Xwendinek ji bo “Balindeyên Li Ber Bê” berhema Eta Nehayî

Evîn Teyfûr

 

Cîhana xwendinê, cîhaneke wisa ye ku bi xwendina her pirtûkekê re çêj û wateyeke nû li jiyana me zêde dibe. Xwendina roman û pirtûkan ruhekî wiha dide giyanê xwênerê xwe ku mîna marekî devê xwe bi stuyê xwênerê xwe de çik dike û dev jê bernade heta ku axuyê xwe tev de di wan de ber dide. Lê piştî wê axuyê xwêner namire û her mîna termekî nû li jiyanê welidî be, her di nava pirtûkan de dijî.

Eta Nehayî bi romana xwe a bi navê “Balindeyên Li Ber Bê”, xwênerê xwe dixe rêwîtiyeke wiha ku geh wan bi ser peyvê de melûl dike û geh wenda dike û geh jî mîna wê jina tazî li ber eynikê êgir bi laşê xwe dixe û her di kolanên romanê de direve.

Şiklê romanê

Navê romanê “Balindekanî Dem Ba” an “Balindeyên Li Ber Bê” ye. Wergera ji Soranî bo kurmancî ji aliyê “Besam Mistefa” hatiye amade kirin. Herwisa ev pirtûk ji aliyê weşana Enistuya çanda Kurdî li Tehranê hatiye çap kirin.

Karekterên romanê

Roman ji wan kesayetî û karekteran pêk tê:  Ez ê xeyalî, Mihrîban, Efsane, Ferhad, Kalê, leyla, Nasirî, Calalî û herwisa Mîrza Seîd, Munîre, Neşmîl, Rûnak , Baram, Pîrê, Kureş.

Cih û dem

Cihê romanê li Rojhilatê Kurdistanê ye, Demê rûdan û bûyerên nava romanê vedigere bo sala 1979ê.

Danasîna romanê

Balindeyên li ber bê, romana duyemîn a nivîskar Eta Nehayî ye ku di sala 2002an de nivîsiye û li sala 2003an de jî gihandiye çapê. Di beşê yekê ji romanê, jinek tazî tê xuya kirin ku bûye gulokek agir û bi kolanan ketiye. Di beşên din ên romanê de tev taybetmendiyên wê yên wêjeyî û estetîkî, Nehayî behsa rewşa siyasî û serdestiya li ser jinan dike. Serkarekterê romanê, Mihrîban ji Ewropayê vedigere. Li wir her tişt hatibû guhertin û mîna xwe nemabû. Mihrîban dixwaze çîrokekê binivîse, çîroka Ferhad û Kalê. Li vir piştî rastî heval û hogirên xwe tê, li mala bavê mîrza seîd dijî. Mîrza Seîd ku piştî çûyîna Mihrîbanê miribû, her yek ji zarokên wî berê jiyana xwe dîtibû. Rûnak, Munîre û Baram. Piştî ku vedigere li rastî kesekî din tê, ew jî Ez ê xeyalî ye, her du xwe ji hev re eşkere dikin û Ez ê xeyalî daxwaz dike ku çîroka wî Mihrîban binivîse. Lê ew dibêje ku ew ji bo çîrokeke din hatiye, divê çîroka Ferhad binivîse. Mihrîban di vê romanê de herî pir bi hevalê xwe Calalî re dimîne. Ferhad çîroka Efsane jê nas dike. Di çîroka ku Ez ê xeyalî dinivîsan, Mihrîban dimire û di çîroka Mihrîban dinivîsan, Ferhad dimire. Qedera Efsane û Kalê û taliya wan a trajîk, di dema “Balindekanî Dam Ba” an “nifşê jibîrbûyî” de şert û mercên dilşewat û qedera ku jinan helgirtine nîşan dide.

Di vê romanê de, di çîroka her du vebêjan de jî leheng dimirin. Tenê vebêjerê çîrokê, Ez ê xeyalî sax dimîne ku ew jî li gora xuya ye Eta Nehayî bi xwe ye. Yanî mirov dikare bêje karekterên din, afirînerên Ez ê xeyalî ne ku bi şopandina jiyana Mihrîban û Ferhad dixwaze serpêhatiyên jibîrbûyî yên nifşekî binivîsîne beriya ku kal bibin û her tiştê xwe ji bîr bikin.

Nehayî serî li teknîkeke vebêjiyê ya bêtir tevlihev daye û ev yek zehmet dike ku xwêner romanê bi dawî bike û dibe ku ji çend beşên pêşîn di nava bûyerên romanê de winda bibe û dev ji xwendina wê berde, lê ger di nava wê windabûyîna romanê de bi dawî bike, dê rast li rêbazeke romanê ya postmodern ku tev de fantaziya û xeyala ez û jiyankirina di xewnekê de were.

Karekterên romanê hemû kurd in û di rewşeke siyasî û şerê navxwayî de dijîn. Gelek caran bal kişandiye ser qencik-desmala Leyla ku nikare bêy wê desmalê derkeve û pir pê ve girêdayî ye. Serkarekterê romanê Mihrîban, gava li pey Efsane li du xortê kor digere ku destên hev girtine li nava bajêr li rastî peykerekî jinê tê ku li jêra wê nivîsîbû “Qencik xemla jinê ye” li gorî ku di romanê de Mihrîban gotibû li ser wî peykerî hîn gotinên din hebû, lê bala xwe nedayê an nivîskar tenê xwest balê bikşîne li ser rewşa ku jin tê de dijîn. Nehayî di romanê de jin kêm nedaye û lehengtiya wan nîşan daye. Wî xwestiye çîrokekê di hundir çîrokekê de bibêje ku gelekî di herkbûna xwe de dişibin hevdu. Rêbaza Nehayî rêbazeke wiha ye ku terza romanekê di hundir romanekê de bi kar aniye.

KURDŞOP
484 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!