Siltana Eto
Gava ku em dibêjin mekan, bêguman hemahema gerdûn bi giştî tê ber çavên me, li aliyekî din mekan wek cihê ku lê tê bicihbûn tê pênasekirin. Bi hevokên wiha: “Ez li mal im, Hûn li vir in, Ez diçim bajêr” wataya mekanê tê îfadekirin. Lewra mekan wek têgeh xwedî watayeke berfireh e û tenê di odeyekê, bajarekî an warekî din de nayê wênakirin. ji ber ku mekan bi wan de nesînor kiriye, hema bibêje hemû ezmûnên jiyanê yên mirovan bêguman li ser mekanê pêk tên.
Mirov nikare watayek sabit bide mekanê, çimkî mekan xwedî atmosfereke berfireh e. Mekan têgeheke kevn e, ji bo parastin, niştecihbûn tê bikaranîn. Lê mekan ne sabit e, bo mînak gelek cih berê av bûne, îro bêav in. lewre mekan di nav guhertinan de ye, ev guhertin jî li ser mirov bandor dike. Ji ber vê yekê têkilîya mirov bi mekanê re bi qasî dîroka mirovahiyê kevn e, ji dema ku mirov çavên xwe li dinyayê vedike, ev têkilî dest pê dike. Herwiha hebûn li ser mekanê pêk tê, mirov bi riya mekanê hebûna xwe nîşan dike.
Mekan di berhemên wêjeyî de yek ji hêmanên bingehîn e, ku nivîskar bi wê awa dide berhema xwe. Di romanê de mekan ne tenê ew cih e ku bûyer lê diqewime. Ji bilî vê, fonksiyonên din yên mekanê hene. Wisa ku mekan bandoreke mezin li ser leheng û bûyerên romanê çêdike û di derbarê civak, aborî û takekesiya lehengan de xwîneran agahdar dike. Nivîskar romana xwe dinivîsîne, lê bi wê nivîsa xwe re gelek mekan xuya dibin.
Rênas Jiyan dibêje:
"Divê mirov ji têgeha "war" ê ango mekanê, bi tenê weke yekîneyên cihê yên wek gund, navçe û bajaran fahm neke. Warên romanekê, li gor çîroka wê berhemê carinan dikare bibe otogarek, carinan dikare bibe "bar" ek, carinan dikare bibe aşek û carinan dikare bibe "tuwaletek" jî."
Herwiha berdewam dike Ku war bandorê li şêwaz û zimên dike, şewaz û ziman tesîrê li teknîk û vegotina romanê dikin. Nivîskar li gor mekana xwe zimanê û şewaza xwe diguhere. Wek gava ku mekan dîlan be û gava ku mekan mizgeftek be, bêguman nivîskar şêwaza xwe diguhere.
Bêguman nivîskar bi xwe li ser mekanê dijî, lewra mekanên di romanê de ji yên rastîn bandor dibin, lê dîsa li gor daxweza wê/wî tê sêwrandin.
Wek Murat Lülic diyar dike:
" mekanê romanê û mekanê dinyaya derve Bêguman yek nîne"
Jê tê nasîn ku mekan li gor daxweza nivîskar tê guhertin. Dibe ku di rastî de ode mekanek girtî be, lê di romanê de ji bo leheng mekana herî fireh be. Lewra rasterast nişan nade, lê dikare nûnertiya wê bike.
Di heman demê de mekan di romanê de xwedî bandor e, ango psîkolojî ye, leheng li gor mekanê tê guhertin. Mekan di romanê de bi saya hêza ziman tê hûnandin, bi wan peyvên ku nivîskar direşîne, di vir de divê xwendevan hay ji wê yekê hebin, gelo mekanên di romanê de xeyalî ne an rastî ne?
Ji ber ku ev ferq nebe wê demê ew atmosfera wê berhemê wenda dibe. Her nivîskarek bikaranîna mekanê li gor daxweza xwe diguhere. Dibe ku goristan li gor nivîskarekî cihê fireh be, û li gor yekî din cihê xof û tirsê be. Wisa ku ji bo qewimîna bûyerên romanê cih lazim in. Ew cih carna eşkere ne, carna jî ne eşkere ne. Wek hêmaneke bingehîn a romanê, mekan ji bo hûnandina romanê rolek mezin dilîze.
Bi vî awayî xwîner dikare şîroveyan li ser romanê bike û bi teswîra mekanan dikare bikeve nava jiyana lehengan. Şengul di romanê de mekanê wek lîstîkvanekê dihesibîne û dibêje; “mekan di romanê de carna şahidê romanê bixwe ye û carna jî sînorê derûnîya lehengan derdixe”.
Derbarê mekanê de Yaşar wiha derdibire; “Di her romanekê de bûyer bi mekanê ve tê girêdan û bi vî awayî bûyer di gel mekanê tê teswîrkirin.”
Herwiha afirandina mekanan him hesta rastîbûnê dide berhemê, him jî dikare rastî û xeyalê di nav hev de vehevîne.
Mehmet Tekin armancên bikaranîna hêmana mekanê wiha diyar dike:
Ji bo danasîna derdora ku bûyer lê pêk tê.
Ji bo xêzkirina lehengên romanê.
Ji bo nîşandayîna civakê.
Ji bo çêkirina atmosferê.
Di Romanê de Mekanên Vekirî û Girtî
Mekanê vekirî, bi wateya mekanên berfireh tê nasîn, yanî bûyer tê de pir bin. Li aliyê din pir leheng di bûyerê de cih bigirin, ji ber ku mekan pir tevger û çalakiyan dixweze, ji ber vê yekê zêdetir di romanên dîrokî de ev mekan hene.
Şengül di mekanên Vekirî de wiha dibêje:
"Rihetî û derfetên ku leheng di mekanên berfireh de bi dest dixe ji aliyek ve jî rê li ber vedike ku bûyer ber bi qadeke berfireh ve belav bibe. Di romanên dîrokî de honak bi gelemperî di mekanên vekirî de pêş dikeve. Di romanên dîrokî de bûyer li mekanekî dest pê dike û ber bi mekanên din ve berfireh dibe. Bûyera dîrokî a ku tê vegotin, serdem û rewşa civakî, hewceyiya erdnîgariyeke berfireh e."
Mekanê vekirî dihêle ku leheng çalak be di nava bûyerê de, ji ber ku ew firehbûn li gor psîkolojiya leheng tê nîşandan. Di heman demê de ew cihê ku leheng tê de bi azadî an firehbûnê dihise dibe mekanên vekirî. Dibe ku di romanekê de goristan bibe mekana leheng xwe tê de azad hês bike. Li gel mekanên vekirî, mekanên girtî jî di romanê de bandora xwe xuya dike. Mekanê girtî li gor derûniya leheng tê diyarkirin, zêdetir di romanên derûnî de heye. Ew mekana ku leheng xwe tê de ne azad hîs dike, leheng xwedî pirsgirêkên derûniye û di heman demê de bi civakê re xwedî pirsgirêk e bi wateya ku di civakê de ne çalak e.
Di mekanê girtî de her parçek an odeyek an jî quncikek li ser leheng bandor dike. Bandorê li hestên leheng dike, wek koçberbûna lehengekî bandorê li keseyeta leheng dike.
Wek ji bo lehengên romana Kurdî welatên sirgûnê dibin mekanê girtî ji ber ku her tim li hesreta welatên xwe ne, ji ber vê yekê mekanên girtî zêdetir di hundirê lehengê romanê de xwe bi cih dike.
Di romanê de mekanên razber bi xeyal, bêrîkirin, hêvî û baweriyên dînî yê leheng re dertên holê û ev mekan bi pîvanên otopîk - fantastîk û metafîzîk têne nirxandin. Problemên ku leheng rastî wan tê, leheng dikin nav bêçaretiyê. Ev mekan zêdetir di romanên xeyalî û yên girêdayî olî der tên.
Encam:
Wek ji me re xuya bû ku mekan ji bo berhmên edebî, dibe rihek ango bi saya hêmana mekan em rastî rihê bûyera romanê tên, di heman demê de bi riya mekanê nivîskar ji xwendevanên xwe re, aliyê leheng, û rewşa ku tê de dijî, rewşa civak û pirsgirêkên civakî teswîr dike.
Çavkanî:
Cîhan Kaynar, (2021), Mekan di romanên Kurdî de, W, Peywend, ç, 1 wan.
Rênas Jiyan, ( 2008), Ji Şevê re, çend Têgehên Dera Hanê, W, Belkî, ç, 1 stenbol.
Aras Hiso, (2022), Mekan û Karakterê sereke di Romana wehşê di hundirê min de, kovara Sîwan, h:11
Bahar Enç, Mekan di romanên Kurdî yên Sovyetê de: mînakên Fincana Ferfûrî û Xatê Xanim. Lêkolîn
kovara Wêje û Rexne, hej:5, weşanên Demane.
kovara Wêje û Rexne, hej: 12 weşanên Demane.