Dîrok û peydabûna wêjeya zarokan - beşa 1em

Evîn Teyfûr

 

Nivîsên ku bi taybetî ji zarokan re li cîhanê hatine nivîsîn, ji celebên wêjeya ku ji mezinan re hatine afrandin, derengtir hatine. Cara yekemîn nivîsên bo zarokan di dawiya sedsala 17an de, bi awayekî parçeparçî li cihên cuda derketiye. Di serî de xwe spartiye çîrok û çîrvanokên gelêrî ku bi devkî ji zarokan re dihatin gotin. Lê di nîvê sedsala 20an de, ev wêjeye di cihêrengiya di şekl, metn û wêneyê de, li cîhanê belav bûye. Ev yek jî bi riya guhertina di civakbûn û guhertina têgihîştina wan li zarok û perwerdehiya wan de hate dest.

Ji bo wêjeya zarokan û xebatên ku li ser wê di dîrokê de gelekî dereng dest pê kirine, Türkan Tosun wiha dibêje: "Wêjeya zarokan a devkî li hemû cîhanê kêm an jî zêde bi lorîk, çîrok, tiştanok û tiştên wek van ên bidevkî ve hebûye, lê heta sedsala 17emîn ji bo zarokan tu tişt nehatiye nivîsandin."( TOSUN Türkan (2018), Edebiyata Zarokan a Kurdî li Bakur, 147-145 r.) Lewma jî gava yekemîn car xwestin ku ji bo zarokan binivîsin, ji çîrokên gelêrî ên ji bo zarokan de dest pêkirin.

Beriya ku tu kes guh bide zarok, zaroketî û wêjeya zarokan, tu guh nedidan mafê zarokan jî. Ango zarok wek mezinan dihat hesbandin. Li gorî jibergirtina jorîn jî û tiştên me behs jê kirî, wêjeya zarokan ne wek wêjeyên din dihat hesbandin. Heta piştî ku hin nivîskaran berê pênûsa xwe dan zarokan û ji bo wan dinivîsandin, navê xwe li ser wê pirtûkê nedinivîsandin. Ji bilî navê weşanxaneyê tu nav an agahî li ser wê pitûkê tunebûn. Wek nimûne pirtûkên ji weşanxaneya Stanbolî ya li Helebê hin pirtûkên wan ên wek; Siwarê Bimask, Kîvroşkê Fêlbaz, Fîlê Serhişk û gelek pirûkên din ji bilî navnîşana weşanxaneyê tu agahî li ser tune bû. Herwiha gava ku em bi weşanxaneyê re ketin têkiliyê û me hin pirs li ser nivîskaran pirsîn, wiha gotin ku tu agahiyên wan li ser nivîskaran tune ye û gava ku kesekî berhemk ji bo zarokan dişandin, wan guh nedida ku li navê nivîskar bipirsin. Ew jî ji ber ku nivîskar nedixwest navê xwe li ser pirtûkên wiha binivîsin, ew jî ji tirsa ku li hember civakê ji nirxê wî/wê kêm bibe û vê cureya nivîsandina ji bo zarokan nepejirînin. Di vir de gelek pirs tê mêjiyê mirovan; yek ji wan eve ku heger wan di hişmendiya xwe de nirxê vê wêjeyê nasnekirine, nexwe çima ji bo zarokan dinivîsandin?

Di nava gelan de tu cih ji bo zarok û wêjeya wan tune bû. Zarok wekî mezinan dihatin hesbandin û tu cudahî û taybetmendiyên wan tune bû. Lê ji wê serdemê û şûna ve jî em nikarin bêjin ku wejeya zarokan yekser derket û pêşket. Ev wêje tevî temenê xwe, wek wêjeya mezinan nehatiye kodkirin û lêkolînkirin. Pirraniya şaristanî û neteweyên kevn ji bo xatirê xwe xema tomarkirina jiyana xwe ya zaroketî û ya zarokên xwe nexwarine, lewma ji kevn de tiştê ku ji wêjeya zarokan gihiştiye vê rojê kêm in û bi rêbaza mezinan ve girêdayî ye.

Derketina wêjeya zarokan di nava cîhanê hêdî derneketiye û referansên wê di nava civakan de hatiye dîtin. Heta ku gihiştiye roja me ya îroyin û cihê xwe yê taybet girtiye. Lewma ji vir û şûn ve em dikarin behsa wê a li hin welatan bikin.

Li Fransayê di serdema nûjen de, di sedsala 17an de dest pê kir. Di wê serdemê de nivîskar ji tirsa ku şiyana xwe li ber çavê mirovan kêm bike, navê xwe nedinivîsand, heya ku helbestvanê fransî Charles Perrault hat û pirtûkeke zarokan bi navê "Contes de ma mére l'oye", di bin navekî nenas de nivîsand. Lê wî dît ku daxwaza li ser çîrokên wî zêde bûye, ji ber vê yekê Charles Perrault gelek berhemên din çi ji yên gelêrî û hin bi xwe ji bo zarokan nivîsandin. Wek nimûne:

 Le Petit Chaperon Rouge.

Barba Azul.

Barbie-Blue.

Beauty and the Beast.

Capirocita ruga.

Little Red Riding Hood.

Cinderella.

Cinderella and other tales from Birol.

Cinderella and the Little Glass Slipper.

A cat in shoes and other favorite stories.

Classic Tales.

Charles Perrault di wan berhemên xwe de navê xwe yê resen bi kar anî. Nivîsandina Wêjeya zarokan bi awayekî cidî li Fransayê di sedsala 18an de, bi xuyabûna "Jean-Jacques Rousseau" derket holê. Û pirtûka wî bi navê "Emile" bû. Piştî wê çîrokên hezar û yek şevan bo zimanê Fransî hatin wergerandin û piştî wê jî yekemîn rojnameya zarokan li cîhanê a bi navê "Hevalê Zarokan "hatiye weşandin.

 

Ev gotare vê bidome…

 

KURDŞOP
434 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!