Gotara Xalid Cemîl Mihemed nivîskarê Kurd ji Rojavayê Kurdistanê, ku li şûna “Keça Kurd” Xelata Zara wergirt

Silav û rêz

Baştirîn û pîroztirîn gotin, silaveke rêzgirtinê ye, ji bo canên Pêşmergeyên pakrewan ku bi saya dilsozî û qehremaniya wan, îro em li vê derê, li Hewlêra paytext, bi azadî dicivin û bi serbestî behsa Zimanê Kurdî dikin, belku bi dilxweşî zimanzanên xwe xelat jî dikin.

Bi rasipartin ji mamoste û zimanzana Kurd a Rojavayê Kurdistanê, wergira “XELATA ZARA”, “Emîne Emer” a bi nasnavê “Keça Kurd” naskirî ye, û bi dehên salan xebat û têkoşîn di ber Zimanê Kurdî de kiriye, ku ji ber rewşa xwe ya tendirustî nikarîbû, li vê derê amade bibe, êdî ji bo min şanazî û serbilindî ye, ku li şûna “Keça Kurd” û bi navê wê duyemîn “XELATA ZARA” werdigirim û piştre jê re dişînim Almanyayê, ku li wê derê dijî. Hevdem em tendirustiyeke baş jê re dixwazin û vê xelatê li xwe û li wê pîroz dikin. Êdî, ji bo min şanazî ye, ku ez nûnertiya Keça Kurd dikim ji bo wergirtina vê xelata hêja.

Zimanê Kurdî, bi dehên salan ji aliyê desthilatên zordest ve, li herçar parçeyên Kurdistanê, hatiye qedexekirin û zimanzan baceke giran di ber de daye, lê tevî wê zordestiyê û hewlên dorpêçkirin, paşxistin, pijavtin û asîmîlekirinê, Zimanê Kurdî dikarîbû zindî, xurt, dewlemend, parastî û zelal bimîne.

Zimanê Kurdî, weke zimanên din ên cîhanê, xwedî gencîneyeke ferhengî, dengsazî, peyvsazî, rêziman, watesazî û rênivîsê ye. Xwedî dîrokeke dûr û dirêj e, wiha jî nîşanên pêşketina wî di xurtî û dewlemendiya wî de diyar in, serbarî berhemên hêja ku bi vî zimanî hatine dahênankirin, êdî bûye sereketirîn binemaya nasnameya gelê Kurd.

Hebûna Zimanê Kurdî girêdayî hebûna gelê Kurd e. Wiha jî, hebûna gelê Kurd girêdayî hebûna Zimanê Kurdî ye, lewma dijminê gelê Kurd, her ew bi xwe dijminê Zimanê Kurdî ye û dilsozê gelê Kurd jî, dilsozê Zimanê Kurdî ye.

Silav û spas ji bo we, amadebûyên birêz.

Silav û spas ji bo saziya KURDŞOPê ku salane, weke rêzgirtin û pêzanîn, “XELATA ZARA” radestî zimanzenekî/ê Kurd dike.

Spas ji bo hevalên min ên Komîteya Amadekar. Ji bo min, şanaziyeke duqat, sêqat û çarqat e ku ez endamekî vê Komîteya Amadekar a “XELATA ZARA” me.

Ji bo min serbilindî ye ku dezgeh, medya û saziyên Zimanê Kurdî wiha pêşketinên mezin dibînin.

Spas ji bo Hola SEMA li Hotêla Kapîtol, ku ji bo Kurdan berdewam cihê çalakiyên xizmeta çand, rewşenbîrî û Zimanê Kurdî ye.

KURDŞOP
392 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!