Di nava salên bêwestan berhemdariya Emîne Emer - Beşa 1em

Aras Hiso

 

Jina Kurd, nivîskar, helbestvan û zimanzan Emîne Omer di rêwîtiya xwe ya 76 salan de, ku her gav û kêliyê hîna jî dilê wê bo zimanê Kurdî lê dide, di nava vê rêwîtiya bi salan heta niha bi derdora 15 berhemên bijarte bo xwendevanên xwe pêşkêş kiriye. Di nava berhemên wê de mirov rastî cureyên cihêreng yên li ser helbest, çîrok, ziman û lêkolîneriyê tê. Li gorî kronolojiya berheman em ê her yekê ji wan danasîn û nirxandina wan bikin.

Di ware wergerê de:

Çîrokên hilbijartî, Ezîz Nêsîn, wergera ji zimanê erebî, 1990

Ev berhema bi navê “Çîrokên hilbijartî” ya nivîskar Ezîz Nêsîn di sala 1990î de li Beyrûta Libnanê hatiye wergerandin û weşandin. Ev berhem wekî ku ji serenava wê ve xuyaye ku ji hinek çîrokên bijarte hatine veqetandin. Berhem bi danasîna kurtejiyana Ezîz Nîsîn, herwiha bi pêşgotineke Dr. Kemal Mezher dest pê dike. Ev rêzeçîrok ji 7 çîrokan û 102 rûpelan pêk tê.

Xoyîbûn civata serxwebûn, 1993

Ev berhem ji aliyê Mihemed Mele Ehmed ve hatiye nivîsîn ku qala civata Serxwebûna Kurdî dike ku di navbera salên 1927 – 1946an hatiye qewimandin. Berhem ji kovara Zanîn di sala 1993an de li Şamê hatiye weşandin. Em dizanin ku di dîroka rewşenbîriya Kurdan de Xoyîbûn tevegerke aktîv bû ku civateke ji her alî ve li dora dicivand û doza miletekî xwedî çand, ziman û wekheviyê dikin, lewma ev berhem çi ji aliyê dîrokî, siyasî, civakî û rewşenbîrî ve bi babetên cihêreng ve qala azadî û serxwebûnê dike.

Di mijara zimanê Kurdî de:

Zayenda Mê û Nêr, 2001, Berlîn, çapa yekê, ji weşanên Havîbûn

Ev berhem li dora zimanê Kurdî dizîvire, çi arîşe û pirsgirên rêzimanî yên zayend ku di navabera mê û nêr de tevlihevî çêdibin bi lêkolîneke serbixwe qala van mijaran hatiye kirin. Lê divê ku em bi bîr bixin ku di hinek jêderên navan de ev berhem bi navê “Paşpirtûka Mê û Nêr” hatiye ku di sala 2004an hatiye parve kirin, lewma jî em nizanin ka ev berhem berhema jorîn e, yan yeke din e?!

Paşpirtûka Mê û Nêr, 2004, Berlîn.

Bi hinek agahiyên biçûk ji rûpela Emîne Emer wekî ku xûya ye ev berdewamiya pirtûka Zayenda Nêr û Mêr e, ya ku di sala 2004ê de hatiye çapkirin. Di nava vê pirtûkê de gotara Perwîz Cîhanî û bersiva wê hatine amadekirin û nivîsîn, tevî hinek şaşiyên pirtûka Zayenda mê û nêr di nava xwe de digirin dest, her wiha berhem ji 87 rûpelan pêk tê.

Ferhenga Etîmolojiya zimanê Kurdî, 2014, Stenbol, çapa yekê, weşanên Nûbihar.

Ferhenga Etîmolojiya Zimanê Kurd navê ferhengokekê ye ku bi qasî 300 rûpelî ye ku di sala 2014an de ji navê weşanên Nûbiharê derketiye. Nivîskar di vê ferhengê destpêkê ji me re qala zayenda peyvan dike û di warê rêzimanî de dide şirovekirin, hinek caran nimûneya di nava hevokê de dide û li dawiyê jî li gorî zanîna xwe ya li ser koka peyvan bi fikrên xwe ji me re şirove dike.

Nûbihara piçûk û mezinan, 2019, Berlîn, ji weşanên Sersera.

Ev berhem jî ferhengeke helbestî û êtîmolojî ye, bi awayekî helbestane hatiye amadekirin ku tê qala etîmolojiya peyvan tê kirin. Ev pirtûk 222 helbestan di nava xwe de digire dest. 89 helbest li ser etîmolojiya peyva Kurdî ne. 33 helbest jî ji bo zarokan e.

Mînakek ji ferhengê:

Alînok, alî û nok e

Xwarina xweş ew tirşik e

Bi navek dî ew silfik e

Silfik ji şilfê hatiye

Sînê (s) cihê şîn (ş) girtiye

Ew Noka rût û tazî ye

Her wiha mînakeke ji helbestê wiha ye:

Silfik

Silfik, şilfik, alînok

Silfik noka nimandî

li nav destan firkandî

Silfik yanî şilfik e

Sînê(s) cihê şîn(ş) birye

Silfik rût û tazî ye

şilfik ji wê hatiye

şilfa kêrê û şilte

zarok şilf û tazîne

li gel peyva şelandin

hemî peyvên Kurdî ne

Bi navek dî alînok

alînok (alî) û (nok)

silfik noka dualî

ji wê navê xwe anî

Gelek caran diya min

Nok li şevê dinmandin

Bi ava sor bacana

Bi rûn û dermanê germ

li ser agir dikeland

Me tirşika silfika

dixwar bi darkevçika

dema ku ez piçûk bûm

kevçiyên me darî bûn

Di mijara zimanê Kurdî de, 2018, Almanya

Ev berhem jî bi awayekî giştî qala hinek pirsgirêk û arîşeyên zimanê Kurdî dike ku her di rojeya xwîner û nivîskaran de derdikeve pêş. Ev pirtûk ji 208 rûpelan pêk hatiye. 15 mijarên ziman şîrove bûne û hinek ji wan mijaran ev in: Zimanê Zikmakî, zarave (zarawe), Zeng û Beng an Şeng û Peng, Çêrok an Çîrok û hwd.

 

Çavkanî:

Ji gotara Luqman Polat ya li ser berhema Ji semaya baweriyê

Ji rûpela Keça Kurd (Emîne Omer)

KURDŞOP
375 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!