Êlan Mihemed
Nivîskar û romanivîsê Kurd Erebê Şemo yan jî Ereb Şamîlov ku weke bavê romana Kurdî jî tê binavkirin, li gor Piraniya lêkolîneran yekemîn romana Kurdî ya ku bi zimanê Kurdî hatibe nivîsîn û weşandin bi navê Şivanê Kurmanca nivîsiye. Lewma Şivanê Kurmanca, di dîroka wêjeya Kurdî de wekî romana yekemîn a bi zimanê Kurdî tê naskirin.
Romana Şivanê kurmanca bi alfabeya latînî ya Marogûlov - ya ku di sala 1929an de ji aliyê Îsahak Marogûlov û Erebê Şemo ve hatibû amadekirin - di sala 1935an de ji aliyê Neşra Hikûmeta Rewanê ve hatiye çapkirin.
Piştre ji bo zimanê Rûsî hatiye wergerandin, Bazîl Nîkîtîn di sala 1946an de ev pirtûk ji Rûsî wergerandiye ser zimanê Fransî û Nûredîn Zaza jî di 1947an de, ew ji Fransî wergerandiye ser zimanê kurmancî. Di encama wergera wergerê de, navê pirtûkê jî dibe “Şivanê Kurd”. Roman di gulana 2009an de bi navê xwe yê resen “Şivanê Kurmanca” weke pirtûka weşanxaneya Lîsê ya 75emîn û wek pirtûka rêza Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî ya 21emîn dîsa hate çap kirin. Pirtûk ji aliyê nivîskar, wergêr û zimanzanê kurd Mustafa Aydogan ve hatiye amadekirin. Di pêşgotina Mustafa Aydogan de gelek hêlên pirtûkê û yên Erebê Şemo derdikeve ber çavan. Ew di pêşgotina xwe ya dûvedirêj de, qala serpêhatiya vê berhemê dike.
Pirtûk; qala bîranînên nivîskar ya serdemê zaroktî û xortaniya wî û koçerên Kurd ên Qafqasê dike. Ew bi awirên xwe, zor û zehmetiya jiyana xwe û ya gelê xwe bi awayekî nivîskî nîşan daye. Destpekê divê bê gotin ku ev berhem wê serdemê ronî dike.
Erebê Şemo li dora bîranînên serdemê zaroktî û xortaniya xwe, rewşa civakî ya Kurdên Qafqasyayê jî bi zelalî û bi hosteyî dihûne û weke tabloyeke rengîn a destkariya keçeke Kurd a xweşik dide ber çavên xwendevanan. Di beşên dawî yên romana xwe de jî, nivîskar behsa bûyerên dema şoreşa mezin a 17an û şerê navxweyî jî dike.
Di nava romanê de xwendevan dibin şahidê cenga wê demê, alozî û pirsgirêkên nav civakê, şerê di navbera serdest û civakê de nîşanî me dide. Şerê cîhanê ku li sala 1914an de dest pê dike û şaxek jê li ser sînorê Osmanî û Rûsan diqewime. Herwiha roman behsa zehmetî û dijwariyên parastina destketiyên piştî şoreşê jî dike û bi awayekî serketî wêneyên wî demê wêna dike. Nivîskarê Şivanê Kurmanca me jî dixe bin bandora wî şerî û serpêhatiyên xwe.
Mirov dikare bibêje Erebê Şemo tiştekî weke bîranîn nivîsî ye. Di romanê de beşeke baş qala kevneşopî, folklor û adetên Kurdewarî dike. Herwiha di nava romanê de qala şert û mercên dijwar dike ku bi karê şivantî û paletiyê re rûbirû maye.
"Li mal, nivîna me ji kayê bû. Me ew li erdê radixist û me besîrek ji giyayê nerm çêkirî datanî ser, balgeha me jî ji vî giyayî bû. Li ser xwe jî me merşeke fire davêt. Em zaro, li cem hev li ser rêzekê radizan û di navberê me de pevçûn bê hesêb bû. Her yekî ji me dixwest li nîvî razê ji ber ku ew der hêj germtir bû. Her wekî ez piçûkê gişan bûm, ew ciyê şeref pir caran, ji min re dihiştin”.
Nivîskar bi pirranî tevna romana xwe li ser du tiştan ava dike, yan wêne û wesfeke bîranînî yan jî li ser bûyerê dihûne û xemilandin zêde li ser bala wî ye. Lê wek xuya ye ku Erebê Şemo bêhtir xwe daye ser bûyeran. Derdê wî ji çawaniyan bêhtir neqilkirina bûyeran bûye. Yanî roman li ser esasekî civakî ava bûye.
Bi taybet ku ji aliyê xwendevan ve dixwaze, gava qala gund û war, çiya û serxaniyan dike, dikeve nav rewşeke wisa ku şêwe, reng, bêhn û tînên wan hest pê dike.
Çavkanî: Ji Kovara ''W''yê, ji Dosya li ser Erebê Şemo û Şivanê Kurmanca.