Sûdên Jenîna amûrên mûzîkê li ser mirov

Fêrbûna amûreke muzîkê û başkirina jêhatîbûna mirov dikare baweriya kesayetî zêde bike. Dema ku mirov amûrekî bi başî lêbide, baweriya bixwe anînê zêde dibe.

Şadî

Kurdshop – Lêdan an jî jenîna amûrên mûzîkê ji bo gelek kesan dikare bibe ceribandineke baş û berhemdar. Dibe ku mirov amûrên mûzîkê wekî hobiyekî xwe hilbijêrin û lêbidin yan jî wekî mûzîkjenên profesyonel bişopînin.

Bi mûzîkê re mijûlbûn û di heman demê de lêdana wê dikare di gelek milan de bandorê li ser mirov bike. Di asta bedenî, derûnî û hestiyarî de dikare bandorên erênî di mirov de biafirîne.

Çend bandorên erênî yên amûrên mûzîkê ya li ser mirov:

Bandora erênî ya hestiyarî: Lêdana  amûreke mûzîkê di gelek kesan de rihetbûneke hestiyarî ava dike. Çêkirina mûzîkê wekî navgînek ango amûrek derbirîna hestiyarî û vegotinê dike û diafirîne. Mûzîk dikare di warê rêvebirina rewşên hestiyarî de bibe alîkar û ji bo bextewariyê, îfadeyeke hestiyarî peyda bike.

Zehmetiyên derûnî baştir dike: Lêxistina amûrekî mûzîkê  di warê hişyar kirina fonksiyonên mejî de bibandore ango alîkariya hişyariya mejî dike. Fêrbûna amûrekî mûzîkê dikare beşdarî di pêşkeftina jêhatîbûnên derûnî yên wekî bîr, baldarî û hevrêziya dest-çav de bandoreke erênî peyda bike. Çalakiyên wekî xwendina notayên mûzîkê, şopandina rîtmê û hevrêzîkirina tiliyan dikare pêwendiya di navbera beşên cuda yên mêjî de baştir bike.

Kêmkirina stresê: Afirandina mûzîkê dikare di kêmkirina stresê de bandoreke erênî ava bike. Jenîna amûrekî hişê mirov mijûl dike û dikare mirov ji xemên rojane dûr bixe. Mûzîk di heman demê de dikare asta hormonan ya stresê ya kortîsolê jî kêm bike û bersivên rihetbûnê dide destpêkirin.

Afirîneriyê pêş dixe:  Jenîna amûrê mûzîkê dikare xuliqandin û afirîneriyê di mirov de pêş bixe. Jenîna amûreke muzîkê dikare afirîneriyê paldêriyê ango mirov han bide. Afirandina muzîka xwe, keşfkirina melodî û rîtmên nû û bihêz kirina jêhatîbûna berheviyê û aranjê dikare afrîneriya mirov geş bike.

Pêwendiyên civakî zêde dike: Lêdan û jenîna  amûrê mûzîkê dikare wisa li mirov bike ku mirov berjewendiyekî hevpar bi kesên din re jî parve bike. Bi tevlîbûna orkestra, kom an jî  komên mûzîkê yên din, mirov dikare bi mirovan re têkilîyê dayne û  bi hev re mûzîk çêbikin û dostaniyên nû biafirîne.

Baweriyê Zêde Dike: Fêrbûna amûreke muzîkê û başkirina jêhatîbûna mirov dikare baweriya kesayetî zêde bike. Dema ku mirov amûrekî bi başî lêbide, baweriya bixwe anînê zêde dibe.

Jenîna amûreke mûzîkê li ser her kesî bandorên cuda ava dike, lê bi giştî tê zanîn ku xuliqandina muzîkê gelek sûdên  xwe yên erênî hene.

 

KURDŞOP
704 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!