Avakirina pirtûkxaneyekê

Erê, avakirina pirtûkxaneyekê mînanî avakirina bihuştekê ye, lê dîsa jî ez dixwazim daîm bi roniya herdu çavên xwe bixwînim.

Nîhatê Hecî Şakir

Ji bona meriv ji derekê dest pê bike, divê meriv dagere serî û ji serê ser da dest pê bike. Ji bona daîm ji destpêkan hez dikim, ez ê jî wisa bikim û ji serî da bibêjim.

Ez şaş nebim, hema hema bîst û sê sal e, di nava pirtûkan da me û destê min ji wan nabe. Min ewilî bi çend pirtûkên hevalên xwe dest bi xwendinê kir, lê ew jî ne kêm û ne jî zêde tenê ev bûn: Netoçka Nezvanova (Dostoyevskî), Dê (Gorkî) û Mirin Gazî Min Dike (Yilmaz Guney). Ez wê çaxê li gundê xwe bûm û min daîm li pişta çiyayên dûr û bilind mêze dikir. Çiyayan kilamên xwe ji min ra dinehwirandin û min hema dixwest serê xwe hildim û herim. Loma jî ev sê pirtûk di nava çiyayan da ji min ra şiverêyekê vekirin. Ev ji bona min destpêkeke baş bû û ez hê jî wisa difikirim, lê çi çaxê ez ji bona xwendina lîseyê çûm Stenbolê, êdî heyata min jî ji binî da guherî. Ez cara ewil ji welatê xwe dûr diketim û cara ewil jî nêzikî xwe dibûm, lê min wê çaxê hê baş ji hev dernedixist gava meriv here deverekê helbet meriv xwe jî bi xwe ra kaş dike û dibe. Loma jî li welatekî dûr û deraz, xerîb û ji malbat û welatê xwe dûr, mîna yekî bixalife, min xwe li pirtûkan girt û li xwendinê qesidîm. Ji wê çaxê û heya niha ez ji bona bixwînim pirtûkên xwe dikirim û heta pirtûkên xwe nadim kesî û ji pirtûkên kesî jî naxwînim. Mîna bibêjim ez sînorên kesî ranakim û sînorên xwe jî bi kesî nadim rakirin.

Niha jî baş tê bîra min, pirtûka min ewil bi destê xwe kirî Sîmyager (Paulo Coelho) bû. Min bi kelecaneke mezin kirî û heya nîvrokî xwend û piştî nîvro jî min dest bi Bide Dû Dilê Xwe (Susanna Tamaro) kir. Di pey ra min hema hema hemû pirtûkên Gogol xwendin, bi pirtûka Hecî Murad min Tolstoy nas kir û bi Şevên Spî jî dîsa li Dostoyevskî dageriyam. Mîna pezê dev bi ceh û xwê bikeve, êdî ez li pirtûkan vebûm. Min duh çi xwariye nayê bîra min, lê ev hemû pirtûk îro jî tevî hest û fikra wê çaxê di min da peyda kirine, hê jî di bîra min da ne. Ez ji xwendinê jî loma hez dikim. Bi xwendina her pirtûkekê ez di xewnekê da bûm û di nava zemanan da dibihurîm. Mîna di helbesteke Kemal Varol da derbas dibe, min “hezar xewn di xewnekê da didîtin” û min di eynika pirtûkan da li xwe û di eynika xwe da jî li pirtûkan mêze dikir.

Serê ewil min carê pirtûkek dikirî û dixwend, lê bi demê ra hejmara pirtûkên nehatine xwendin ji yên hatine xwendin derbas bû.

Îro jî ez çi çaxê serê xwe ji ber xwe rakim û li pirtûkên li pirtûkxaneya xwe binihêrim, nizanim çima, hema xweziyeke ecêb li min peyda dibe. Li ser pirtûkên hatine xwendin û li ser pirtûkên hê nehatine xwendin difikirim. Di pey ra tavilê pirtûk di ber çavên min ra derbas dibin û hin ji wan tên û di nava hişê min da cî digirin. Ji bona rojeke zûtir dest bi wan bikim di nava xwe da diqilqilim. Lewra dizanim, heyat heya bibêjî kin e û ev heyat têra xwendina hemû pirtûkan nake.

Helbet piştî demekê di meriv da zewqeke xwendinê çêdibe û bivênevê meriv pirtûkan ji hev dineqîne, lê hin pirtûk ji bona bên xwendin melûl melûl li meriv mêze dikin û hin pirtûk jî dîsa xwe didin xwedin û meriv dîsa û dîsa ji hev dineqîne. Loma jî çi çaxê behsa xwendinê dibe, dîsa û dîsa Jorge Luîs Borges tê bîra min, lê korayî hêdî hêdî bi çavên Borges da hatiye û piştî pêncî saliya xwe, gava hê pêncî û heşt salî ye, bi temamî kor dibe. Borges daîm xwestiye bibe “xwînerekî baş”, “kaînatê weke pirtûkxaneyekê” dîtiye û “bihuşt jî daîm fenanî pirtûkxaneyekê xeyal kiriye”, lê piştî korayî bi çavên wî da tê, êdî bi tena serê xwe ne dikare bixwîne û ne jî dikare binivîsîne. Bi kesên li derdora xwe pirtûkan dide xwendin û pirtûkên xwe jî bi wan dide nivîsandin.

Gelek kesan ji Borges ra pirtûk xwendine. Yek ji wan jî nivîskarê pirtûka Li Mala Borges, Alberto Manguel e. Manguel gava hê xwendekar e û li Buenos Airesê li pirtûkxaneya Pygmalionê dixebite, Borges nas dike û ji sala 1964an heya sala 1968an, çar salan jê ra pirtûkan dixwîne. Li gorî Alberto Manguel behs dike, pirtûkxaneya Borges jî pirtûkxaneyeke wisa qerase nebûye. Piranî pirtûkên ji wan hez kiriye li ber destê Borges bûne. Lewra pirtûkxaneya wî di hişê wî da bû û bi her xwendinekê xwendinên xwe li hev zêde dikir.

Dizanim, ez ê jî rojekê mîna bavê Adem û diya Hewa ji bihuşta xwe dûr bikevim, lê dîsa jî heya wê çaxê ez ê di bihuşta xwe da rakevim. Êdî Xwedê dizane bi xwendina her pirtûkekê ez ê di xewa kê da bim û ez ê xewna kê bibînim.

Erê, avakirina pirtûkxaneyekê mînanî avakirina bihuştekê ye, lê dîsa jî ez dixwazim daîm bi roniya herdu çavên xwe bixwînim.

Niha jî piştî bîst û sê salan her tişt ji min ra mînanî xewnekê ye, lê ez kin dibêjim û hûn dûr û dirêj fehm bikin.

KURDŞOP
780 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!