Welat Ramînazad
Di meha Tebaxê de ji ber germa Amedê, min rêwîtîyek ber bi Stenbolê kir. Di rêwîtîya xwe de min du heb bi tirkî heft heb jî bi kurmancî min neh pirtûk xwendin. Di vê nivîsê de ez dixwazim bi kurtasî qala cîyawazî û başbûna pirtûkên bi kurmancî bikim.
1.Kirmanşan û Amed wek hev in
Di pirtûkêm Abşûran û Demsala Nanê de Elî Eşref Dervîşyan epigrafîya zoraktîya xwe wek çîrok nivîsîne. Li Kirmanşanê, di nav tunebûnan, rebenî, hejarî, şert û mercên giran de bi zimanekî sade û şîrîn, bê ku bikeve kompleksa parsekîya hez û eleqeyan, xwe rebenîkirinê, ajîtasyonê, qala bajar, çemê Abşûran, malbata xwe, kultur, bandora dîn, serpêhatî û dînamikên zaroktîya xwe dike. Kîjan bajarê me dibe bila bibe qe ferq nake, her takekesê kurd dikare zaroktîya xwe di çîrokên wî de bibîne, bi çîrokên wî ber bi bîra xwe ya zaroktîyê ve biçe. Ev yek jî nîşanê me dide ku herçend sedan sal in sînor me perçe bikin jî, zaroktîya Amedîyan û Kirmanşanîyan, yê Efrînîyan û Urmîyeyan, yê Selmasîyan û Xeneqînîyan, yê Dêrsimîyan û Dihokîyan wek hev in.
*Abşûran, Elî Eşref Dervîşyan (wer. Cafer Açar), Nûbihar, 2022.
*Demsala Nan, Elî Eşref Dervîşyan (wêr. Zülfük Ergün), Nûbihar, 2022.
2.Rêwîtîya Ber Bi Xorasanê
Cara yekem e ku li ser Xorasanê romaneke dîrokî dixwînim. Nêzîkî sed û pêncî sal berê li Xorasanê, li bajarê Fîrûzeyê, navbera egîd û mêrxasên kurdan û rûsan de şerekî donzde salan çê dibe. Roman ji temayên li hemberî rûsan, qehramanî û şervanîya kurdan, qehramîya jinên kurd, têkilîya kurdan bi hev ra û bi derve ra, kultur û sosyolojîya wan wek muzîk, lixwekirin, eşîrtî, êrîş û talanên turkmenan, îxanetê Şahê Qaçaran li dijî kurdan, erdnîgarîya Xorasanê pêk tê. Bi saya vê romanê ez fêr bûm li Tirkmenistanê hejmareke zêde kurdên celalî hene lê zimanê xwe wenda kirine, bi tirkmenî qise dikin. Li ser Xorasanê, roman di me de meraqekê çêdike ku em ber bi mekanên romanê rêwîtîyekê bikin.
*Berxwedana Qehremanan, Haşim Ferhadî, (wer. Cimoyê Merûf), Nûbihar, 2021.
3. Penaberbûn û Tunebûna Kompleksa Parsekiya Hez, Eleqe, Fehmkirinê
Di romana Santiago de Compestela de em ji gelek alîyan ve halên penaberbûnê dibînîn: Penabertî hertim di arafê de mayîn e, perçebûyîn e, ber bi dînbûnê ve çûyîn e, êşa bêwelatbûnê… Ciyawazîya vê romanê ev e ku em di karakterên penaberên kurd de kompleksa parsekiya hez, eleqe, fehmkirinê û kesayetîya reben nabînîn, karakterên romanê xwe ji xwe ewropîyan, fransizan qet kêm nabînîn, li hemberê wan nakevin kompleksa xwekemdîtinê û nivîskar Ewropa, Fransa, Îspanyayê nafiroşe me.
*Ferhad Pîrbal, Santiago de Compestela, (wer. Besam Mistafa) Avesta, 2015.
4. Çîrokên Estetîzekirina Bi Devoka Serhedê
Standardîzekirina zimanan wek mecburîyetê ye. Bivê nevê divê zimanek bê standardîzekirin . Lê standardîzekirin jî gelek probleman, krîzan, şokan bi xwe re tîne. Piranî caran standardîzekirin zimanekî mekanîk û bêruh çêdike. Çimkî standardîzekirin, di heman demê de tê wateya lidervehiştinê û kujerîya dewlemendiya zimanî; bi standardîzekirinê gelek devok, peyv, qalib, ruhê ziman… li derve tê hiştin û piştre jî dimirin. Lewma divê em li vir vê pirsê bikin: Di standardîzekirina zimanekî de metoda standardîzekirina herî bi tendirust çi ye û çawa ye? Li gor raya min, divê di standardîzasyona me ya kurdî de “lidervehiştin” tune be; li gor rastnivîs, îmla, qaîdeyan be ne li gor peyvan, qaliban, devokan be.
Di kurdî de di van salên dawî de hinek niviskar vegeriyana devoka xwe. Evdirehman Elçek jî di pirtûka xwe ya Şîva Miriyan de vegerîyaye devoka xwe ya Serhedê. Bi şêwaza Juan Rulfo, wî devoka serhedê estetîze kirîye, weku devoka serhedê ji nû ve afirandîye û berfirehtir û dewlemendtir kirîye.
*Şiva Miriyan, Evdirehman Elçek, Nubihar, 2020.
5. Wek Mekan Edebîyata Me Ya Gundî
Gelo edebîyata me ya bakur çiqas, ji sedî çend bajarîbûn e? Wek mekan edebîyat çiqas nikare xwe bajarî bike û bi gund ra sînordar maye, xitimîye. Wek mekan ez ne li dijî gundîbûna edebîyatê me, wek mekan ez li dijî bajarînebûna edebîyatê me. Di edebîyatê de mekan wek ku Xweda ye, her tiştî dîyar dike; wek ziman, psîkoloji, ezatiya karakteran, zeman, ruh…
Di çîrokên Sal Mîna Bawişkan Derbas Dibin de em vê dîyarkerîya mekanî dibînîn. Di vê pirtûkê de nivîskar dikeve di nav dinyaya karakterên xwe, binhişê wan, derhişê wan… hewl dide ku ji wan hêlan ve karakterên xwe teswîr bike û bide nîşandayîn.
*Nîhatê Hecî Şakir, Sal Mîna Bawişkan Derbas Dibin, Nûbihar, 2022.
6. Çîrokên Zewqa Edebî ya Berz
Ez gelek caran rastî vê pirsê têm: Tu ji bo çi edebîyatê dixwînî? Ez bersiveke gelek kurt didim: Ji bo zewqa edebî. Zewqa edebî ya her berhemê ji hev cuda ye, ya hinekan qet tune ye, ya hinekan pir kêm e, ya hinekan ne kêm e ne zêde ye, ya hinekan jî berz e. Niviskarên mezin dikarin bi berhemên xwe zewqa edebî ya berz bidin. Ji wan nivîskaran yek jî Mehmet Dicle ye ku di her çîroka “Ta”yê de zewqa edebî ya berz dide. Ligel zewqa edebî ya berz, li piştî xwendinê ew bi her çîroka xwe, bandoreke serobinker dihêle li ser xwîner, wekî ku her çîrok bibe perçeyekî xwîner. Xwezî wî herî zêde di du salan de carekê pirtûkek biweşanda.
* Mehmet Dicle, Ta, Avesta, 2013.