Stêrkên li ser text

Îro mala me li bajêr e. Min li serê ban textek daniye. Lê Li ser textê min stêrk nînin. Ne li ba min, ne jî li asîmana. Bi tenê ez heme û carnan jî hîv heye. Ew jî gelekî dûr e.

Resûl Bafeyî

Ez dibêm van salên dawî  tu kes bi qasî min nagere. Hema boxçika xwe diavêjim ser milê xwe, ji malê derdikevim. Berê min bikeve ku derê, bi wir ve diçim. Rojekê li bajarekî, rojekê li gundekî, rojekê li çolê, rojekê li  çiyayekî, hema ku der bibe nesîb. Ji ber vê  jî navê min bûye Gerok. Gerok Bafeyî.

Kesên gerok bin her roj serê wan li ser balgehekê ye. Tu nizanî tê li ku derê razê, çawa razê. Hema li ku derê li te  bibe êvar, tu  li wir dimînî.

Carna li otela herî luks, carina li gundekî li serê çiyayekî, carna jî li çadira şivanekî. Ku çadir ya şivan be, ya koçeran be dikarim bi salan tê de  razim, lê ji bo kampê be, ji bo kêfê be qet naxwazim. Ji ber vê ye jî êdî dizanim xewa ku derê xweş  e, ya ku derê ne xweş e.

 Xewa li bajêr (mirina bi saxî). Weke tu di hepseke bê pencere de bî. Di nav çar dîwaran de dest û lingên te girêdayî, çavên te girtî. Havîna ji germa, zivistanê jî ji serma tu nikarî rakevî. Ax xewa li bajêr. Xewa bêstêrk. Li bajaran stêrk nînin.

  Xewa herî xweş xewa li gund, li bin stêrkan, ya li ser text e. Hûn dizanin text  çi ye ne wilo? Ne textê qralan, textê gundan.  Textê razanê, yê zaroktiya me. Ya rast ti kêmasiya me  jî ji qralan nîne (di dilê xwe de dibêjim).

 Li gund li her malê herî kêm du text hebûn.  Li gorî hejmara malbatê hejmara textan jî diguherî. Tê bîra min yê me jî dudo bûn (paşê bûne sisê). Malek hebû heşt textên wan hebûn. Xwedê wan zêdetir bike. Min ji bavê  xwe pirsî  ‘çima ev qas textên wan hene?’ Go, ‘kurê min ew qencên  Xwedê ne, ji ber wê.’ Min wê demê fêhm nekir. Me ji wan re digot Mala Heşt Text. Heşt textên şîn li serê ban li rex hev rêz bûn. Nizanim ji ber çi textê her kesî şîn bûn? Te digot qey hemû eynî hostayî çêkirine.

 Dema dibû havîn, rengê gundê me diguherî. Derdora gund zer û nava gund şîn. Ku Van Gogh Bafeyî ba,  teqez wî yê tabloya textan di  nav erdê genim de çêkiriba an jî ew jî yê çûba Almanyayê, bûba “donercî”.

  Êvara piştî melayê mexrebe,  em dibezîn ser textê xwe. Me pêşî dora textê xwe bi çîtikan an jî bi perdeyan  digirt.  Ew ji bo sitara mirov bû.  Me doşekên xwe rast dikirin û me serê xwe datanî ser balgeh,  me li stêrkan dinêri. Xwedayê mino, bi milyonan hene. Tu li ku derê dinêrî, stêrk. Hinek mezin, hinek biçûk.  Min her tim meraq dikir, ‘evqas stêrk li wir çi dikin, çawa xwe li asîmana digrin, çima bi ser me de nakevin?’ Piştî van pirsên  bêbersiv, me dest bi lîstika stêrkan dikir. Kî yê pêşî stêrkeke dimeşe bibîne. Me çavê xwe tûj dikir,  li nav stêrkan digerand ji bo em pêşî yekê bibînin. Dema me didît, dibû qîreqîra me.

-Hisên min yek dît.

-Kanî?

-Wa heye, ji milê qubletê ve tê.

-Bêaqilo, ew teyare ye. Ma tu nabînî, rohniya wê vedibe û tê girtin.

Rast e gelek caran jî teyare derbas dibûn. Ji ber qîreqîra zarokan  heya dereng kes ranediket. Serê deqê bavê min yê beje  kurê min de razin, keça min eyb e, cîran dengê me dikin. Ma em disekinin?  Gelek caran jî ji bo em bêdeng bibin, di gotin ‘hiş bin, dengê deveyan tê.’ Dema yek diaxivî, digotin  ‘aha bi xwedê dîsa dengê deveyan hat’.  Ji tirsan, me serê xwe dixist bin betaniyê. Heta em di xew re diçûn.

 Di nav pêşî (hinek dibêjin kermêş, xwezî me jî gotiba kermêş, tam navekî li gorî wan e)  û kêçan de em radiketin. Bi gezan laşê me sor dikirin, lê dîsa jî xewa ser textan gelek xweş bû. Li ba me dê û bav, li jor jî stêrk hebûn. Dê û bav jî ji me re stêrk bûn. Em bê xem bûn.

  Îro mala me li bajêr e. Min li serê ban textek daniye. Lê Li ser textê min stêrk nînin. Ne li ba min, ne jî li asîmana. Bi tenê ez heme û carnan jî hîv heye. Ew jî gelekî dûr e.

 

KURDŞOP
3999 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!