Cudahî û wekheviyên çîrokên zarokan ji nivîsên din

Evîn Teyfûr

 

Nivîsên ku ji bo zarokan tên nivîsandin ji hin aliyên xwe ve ji yê ku ji mezinan re tê nivîsandin, cuda ye. Ango wêje û nivîsandina ji bo zarokan xwedî rîtim û hermoniyeke cuda ye. A rast wêjeya zarokan di esl û amûrên xwe de ji wêjeya mezinan ne cuda ye, ji ber ku pirtûkên zarokan di hêmanên xwe yên wêjeyî de dişibin pirtûkên mezinan, lê ji hêla mijar û ramanên ku pê re mijûl dibin û diaxivin ji hev cuda ne. Ew jî ji ber ku zarok tiştên ku hest û bala wan dikişîne û li gorî têgihîştina wan ji mezinan re cuda ye, ew bi xwe jî di rengên wêjeyê de ji zarokan re cûda dibin.

Wêjeya zarokan û qonaxên wê bi xwe ji hev cuda ne û li gorî sinifa temenî nivîs jê re tê amedekirin. Ji aliyê çîrokê ve, ji bo yê ku ji mezanan re tên nivîsandin; nivîs gelek e û qet wêne tê de nayê bikaranîn û heger ku wêneyek jî tê de were bikaranîn jî divê ku ew ji ber xwesteka nivîskar an weşanxaneyê be. Berûvajî di nivîsandina ji bo zarokan peyv kêm û wêne pirr tên bikaranîn. Di wan wêneyan de dibe ku her wêneyek xwedî hevokekê be yan jî çîrokeke kurt bi gelek wêneyan tijî û dagirtî dibe.

Sedema vê yekê jî ew e ku zarok ji her kesê din bêhtir bi çav û hestên xwe li tiştên li dora xwe dinêrin û bandor dibin. Ji bilî ku ezmûna zarokan a zanistê hindik e û yên bi temen-çûk nikarin bi tena serê xwe nivîsekê bixwînin, ew hîsên xwe di reng û wêneyên ku li pêşiya çavên wan dixuye, dibînin.

Nivîskarê ku ji bo mezinan dinivîsin ji yê ku ji bo zarokan dinivîsin cuda ne. Sedema wê yekê jî ew e; yên ku ji bo mezinan dinivîsin tu carî li zanist, hîs û asta fikirîna xwînerên xwe, nefikire û nivîsandina xwe li gorî ast, zanist û fikirîna xwe dinivîse. Lê yê ku ji bo zarokan dinivîsin nikarin wek nivîskarên din guh nedin hîs û xeyalên zarokan, serê pêşîn divê ku keşa zarokan bi hemû hûrguliyên wê di ber çavan re were derbaskirin û bi awayekî zanistî li ser were rawestandin.

Nivîskarên zarokan serê pêşîn gava dest bi nivîsandinekê dike û fikra wê di ramanên wan de li hev tê, difikire ku çiqasî ew fikir li gorî mêjiyê zarok e û wê bandoreke çawa li hîs û xeyalên wan bike. Ji bilî wê di gava duyemîn de nivîskar dihizire ku wê çiqas wênexêz bikaribe, tiştên ku ew dinivîse bi zimanê wêneyê wergerîne û rengan lê bar bike.

Cîhana zarokan, cîhaneke pirr rengî ye, lewma di bikaranîna wêneyên ji bo wan pirr rengan li wan bar dikin û ew reng tenikî û bandoreke mezin li hestên wan dike. Ji bilî van hemû xalan nivîsa ku ji bo zarok tê bikaranîn berûvajî yên ji bo mezinan in, bi taybet ji aliyê hizir û ramanan ve pirr hêsan e. Herwiha peyv û hevokên ku ji bo zarokan tên bikaranîn pirr hêsan in û zarok di fêhmkirin, guhdarkirin û xwedina wê de gelekî zehmetiyan nakşîne. Sedema wê jî, ji ber ku zarok di pêvajoya avakirina zanabûna xwe de ye. Herwiha ji ber perwerdeya wan di qonaxa destpêkê de ye Berûvajî wê yên ji bo mezinan; Hevokên dirêj û bi girêk in û gelek caran jî peyv û fikirên mecazî yên bi metafor û alegoriyan xemilî ne bikar tînin. Nivîsên ji bo zarokan bi font û awayek mezin tên nivîsandin, berovajî yên ji bo mezinan bi fonta 12an tê nivîsîn.

Wêjeya zarokan wêjeyeke xeyalî ye, ku tê de nostaljîya meylên erênî mezin dibe û wêjeya ku ji mezinan re tê pêşkêş kirin, hebûna wan û çarenûsê îfade dike. Herwiha helbest û berhemên din ên ji bo zarokan tên nivîsîn jî ji yê mezin cuda ye. Helbest û stranên ji bo zarokan bi hestên wan re dibin yek û tiştên jiyanî wan fêr dikin û dihêlin ku hînî ziman bibin.

 

KURDŞOP
494 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!