Girîngiya wêjeya zarokan di nava kurdan de

Evîn Teyfûr

Her çendî kurd di nava şert û mercên zehmet yê jiyanî de, di seranserî serdeman de jiyan, lê dîsa jî bi hemû hêvî û îradeya xwe timî hewl dane ku ji bo dîrok û nifşên ji pey xwe re, bixebitin û berheman binivîsînin. Zimanê kurdî timî ji ber rewşên siyasî û aborî û şert û mercên pevçûnan hatibû qedexekirin. Lê kurdan, dev ji zimanê xwe bernedane û timî di nava ode û civatan de pê çîrok, stran, destan, efsane, serpêhatî û dengbêjî digotin.

  Her çiqas bi kêmanî be jî zarokên kurdan ji bûyîna xwe de ji devê dayikan fêrî wêjeya xwe dibûn. Dayikan bilûrîk û gotina çîrok, çîrvanok, mamik, zûgotinok û lîstokan ji zarokên xwe re, hişmendî û wêjeya wî    ferehtir dikir.

Wêjeya kurdî jî wek wêjeyên mirovî yên din, di nava doz, mijûlbûn, perwerdeyeke rast û    jiyaneke baş, behsa zarokan dikin. Zarok di nav civaka kurd de, tevî rewşên xerab a ku tê de dijî, bi jiyaneke azad û xeyalên fireh diramin. Kurdan tevî zehmetiyên xwe ye jiyanî, timî zarok û zaroketî kirine mijara xwe. Her çendî berê wêjeya zarokan a kurdî çi rojname, kovar û hwd bi nivîskî peyda nebûbûn, dîsa jî kurdan bi wêjeya xwe ye gelêrî zarokên xwe têr kirine.

Her çendî ew wêje ji aliyê pedagog û pisporan ve nehatibe şopandin jî, dîsa jî zarok bi riya wê fêrî ziman û serpêhatiyên miletê xwe dibûn. Kurdan ji her aliyê jiyanî ve zarok kiribûn mijara xwe û ew hêviya gelekî desteser û siberoja azad didîtin. Her dem gotin li ser zarokan kirine û ji bo xwe ders û mînak girtine. Wek mînak gava dibêjin;

 "Diranê şîrî heta pîrî"

 “Mala zar tê de tune bin milyaket xwe nadinê”

 "Serê Salê binê malê xwedê kurekî bide vê malê"

Zimanê K-kurdî û zarok ji bo Ehmedê Xanî gelekî bi qîmet bûn. Ji bo ku zarokên kurdan perwerde bike, wî medreseyek vekiriye û di wê medreseyê de ders daye zarokan. Dr. Nûredîn Zaza jî di kovara  Hawarê  de qal dike ku perwerdeya zarokan ji bo Ehmedê Xanî gelek bi qîmet bûye û wî her tim şîret li zarokên kurd kirine ku ew ji heval û malbatên xwe hez bikin da ku ew hînî hezkirina dayika xwe (Kurdistanê) bibin. Wî ji bo perwerdeya zarokan Nûbihara Bîçukan nivîsiye ku ew pirtûk di şiklê ferhengeke zarokan de hatiye nivîsîn ku zarokên kurd zimanê xwe yê zikmakî ji bîr nekin.

 Dibe ku beriya Ehmedê Xanî hin nivîskar, alim, helbestvan û kesên din yên kurd hebin û ji bo zarokên kurdan nivîsandibin jî, lê mixabin ku tu berhemên wan negihiştiye ber destê me. Piştî Ehmedê Xanî jî gelek nivîskaran û hebestvanan ji bo zarokan ferheng, çîrok, helbest û stran di ber nivîsandinên xwe yên    ji bo mezinan, nivîsandine, lê tu kes ji wan di nivîsandina ji bo zarokan de wek biranşeke taybet    nexebitîne.

Di van serdemên dawî de, tevî ku hîna jî kurd û zarokên wan di bin zil û zexta tunekirin, qirkirin û rewşên siyasî û aborî de dijîn jî, hewlên pêşketinê di vê wêjeya zarokan a kurdî de çêbûye. Êdî hin nivîskaran xwe dane ber nivîsandina berhemên taybet ên ji bo zarokan. Ew berhemên ku tên nivîsîn jî di bin destê zanyar û pedagojiya zarokan re derbas dibe û wê berhemê li gorî hişmendî, xeyal û derûniya zarokan amade dikin.

 Êdî gelek weşanxaneyan di ber çapkirina berhemên xwe re cih dane    berhemên ji bo zarokan. Gelek berhem ji bo wan ji zimanên din hatin wergerandin û hin hatin nivîsandin. Di kovaran de, di quncikekî de cih dane nivîsîna ji bon zarokan, heta ku vê dawiyê kovarên taybet ji bo wan derketin. Di nava kurdan de, ji bo zarokan ger bi kêmanî be jî rojname, kovar, çîrok, roman, helbest, stran û hemû beşên din ê wêjeyê nivîsandin. Vê dawiyê du weşanxaneyên taybet ku bi taybet ji bo zarokan diweşînin derket. Yek ji wan "Hîva" ya din jî "Morî Zarok" e û her du jî li bakurê Kurdistanê ne.  Van her du weşanxaneyan gelek berhemên cuda ji bo zarokan weşandin. "APEC" li Swêdê, ji 1988an vir ve pirtûkên zarokan diweşîne. (Mem Bawer, Kovarên Zarokan bi Haweyekê Kronolojîk).

     "Avesta", weşanxaneyeke bi navê "Hêlîn" ava kir û weşanxane di Newroza 2009an de dest bi weşanê kir. Di daxuyaniya weşanxaneyê de wiha tê gotin. Hêlîn dixwaze her meh bi kêmanî pirtûkeke zarokan biweşîne. Ji wê çaxê heta niha 12 heb pirtûk hatine weşandin.. Weşanxaneya "Stêrîn", li Fransayê dest bi weşanê kir. Heta niha 4 pirtûkên zarokan çap kiriye. Weşanxaneya "Sîtav" di sala 2013an de li Wanê dest bi weşanê kir. Heta niha ji 16 heb pirtûkên zarokan çap kirine. (Mem Bawer, Kovarên Zarokan bi Haweyekê Kronolojîk)

     Bi gelemperî em dikarin wiha behsa çend weşanxaneyan bikin ku pirtûkên zarokan çap dikin:

-Aram

-Ronahî

-Kaknüs

-Doz

-Evrensel

-Ötekî

-Zîbeq

-Lîs

-Dîwan

-Avagon

-Bîr

-Hîva

-AVA

-Na

-Şilêr

-Nûbihar

-Morî Zarok

     Ji bilî berhemên ku ji weşanxaneyan hatiye weşandin, gelek kanalên televizyonên kurdî li hember weşanên xwe hin bername ji bo zarokan weşandin. Kanalên wek;

-Jin Tv

-Ronahî Tv

-TRT  kurdî

-Stêrk TV

-Rojava Tv

-Kurdsat Tv

Van qenalên bernamên zarokan û yên li ser zarokan belav kirine û di vê dawiyê de hin kanalên taybet ji bo weşanên zarokan derketin. Ew televizyonên ku bi taybet bernameyên li ser û ji bo zarokan belav dikin ev in.

-Pêlîstank Tv (li Başûr)

-Pepûle (li Başûr)

-Zarok TV (li Amedê)

 

KURDŞOP
821 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!