Kovargeriya zarokan a kurdî

Evîn Teyfûr

 

Wêjeya ku zarok bi riya wê xwe, siberoj, kesayetî, hîs û ramanên xwe dinase, tê de asta zarok pêşdikeve û fêrî ezmûnên jiyanê dibe. Lewma her çendî pirtûk û sinfên din ê wêjeya zarokan cihê xwe yê girîng di nava zarokan de girtine, girîngiya kovar jî ji wan sinf û cureyan ne kêmtir e ku kovar jî mîna çeşnên din (çîrok, stran, mamik, zûgotinok, roman, hwd) girînge. Ew jî ji ber ku zarok tê de bihtir cihêrengiyê dibîne. Kurdan jî ji ber vê guh dane vê beşa wêjeyî ya ji bo zarokan e û serê xwe di ber de êşandine. Yek ji wan kovarên pêşîn ên ji bo zarokan derketî, kovara “Gir û Galî Mindalanî Kurd” e. Ku li pey wê û ta niha jî bi sedan kovarên cihêreng û bi sûd ji bo zar'kirina zarokan derketin.

Kovargeriya zarokan li cîhanê piştî derketina kovargeriya ji bo mezinan hewlên derketinê kirine. Kovara “Leibziger Wochenblatt" für Kinder” di sala 1722`an de li “Leibzig”a Almanyayê hatiye weşandin. Ev kovar wek mînaka destpêka kovargeriya zarokan tê pejirandin. Naveroka vê kovarê ji çîrokên fablan, mijarên zanista siruştî, name û hinek temsîlan pêk dihat. Di heman salê de wek rikberê vê kovarê, kovareke duyemîn bi navê “Nidergaschisches Wochenblatt für Kinder” derketiye. Naveroka wê jî ji heman mijaran pêk dihat. Piştî wê li Îngilîstanê kovara zarokan di sala 1751`ê de bi navê “Lilliputan Magazine” derketiye.

Di sala 1824`an de kovarek bi navê “The Child’s Companion” derketiye. Ev kovar yekem kovare di sedsala 20`em de hatiye weşandin û kovara herî domdar e ku nêzî sed salan weşana xwe domandiye.

Kovargeriya zarokan a kurdî ji yên li cîhanê derengtir derketiye holê. Ew jî ji sedemên derengbûyîna derketina wêjeya zarokan a kurdî bi xwe ye. Kovara “Gir û Galî Mindalanî Kurd” di dema Komara Kurdistanê de, di sala 1946`an de, li Mehabadê ji aliyê “Bîra Xebatkarên Çapxaneya Kurdistan”ê ve hatiye derxistin. Rêvebirê wê “Qadirê Muderisî” ye. Tenê 3 hejmar li ser hev hatine derxistin û berdewam nekiriye. Ev kovar li ser navê kurê Pêşewa “Elî Qazî”, pêşrewê zarokên kurd ji bo riya zanistî û huner hatiye pêşkêşkirin. Li gor salnameya mîladî her sê hejmarên kovara “Gir û Galî Mindalanî Kurd” di mehên Nîsan, Gulan û Pûşbera sala 1946`an de li dûv hev derketine. 32 Kovar bi tîpên aramî yên ku wek tîpên erebî tên nasîn hatiye nivîsîn. Li Başûrê kurdistanê bi soranî di sala 1972`an de kovara yekem a zarokan bi navê “Estêre” derxiktiye.

Li gorî teza “İde Demiral Taher” kovarên pêşîn ên ji bo zarokan ev in: 

(2018, «Perwerdeya Nirxên Çandî û Civakî Di Kovargeriya Zarokan a Kurmancî-Latînî De», 63 r.)

Estêre, Silêmanî, 3 hejmar

Gir û Gal, Kirmaşan, 2 hejmar

Koçer, Swêd, werzî

Karwanî Mindalan, Hewlêr, 2 hejmar

Peresêlke, Hewlêr, 6 hejmar

Xalxalok, Duhok, 1 hejmar

Adar, Silêmanî, 2 hejmar

Pepûle, Silêmanî, 208 hejmar

Perîstan, Silêmanî, 45 hejmar

Heng, Hewlêr, 1 hejmar

Cigergoşekan, Silêmanî, 224 hejmar

Gulzar, Hewlêr, 1 hejmar

Hêvî, Hewlêr, 4 hejmar

Awat&Hêvî, Silêmanî, ?

Gidîle, Hewlêr, 4 hejmar

Cirîwe, Silêmanî, mehane

Roj, Hewlêr, ?

Sivore, Duhok, 28 hejmar

Nêrgiz, Hewlêr, ?

Hêlaneyî Mindalan, Hewlêr, 165 hejmar

Tan Tan, Silêmanî, ?

Peyamî Mindalan, Hewlêr, ?

Pelkezêrîne, Hewlêr, ?

Mirwarî, Hewlêr, ?

Zeng û Beng, Duhokê, 143 hejmar

Kolare, Silêmanî, ?

Xende, Silêmanî, ?

Sîndîbadî Baxda, Baxda, ?

Dinyayî Mindalan, Başûrê Kurdistan, ?

Kenarî, Silêmanî, ?

Aga Hewlêr, ?

Lane, Silêmanî, ?

Kepir, Duhok, 75 hejmar

Amanc, Îran, ?

Xalxaloke, Almanyay, ?

Kurdîlekan, Norwec, 5 hejmar

Mindalanî Bawe Gurgur, Kerkûk, ?

Zîrîmok, Bilê, ?

Pelatînk, Zaxo, 18 hejmar

Asoy Mindalan, Hewlerê, ?

Tilûve, Akrê, ?

Mindalî Serdem, Silêmanî, ?

Simore, Silêmanî, ?

Mişke, Hewlêrê, ?

Gizingî Biçûkan, Kerkûk, 3 hejmar

Gulekan, Hewlêr, ?

Pêşengî Mindalan Hewlêr, ?

Rûdawî Mindalan, Kampanya Rûdaw, ?

Jolane (Colanê), Hewlêr, ?

Karwan, Rewşenbîrî Kurdistan, 130 hejmar

Ronahî, Mindalan, 24 Hejmara

Kulîlk 1980-1997 Swêd dumehane

Hêvî 1981-1982 Swêd mehane

Hêlîn 1982-1989 Swêd mehane

Mamoste û Şagirt Swêd mehane

Dengê Şagirtan Swêd sêmehane

HM-Heval Swêd heftane

Gulîzar Rojavayê Kurdistanê demsalî

Nûcan Libnan, ?

Kepir Duhok Swêd mehane

Dergûş Stenbol

Şemamok Amed 6 mehan e

Dergûş Amed

Dengê Zarokan Amed dumehane

AT - Zarokên Rojê Amed sêmehane

Mizgîn Rojavayê Kurdistanê dumehane

RZ-Buhar Rojava

Bûka Baranê Stenbol sêmehane

Teşî Amed

Aso Amed dumehane

Dibistan Cizîr salane

 

Piştî qalkirina navên ev qas kovarên ku ji bo zarokan hatine weşandin, em dikarin niha behsa kovarên dawî yên ji bo zarokan hatine weşandin bikin.

Weşanên Şaredariya Bajarê Sûr a Amedê

Şemamok

Weşanên Şilêr

Ara Zarok

Mizgîn

Weşanên Şemkur

Gog

Weşanên AR

Perperok

 

 

Çavkanî:

DEMİRAL TAHER İde (2018), «Perwerdeya Nirxên Çandî û Civakî Di Kovargeriya Zarokan a Kurmancî-Latînî De »: Lêkolîn, Mardîn: Zanîngeha Mardin Artukluyê Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî, 311 r.

YILDIRIM Kadri (2008), Nûbihara Biçûkan Arapça-Kürtçe-Arapça Sözlük, Avesta Yayınları, İstanbul, 40 r.

EHMED Rêwaz (2005), Seretayek Der Barey Serhildanî Wêjeyî Mindalanî Kurd, Hewlêr; Wezareta Perwerdeyê, Çapa Yekem, 8 r.

PERTEV Ramazan (2012), «Mîrsad’ul- Etfal (Şahranê Kûdekan) »: Teza Lîsansa Bilind, Mêrdîn; Zanîngeha Mardîn Artukluyê, 24-27 rr.

KURDŞOP
817 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!