Evîn Teyfûr
Beşa yekem a vê gotarê li vir bixwînin
Çîrokên rasteqîne
Di beşa çîrokê de, bûyer li dora kes, zeman, mekan û lawirên rast dibihûre. Di vê pêvajoyê de êdî zarok ber bi rastiya hewirdora xwe û civakê de diçin û ev cureyên çîrokên rasteqîne pê re dibe alîkar ku bi hêsanî û hezkirin rêbaza jiyanê û derdora xwe nasbikin.
Li ser vê yekê jî Remezan Pertev di pirtûkeke xwe de wiha tîne Ziman: "Çîrokên rasteqîn; hem ji layê mijar û lehengan ve û hem jî ji layê serpêhatî û şikil ve di çarçova aqil û îmkanê de ne. Mirov di jiyana rojane de her tim dikare rastî leheng û bûyerên vê cureyê çîrokê bêne. "( PERTEV Ramazan (2008), zarok û çîrok Destpêka Pedagojiya Kurdî, 95 r.)
Zarok bi riya çîrokên rasteqînî cudahiya di navbera xeyal û rastiyê ji hev derdixin. Her wiha dikirin fêrî rêbaza jiyan, ajal, zanist û perwedehiyê bibin. Hîn dibin ku çawa kolan, mal û odeya xwe paqij bikin. Di jiyanê de bi derdora xwe re bo hezkirin bibin alîkar û ger li rastî zehmetiyekê werin li pêşiya wê bi hêz bin û bikaribin xwe ji wan zehmetiyan xelas bikin.
Çîrokên xeyalî
Mirov bê xeyal nabe, ji ber ku ew bi aqil ji heywanan tên cudakirin. Xeyal jî yek ji hêzên vî aqilî ye, an jî yek ji jêhatîbûna ramana devkî ya bilind e. Ji gava ku zarok ji dayika xwe diwelide xeyalên wî/wê her roj, li siberoja vê dinyayê mezintir dibe. Di çîrokên ku dê û dapîr beriya razanê yan jî ji bo xweşiya zarok, jê re dixwîne xeyal tê de roleke herî girîng dilîze.
Çîrokên xeyalî cureyekî çîrokan e ku ji serdemên berê ve heye. Li dora van çîrokan lawir, çûk, heyînên xerîb, cîhana cinan an jî sêhrbazan dizivirin. Taybetmendiyên gel, netewe û nijadan ji xeyalên çîrokên efsanewî derdikevin. Ji xwe di çîrokên zarokan çi yên berê û çi jî yên nuha xeyal rola herî girîn û pêşîn dilîze. Li gorî ku Dk. Entowan El-Şertonî di lîkolîneke xwe de destnîşan kiriye jî: "Yek ji girîngtirîn taybetiyên çîrokên zarokan xeyal e. Xeyal di girêdan û balkişandina zarok ya bi çîrokê re roleke sereke dilîze."( EL-ŞERTONÎ Entowan (2020), «Xeyal Di Wêjeya Zarokan De», https://sharqgharb.net/alkheal-fe-adb-alatdfal/)
Çîrokên dîrokî
Çîrokên dîrokî ji wan çîrokên paşeroja miletekî ku bi riya vegotineke hêsan tê pêşberî zarok. Bi riya vê çîrokê; zarok kesayetî û bûyerên lehengî yên ku din serpêhatiyên gelekî de qewimîne dinase. Ji wê jî zarok fêrî hêz û kesayetiya ji xwe bawer dibin. Her wiha bi riya wan çîrokan dikiran ezmûnên xwe jiyanî yên zehmet bi hêsanî derbas bikin.
Li ser vê jî Nûra Şawî û Fatmê Mimanî dibêj ku: Bi riya çîroka dîrokî zarok dîroka gelekî û lehengên wan dinase. Pirî caran jî zarok di xwendin û bihîstina çîrokên lehngên dîrokî, di kesayetiya xwe de lasayî wan lehengan dike.( ŞAWI Nûra, MIMANI Fatmê (2011-2012), Çîrokên Zarokan Di Dibistanan de, 30 r.)
Çîrokên olî
Ev cûreyê çîrokên olî zarok bi riya wê ola xwe dinase, her wiha tê de fêrî nimêj û hezkirina xweda û xwezayê dibe. Ev cureyê çîrokî ji zarokan re bi zimanekî hêsan behsa xweda û çêkirina gerdûn û gelewêjan dike.
Li ser vê yekê Hesen Şihata di xebateke xwe de wiha dibêje: Cûre çîrokên olî Çîrok bi mijarên olî ve girêdayî ye ku tê de behsa: îbadet, bawerî, kiryar û jiyana pêxember û xwedanan dike. Her wiha tê de behsa Çîrokên Qur'ana pîroz, pirtûkên ezmanî, mêrxaziya olî û exlaqî û tiştên ku Xwedan ji bo peyreweyên xwe amade kiriye, dike. Hîn jî li ser şaşetî, ceza, şert û mercên miletên vala û têkiliyên wan bi pirsa baweriya bi Xwedayê mezin û helwesta wan li ser baş û xerabî, dike.