo derveyî bajêr jî dişînim.  Min cîzmeyên siwaran jî çêkirine û şandiye Uşak, Adapazari, Stenbol û Bursayê. Ji ber wê jî hema bêje tevahiya cirîdvanên bajarên me, min baş dinasin. Ji ber ku piraniya cîzmeyên wan min çêkirin.’’

Koyuncu diyar kir ku sektora pêlavan mezin e, qalib, model û birîn û jêkirina wan jî cuda ye.

Bayram Koyuncu diyar kir ku hilbirîna pêlavan ne hêsane û got: ‘’ Destpêkê modela pêlavê tê destnîşan kirin û piştre tê ber destê me.’’

Aydin Masatê 45 salî ku alîkariya Koyuncu dike jî diyar kir fêrbûna goşkariyê ango çêkirina pêlavan hunereke dijware û diyar kir, ‘’ Em hercure pêlavan çêdikin û tehmîr dikin. Piştî derketina pêlavên fabrîkasyonî, êdî kes vî karî nake. Ji ber ku keda destan zehmete; lê belê em jê hez dikin. Ez li cihekî din kar dikim, lê dema wextê min hebe, ez têm vê derê û vê hunerê didomînim.’’

KURDŞOP
786 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!