Li Amedê di qehwexaneyekî de 31 sale tenê setrenc tê lîstin

Qehwexaneya ku tê de tenê setrenc tê lîstin, di sala 1992’an û vir ve xizmetê dike.  Ev cîh berî 31 salan ku bi daxwaz kirina taxima setrencê ya çend mûşteriyan ve destpê kir, hate asteke navendî ya pêşbirkeke dijwar.

Şadî

Kurdshop – Li navçeya Rêzan a ser bi navenda bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê, qehwexaneyeke balkêş heye ku li wê qehwexaneyê de, kelecana futbolê, kevirên okey û kartên lîstinê tine ye, satranc û çay heye. Li qehwexaneya setrancê ku ji hemû beşên civakê mûşteriyên weke akademîsyen, bijîşk, karker, mela û xwendekar tê de hene, pêşbirkeke dijwar heye.

Qehwexaneya ku tê de tenê setrenc ango wekî di kurdî de li gelek cîha lîstoka kişik tê gotin tê lîstin, di sala 1992’an û vir ve xizmetê dike.  Ev cîh berî 31 salan ku bi daxwaz kirina taxima setrencê ya çend mûşteriyan ve destpê kir, hate asteke navendî ya pêşbirkeke dijwar. Ji akademîsyenan bigre heta bijîşkan, mamosteyan, xwandekaran, karker û meleyan, ji hemû grubên pîşeyan, hemwelatî di vê qehwexaneyê de ji bo setrencê li hev kom dibin.

Qehwexaneya şatrencê ku cihekî wê yê biçûk heye, zivistanan li ber sobeyê tê gerim kirin û bi destpê kirina germayê ve jî maseyên wê li derve tên danîn. Li wê qehwexanê de cigare kêşan qedexeye. Qehwexaneya setrencê ku ji hemû temenan mûşteriyên wê hene, car caran lîstokek bi demjimêran berdewam dike re mêvandariyê dike. Her çend lîstik di nav bera du kesan de tê lîstin jî, kesên ku li dora masê kom dibin, şahidiya tekoşîna di pêşbirkê de heyî dikin.

Yek ji mûşteriyan li hember pirsa ‘’Yê herî baş kî ye?’’ bi vî rengî bersiv dide;  ‘’Yê herî baş tine ye, serkeftin jî heye, binketin jî heye. Gav avêtinekî xelet dihêle ku lîstokvanê  herî baş jî winda bike.’’

Qehwexaneya bi nave Qehwexaneya Esnaf ango pîşekar kar dike, cîhê taybet ê lîstoka setrencê ye û li hemû bajar jî xwedî taybetmendiya yekem cîhe bi wî awayî ye. Xwediyê qehwexaneyê Yunis Baytok ragehand: Dema ku bavê min yekem car ev cîhe vekir, 2 kes taxima setrencê dixwazin. Wê demê bi taximeke setrencê vee w kar destpê kir, lê naha nêzîkî 50 taximên setrencê hene û eleqeyekî mezin jî heye. Ji roja yekem heta naha tenê li vê qehwexanê setrenc tê lîstin. Bavê min du sal berî naha dema ku emrê xwedê kir û çû ser dilovaniya xwe, min ev kar berdewam kir. Ez jî dilîzim lê ez wek mûşteriyan pir baş nînim. Herwaha ragehand, mûşteriyên wî piraniya wan zêdetirî 50 salî ne, lê êdî ciwan jî eleqê nîşan didin.

Baytok got; Ez serê sibehê demjimêr 07:00ê qehwexanê vedikim û heta 20:00ê şev jî vekiriye. Bi taybet dawiya heftiyê gelek qerebalix e. Pêncî kes komdibin û setrencê dilîzin. Gelek lîstok jî pir bi kelecan in û rikberiyekî zêde heye. Gelek lîstokvanên pir baş dilîzin hene û dema ew dilîzin gelek rikberî û milmilaneya lîstokê heye. Setrenc hiş bihêz dike û divê zarok jî bên fêrkirin.

Yek ji kesên ku berdewam tê wê qehwexaneyê jî Receb Ozakbaş e û dibêje ez bi salane li vê qehwexaneyê setrencê dilîzim. ‘’Ev lîstok dihêle ku mirov gelek tişta de cuda fikir jî bike. Ji nêrînên klasîk zêdetir nêrandinên cuda jî di mirov de pêş dikevin. Mesela lîstoka damayê de naçarî heye, tu naçarî rakî, lê setrenc ne wisa ye. Teqez alternatîfekî cuda jî heye, tu ne naçar û mehkûmê yek tiştî tenê yî û ev yek dibe sedem ku nêrîna mirov a jiyanê de jî guhertin çêbe. Ango tu ne naçarî her tiştekî bikî û afrîneriya berhemanîna alternatîfan di mirov de pêş dixe. Ji ber wê jî eger heman tiştî mirov daxe jiyana xwe dê hişê mirov jî baştir kar bike. Car caran ez bin dikevim, car caran jî serdikevim. Lîstokvanên baş hene. Lê ti kes berdewam serkeftî nabe. Lîstokvanên herî baş jî xeletiyan dikin. Li Amedê turnuva ango pêşbirkên setrencê tên çêkirin, lê ji ber xelat tine, beşdarî jî kêm dibe. Çend roj berî naha çûn Mêrdînê, piştre çûn navçeya Koserê û vê heftiyê jî dê biçin Mûşê. Dema xelat dayîn hebe wê demê eleqe jî baştir dibe.

Ciwanê bi navê Silêman Guneş jî dibêje piştî ku ev qehwexane keşif kiriye li gel hevalên xwe ji bo lîstina setrencê berdewam sardana vê qehwexaneyê dikin. Guneş dibêje: ‘’Berî naha me piranî di telefon, kompûter û li ser wan amûran setrenc dilîst. Lê piştre me ev qehwexane keşif kir û gelek keyfa me pê hat. Êdî bûye cîhê hevdîtina me hevalan. Em li vê qehwexaneyê tên gel hev û çend lîstokan dilîzin, piştre em radibin. Li gel mirovên nû hev naskirin gelek xweş e. Ew jî mirov pêş dixe. Bi taybet setrenc berdewam wek pirsgrêkên matematîkê çawa pêwîstî bi çareseriyê ye, setrenc jî wisa ye û ew yek mirov pêş dixe. Berdewam pêwîste li ser ihtimal û egerên cuda fikir bikî û gavên pêş jî bibînî û bi wî rengî em dikarin bigehin astên pir bilindtir.

Ciwanekî din ku ji mûşteriyên qehwexaneyê ye jî wiha dibêje: “Setrenc nêrandina me ya ji jiyanê re jî diguhere. Nêrandinên me yên li hember pirsgirêkan jî diguhere û behremendiya me ya çareser kirina pirsgirêkan jî pêş dixe. Ez ji bo ezmûnan xwe amade dikim û dema ku ji bo ezmûnê amadekariyê dikim, di dema mijulbûna hobiyên (Hobiya) ên bi vî rengî ve bandoreke baş û erênî li ser ezmûnê jî dike. Ji ber vê jî ez ji setrencê hezdikim. Bin xistin jî heye, bin ketin jî heye. Konseptekî bi vî awayî di Amedê de gelek başe. Ji ber wê jî ez ji vir hez dikim.’’

Mûşteriyên vê qehwexanê li bajêr daxwaza pêkanîna pêşbirka xelat kirinê dikin.

KURDŞOP
842 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!