Di nava salên bêwestan berhemdariya Emîne Emer - Beşa 2yem

Aras Hiso

 

Lêkolîn, nirxandin û xwendinên di derbarê hinek pirtûkên Kurdî de:

Vekolînek di naveroka pirtûka mamosta Cemal Nebez de, 2013,  (wişenamekî êtîmoljiyay zimanî Kurdî), Elmanya.

Ev pirtûk ne diyar e ka bê ji aliyê kîjan weşanxaneyê ve hatiye çapkirin û weşandin, lê ji xwe di ji serenava wê ve diyar e ku nirxandineke zanistî li ser nivîskarê navdar hatiye kirin, ku ev berhem jî berê me dide din, warê rêziman, etîmolojî û zimanê Kurdî.

Xwendinek li bin ronahiya çarçirayên Mijabadê, weşanên sersera, Romana Jan Dost.

“Mijabad” romana yekemîn ya romanivîsê Kurd Jan Dost e ku di sala 2004an de li Amedê hatiye çapkirin û weşandin. Ji 234 rûpelan pêk tê. Ev roman wekî romaneke dîrokî ya li dorhêla komara Mihabadê qewimiye tê qalkirin. Jan Dost, ev berhem ne tenê wekî berhemeke wêjeyî pêşkêş kiriye, çiku ji me re bi dateyî qala bûyerên wan serdeman dike. Gelek qonax û bûyerên ku muhra xwe li dîroka Mihabadê û Kurdistanê xistiye, dike.  Jan Dost, dram û trajedîya serhildan, têkçûn, qirkirin û wêrankirinên bi serê gelê Kurd de hatiye, tevlî berxwedan û qahremanîya keç û kurê Kurd di romana xwe de pêşkêşî xwendevan dike. Di vê romanê de, ne tenê rewşa gelê Kurd, lê dram û trajedîya gelên Ermen û Suryan/Aşûr jî bi vegotinek rastgo dide ber çacên xwendevanan.

Nirxandina li ser vê romanê ji aliyê gelek lêkolîner û xwîneran hatiye kirin ku yek ji wan jî Emîne Emer e. Nirxandina li ser vê romanê ku ji 104 rûpelî pêk tê, di bi sernava “Xwendinek li bin ronahiya çarçirayên mijabadê”  bi awayekî giştî ji xwînerên xwe re qala çarçove û naveroka romanê dike.

Ji semaya baweriyê, 2020,  Xwendinek li helbesta peyalên Hawmayê ya Ferhad Sîrîn, Ji weşanên Sersera, çapa yekê

Navê pirtûka helbestên Ferhad Şîrîn ”Peyalên Hawmayê: Ta Dawîyê; Dawîya Semayê” ye. Pirtûk li bajarê Kobaniyê ji nav weşanên ”Ava”yê derketiye. Pirtûk 104 rûpel e. Bergê pirtûkê jî ji aliyê hunermend Zuhêr Hesîb nîgarkirin.  Ji bo navê pirtûka Ferhad Şîrîn jî Emîne Emer tîne ziman ku: ”Ji pirtûka Avestayê ev navê ha ”Peyalên Hawmayê” li pirtûka xwe kiriye.

Emîne Emer hevok, malîk ji helbesta dirêj werdigre û şîroveya wê dike. Ew di şîroveya xwe de tîne zimên ku helbestvan bi van gotinên xwe ên helbestkî xwestiye çi bibêje ango wateya naverokê diyar dike. Emî Emer dibêje: ”Bêguman divê em ji bîr jî nekin ku, naveroka vê helbestê, naverokeke welatparêzî ye û gelek mijaran ji pirgala civaka Kurdî û rewşa bindestî dipelîne.”

Di warê Folklora zarokan de:

Çîroka Êsê û Bilodo û pêre jî çîroka Şengê Pengê, 2003, Almanya, berlîn.

“Kêza kêzeran xwediya şimika xêzeran” ji bo zarokan, Almanya, berlîn, ji weşanên Sersera.

Ev her du berhem ji paşxaneya wêjeya gelêrî ya zarokan hatine wergirtin. Bi form û stîleke li girî ruhiyeta zarokan hatiye hûnandin, zarok bi wêne û karakîterên rengorengo nêzî dilê zarokan e.

Berhemên li ser helbestê û çîrokê de:

Bejna xemên min, 2013.

Bazê hêviyên min, 2020, Ji weşanên Sersera.

 

Di nava vê kome-helbestan de bi qasî 70 helbestan di nava xwe de digire. Di naveroka van helbestan bêhtir qala reng, êş û jana gelê xwe dike. Hinek helbest di warê civakî de û hinekan yên kesayetî û xembariyê di nava xwe de hildigire.

Pirgala bênifûsî, 2020, ji 7 kurteçêrokan pêk hatiye

 

Nimûneyek ji helbesta wê:

Malikek ji dîwana helbestê ya Bazê Hêviyên min

Rojehilmek ji bihara şûreşan bû

Sergovenda bi kulîlikên yasemînê xemilandî

nimûne bû.

Arê ji tifika laşê Bulezîzî ronî da bû

bihara azadiyê reng veda bû.

Serketina li bergehê Naverasta Azadiyê

Li Qahîra

Geşbînî û dilxweşî bû.

Xwendevanên dibistanê pê şadibûn

pirpirîkên vê xweşiyê ji nav canê wan difirîn.

Tîrêj diçûn ji çavê wan

Li ên rojê dialihan.

Tihnegerma vê bihara azadiyê ew dipêçan

perî, bazên wan çêdi bûn.

Firîşteyan ew li gel xwe bi asman ve

dûr dibirin.

 

Keça Kurd (Emîne Omer) li kêlek xebatên xwe yên li ser rêziman û zimanasiya Kurdî guh daye xebat û nivîsarên behremendî û afrîneriyê jî. Di warê helbest û kurteçîrokê de jî ji bîrdanka xwe berhemên newaze pêşkêş kiriye. Di warê rêzkirineeke kronolojîk yan van berheman bi awayekî rêk û pêk tunebûn, li gorî wêne û çavkaniyên li ber dest me karibû rêzkirinek û bi kurteyekê danasîna li van berheman çêbikin.

 

Çavkanî:

Ji gotara Luqman Polat ya li ser berhema Ji semaya baweriyê

Ji rûpela Keça Kurd (Emîne Omer)

KURDŞOP
415 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!